|
EY MIROVÊ ZILIMKAR Xizan
Þîlan tu
bûyî gurê
devbixwîn û har te
berda laþê min jehra mar ey
mirovê desthilatdar te
em daleqandin avêtin
dar diqefilim
li zivistana sar bi
dengê qêrîn û hawar bi
navê xebatkar û cotkar helbestvan
û nivîskar ez
ê ji te re kufuran
bikim car bi car ey
mirovê xwînmij mirovxwer
û mêrkuj li
ber çavên te dûman û mij ez
tî û birçî mam qet
têr nebûm ji av û nan li
ba te rojekê nebûm mêvan þa
nebûm ji kêfan dilê
min dilekî bi kovan bi
dev û lêvan bi
dehol û zirne û defan ez
ê têrî xwe ji
te re bikim zêfan ey
mirovê wehþî! li
min meke çavreþî û
zikreþî çima
bombeyên kîmyewî li
ser serê min diweþî? ez
keç û bûka li ser kaniyan gavanê
li çol û baniyan sergovendê
li dîlanan þivanê
li zozanan li
ber þewqa find û çiran li
ser navê parsek û koçeran ez
ê ji te re bikim çêran bi
zimanê tembûr û hozanan li
ser axa pîroz ya mezinan li
ser navê feqîr û xizanan belengaz
û nezanan ey
mirovê pîs û virrek te
di ber xwe de berda fis û tirrek di
dilê min de daçikand tîrek ji
ber tade û lêdanên te ez
bûm çûkê perþikestî dil
bi birrîn û serþikestî ey
mirov çima
çavên te ewqas birçî gezan
mavêje min ma
tu hirç î? ma
tu lawê heramzade û pîç î? li
vî welatê biyanî bi
navê Ehmed Huseynî bi
zanîn û hêsanî dê
ez ê dîsa ji te re kufuran
bikim ne
weke însanî tu
yê ancax fam bikî ji
vî lîsanî
Xizan Þîlan
2003-11-11
Stockholm
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org