DI
XEWÊ DE PAYÎ ME
Xizan
Þîlan ez li nav pêlên bablîsoka jiyana pûþt tamikê devê masiyê mirî me li koçberiya berbangan qajîn û hawara gewriyên çûka
me jana
helbestên xwe li
pêþangeha mirina bêwext ji
roja mehþerê re pêþkêþ
dikim stêrkên
þermok li tenetiya þevistanên
bizdonek li dor xem û xeyalên xwe direqisînim çirûskên rojê li koretariya þevan di rojhilata nava dilê xwe de diçirisînim hosînameya mirina xwe li qefesa tofana okyanûsan dinivisînim rengê dîroka çilmisî bi bêhna kulîlkan dineqþînim ez li þiyarbûnê di xewê de me di xewê de payî me rêya karwanê kul û kederan di movikên laþe çarenûsa min
re dibihurin bi saya dengê lorînên dayikan mayîn û têlstriyan ji nav tixubên axa zeviyê xwe dineqînim ji xemgîniya pênûsa hesretê îlham dipale min tova hêviyên tarûmar bûyî li kendalên avhewaya ekvatorê hinavê xwe çandin ji henasa salnameya demsalan bêhna barûta genî difûre þev û rojan çembera îxaneta qehpik li stûyê bihuþta giyanê min alandin awaza strana bilbilê baxê min di darbesta jiyanê de fetisandin fanosa eþqa dil tefandin aramî li stargeha temenê kin herimandin bîleta mirineke zû hatî ji bazara reþ diyarî min kirin êdî qeyika kesera dil li perava mestbûna xeyalan di rûbarê xeman de diçeliqe nalînan di bin lihêfa êþa xewan de kevz girtin bîr û bawerî li têkçûyîna bêrîkirinan hatin rûxandin ne jiyan layiqî min bû ne jî ez þayanî mirinê bûm werin xweliya þewata termê min bi
destmala kefa destê dilberan verê
bikin
Xizan Þîlan
2007-08-08
Stockholm
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org