EZ DI XWE DE GIRTÎ ME

 

 Xizan Þîlan

ez

li wêraniya temenê xwe

bi destên dostxwiyayên ne dost

birîndar bûm

derya

di êþa min de

werimî

qeliþî

û veçirî

ken û þadî

di hevîrê xeman de

hatin stirihandin

sebir

di qapaxa awirên çavan de

qerimî

bîranîn

di kul û birînan de

perçivî

dil û kezeb

li hesreta agirê evînê

hatin sotin

ciwanî

li tofana çolistanan

tarûmar bû

êdî raman dilerize

hevok

li ser ziman dilikumin

ez

di xwe de dîl im

li kendalên neynika dil

li xwe digerim

ji xwe direvim

li nav pêlên jiyana kevzgirtî

serûbin dibim

li okyanûsa hinavên xwe

kaptanê keþtiya bêperav im

di qelþa zinaran de

gulpika binevþa nebiþkivî me

li þevên mîrata tenetiyê

meya jana helbestan

dinoþim

di destê postavanan de

nameya bênavnîþan im

li dibistana mirinê

di sinifa jiyana bêbext de mam

hestên kefenê ripîreþ

xwe li gewriyê giyanê min

radipêçin

termê jana helbestên xwe

di gora efsaneke kevnar de

vediþêrim

di nalenala min de

stêrkan

þîn girtine

her þev bareþekî xerîb

berbangên pencera min

mizdide

bextreþên xwenenas

li bihuþta dil

reþ girê dan

ava kaniya zeviyên min

miçiqandin

ez

di rastiya hebûna xwe de

xeyala

li nav tesadûfa me

her roj

donzdeh mehan

ji salnameya

temenê xwe yê qurmiçî

diþeqînim

min

sira xeyalên serserî

li paþila rûbarên xewnan

bi xunava maçên lêvan

nixumand

 

 

 

             Xizan Þîlan

             2007-05-28

             Stockholm

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org