GEWRA MIN

 Xizan Þîlan

 

bi mijgulên xwe

xwidana eniya min

vemalîne

hestên min

di bêdengiya xwe de

koçber in

li þevereþan

rondikên xeman

diniqutin

hembêza bêxewiya min

xêrnexwezan

ax û nalîn

li qolinca xewnan

siwar kirin

dilop dilop keda min

mijandin

axa bedenê diheje!!

li germa havînan

ciwanî dîl girtin

min

êþ û tirsa dilê xwe

kedî kir

li biharan

gula Gulpik çilmisandin

li berbangan

çûkên beytik

hevparên sirên  êþa min in

carnan

peþkên barana sibê

ji rûyê min xemgîniyê

difirîne

bêhna yasemînan

li giyanê min direþîne

carnan

ewrên tarî xwe dispêrin

ber deriyê qefesê

bêhn li min diçike

peyv nîvco dimînin

hevok diqurmiçin

helbest

di gewriya pênûsê de

difetise

pênûs jî

di êþa helbestê de

dilerize

çavbirçî û binaran

kîn û nefret

di dûmanê cixara min de

meyandin

sebir bû gule di devê lûle de

rojan

ez miþextî tenêtiya þevê

kirim

çingîna bayê reþ

di guhên min de dinalê

giyanê min

bi lapûþkên hovan

tê naperûçkirin

ez

kaptanê keþtiya deryaya

ramanên bêbinî me

li nav çar dîwaran

bi neynokên dilê xwe

hêviyan dikolim

gewra min

ji lehiya bedewiya awirên xwe

qultek av bide

lêvên min yên ziwa

 

 

 

               Xizan Þîlan

               2006-07-04

               Stockholm

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org