GULSOSINA MIN

 

Xizan Þîlan

 

ez

li feryad û fîxana deman

gerokê heyveroniya

xewnên te me

li baxê kelecana dilê xwe

þereba tiriyên

kefa destê te me

xewên þevên min

bêyî te tarûmar in

li temenê xwe yê wêran

tepînka kana madenê me

germahiya hezkirina dil

di gewriya min de

bû gilokek werisandî

min

lezeta lêvên te

di þewqa finda lerzok de kola

di rûkeniya te de girî

û di giriyê te de kenê xwe dît

li bejn û bala te

ya fîdanî

hest li ramûsanan þiyar dibin

ji kovaniya awirên te

bêhna gulsosinan tê

were

êþên giyanê min

li paþila pêlên lehiya xwe

siwar bike

bi rengê kenê þîn û narîn

li qolincên asoyê min

bialîne

þeweta kezeba min

bi hênikahiya

êvarên xwe

vemirîne

bi melûliya birûyên xwe

toza gula hinavên min

vemalîne

êdî peyv

li ser tirsa lêvan

hiþk û ziwa bûn

xewn û xeyal

di kesera robaran de

xeniqîn

heyv

li bêkesiya min

stûxwar e

helbest

li tenetiya hilmgirtî

di axînan de

dinale

were

bêhntengî

bedbextî

û bêbaweriya min

di tîrêjên þefaqa

asîmana xwe de

biperçiqîne

bihelîne

û tune bike

 

 

            Xizan Þîlan

            2006-11-24

            Stockholm

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org