ELWEDA RINDA MIN

Xizan Þîlan   

          

                           -Name-

 

rinda min

dîsa xem û xeyalê

keder û êþê

rapêçand

ruh û canê min

ne xwendin

û awaza bilbilan

ne bêhna sosin û gulan

ne herikîna ava çeman

ne jî bedewiya

keç û bûkên

li ser kaniyan

ez bûm tîreke kewkuj

xençereke devtûj

di dilê xwe yê hêjar de

çûme xwarê

li ber bayê demsala biharê

li ber pozê min

dûmanê cixarê

 

rinda min

ez li pey te pir meþiyam

dest û pî li min qerimîn

û êþiyan

min gelek name

ji te re nivisandin

nizanim ez ê çawa

xwe bi te bidim nasandin

pir zor û zehmete

tarîfkirina nasname ya min

bi kurtî

ez sirrekî neferisandî me

 

li te digeriyam diyar diyar

li gund û bajar

li ser Çiya û Zinar

ez bûme fîrar

bi dengê qêrîn û hawar

bang li te dikim

eey yar yar

dor li min girtin hemû siwar

ne dost man ne jî heval

li min þa bûn giþt neyar

min ji bo te pir xem xwar

vegeriyam hatim stûwxar

þûþê meyê min vexwar

li min bûn zîndan çar dîwar

 

“ax lê eman ax lê eman”

rondikên çavên min herikîn

mîna ava çeman

westiyam êdî

hal di çokên min de neman

bi nexweþiya sewdayê ketim

Bijîþkan nedîtin derman

gotin

çare nîne û derxistin ferman

bi dengê saz û keman

ax lê eman ax lê eman

halê min halekî yeman

 

rinda min

ji min re dibêjin sergêj û dîno

dil bi kul, dil bi kîno

lê ez nexweþê te me

rinda min

fîtik û bilûrê lêdixim

stranan dixwînim

helbestan dihûnim

ji derd û kederê 

 

ez bûm meze li meyxanan

di devê serxoþan de

ez bûm benîþt li meydanan

di devê berdoþan de

rinda min

navnîþana min tune ye

ez derbeder im

dil bikeser im

bêþun û bêwar im

bi dengê qêrîn û hawar im

li te digerim

dixwazim

ber bi þopa te ve werim

lê bi xwe nebawer im

lewra

ji awirên çavên te yên melûl

û dilbiþewat nawêrim

rinda min

rojekê deriyê

dilê min lêneket

bi destê postevanan

tu bûyî pênûs û defter

li ber destên min      

tu bûyî nîgara pêþangeha

dîwarên min

tu bûyî evîna hezkirinê

û strana ser lêvên min

lê ez ne nivîskar im

ne bestekar im

û ne jî sextekar im

di nedîtina te de dîn û har im

 

rinda min

ez xeyala te

ji xwe re dikim lihêf

wêne ya te dikim balîf

lê dîsa jî

bê te xewa min naye

li ba te dilê min maye

bila cendekê min biþewtînin

li ber ba kin mîna ka ye

kilamekê bilorîne tu dayê

“ax lê eman ax lê eman”

rondikên çavên min herikîn

mîna ava çeman

westiyam êdî

hal di çokên min de neman

bi nexweþiya sewdayê ketim

Bijîþkan nedîtin derman

gotin çare tune

derxistin ferman

bi dengê saz û keman

ax lê eman ax lê eman

halê min halekî yeman

 

rinda min

ez mîna ava Diclê û Firat im

herikîm bi dilþadî

ber bi te ve hatim

êdî min

dergûþa nava dilê xwe yê jar

t kir û ramedand

lewra te

jiyan li min herimand

dil û piþk li min werimand

damarên stûyê min qerimand

xewa min ya þevan

li min revand

 

elweda rinda min elweda

êþa ruh û canê min ji te re feda

te dîsa kul û birîn li min veda

agir di dil û cîgerê min de dada

ji ber tirs û heyecana bi xof

sîng û berê min xwê da

bang dikim dibêjim ey Xweda

nizanim berê tirba min ku da

mirineke bêbext..

mirineke bêwext..

elweda rinda min elweda

 

 

        Evîndarê te Xizan

           

 

                   Xizan Þîlan  

                   2004-04-14

                   stockholm

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org