|
Çend
gotin li ser HELBEST
ÇI YE?
Xizan Þîlan
Ez
ê li ser hin mijarên pirtûkê bi kurtî çend gotinan bêjim û mînakan
jî ji pirtûka hêja bigrim û diyarî we xwendevanan bikim. Di
beþa ”helbest û rola wê ya di pêþxistina civakê de” Kamran Simo,
di jiyana mirov û civatan de helbestê çawa roleke mezin leyistiyê û
bandoreke çawa li ser zanîn, pêþxistin û têgihêþtina mirovan çêkiriyê
bi zimanekî zelal peyvan li aþê dema wêran dihêre, dihûne û tîne
ziman. Dibêje; ”Helbestvan, li nav baxçeya gulên rengîn li Cîhaneke
xweþik, wekhevî, bê þer û kuþtin, li aþtî, xoþewistî û li qenciyê
digere.” Di
beþa ”di hemû bizavên pêþketina mirovan de helbest heye” de nivîskar
dibêje; heta vê gavê tiþtên ku ji kevnedîrokê ketine destên me, çi
nivîskî bin û çi bi devkî bin bi rêya helbestê gihîþtine me. Em van
peyvên zêrîn bi xêra helbestê nas dikin, dixwînin û dibêjin.
Helbestvanan weke feylezofan raman, xeyal, hest û armancên xwe bi riya
helbestê anîne ziman. Di
beþa ”kirasê danasînan li bejna helbestê naye” de nivîskar dibêje;
helbest xemla ziman e û ziman jî nasnameya gelan e. Xwedawenda vekirina
hest, xeyal û zelaliya rengan e. Þûrê pêþketinê û mertalê berxwedanê
ye. Lê hê jî helbest neketiye nav danasîneke hemfikir. Çawa ku jiyan bi
rengekî bi tenê nayê xemilandin, her wisa helbest jî nakeve nav çarçoveyeke
bi tenê. Helbest, giyanê
ku di nav laþ de ye. Mirov nikare endamên laþ ji hev cuda bike. Di
beþa ”rayên ziman di helbestê de ye û zimanê helbestê ne zimanê
rojane ye” de helbestvan çawa hest, xeyal û ramanên xwe derbasî
xwendevanên xwe dikin, zimanê ku helbest pê tê nivisandin çi bandorê
li hev dikin, bi gotinên kurt û bi hevokên derûnî çawa bandora xwe zêdetir
li ser mirovan dihêlin, gringiya hêza ziman, xezîna peyvan, bêyî ku sînoran
nas bikin çawa xwe digihînin dilê xwendevanên Cîhanê, nivîskar bi
hostatiya gotinên xwe yên watedar þirove dike. Nivîskar dibêje; di dîrokê
de þêweya nivîsa pêþî ya xwe nîþan dayî helbest e. Helbest di hest
û giyana mirovan de dibin mîna gul û striyên gulan. Di
beþa ”jêderên îlhamê hiþyarî, hestdarî û zîrekiya helbestvan
e” de, nivîskar dibêje; helbest xwe dide nivisandin, an helbestvan
helbestê dinivisîne? Û wisa dibêje; bes îlham ne jêderê helbestê ye,
ji bo helbest afirandinê ya herî giring cefa, zehmetî û zîrekiya
helbestvan heye. Helbestvan dayik e û helbest jî zarokê wê ye. Û wisa
berdewam dike; li gel zîrekî û zehmetkêþiya min jî, di nivîsandina
helbestê de, ez ji gelek tiþtan îlhamê digirim. Hema her tiþtî îlham
daye min. Þevên tarî, rondikên çavan, evînên qeçax yên ku min nediwêrî
ji çûkan re jî bêjim, bîranînên min yên serkeftî, jiyana li biyaniyê,
hesreta zarok û malbata min, ev hemû ji min re bûne kaniya îlhamê. Lê
ya herî zêde, evîna ku di nava min de þaxvedayî bûye jêdera îlhama
helbestên min. Ev jêder dibin sedem ku hest li ser dil û mêjiyê min biþemitin.
Ew tiþt hestan ji xew hiþyar dikin, zîrekî û zehmetiya min jî hestan
digirin û dikin helbest. Helbestê, tu hêzên veþartî bi min nadin
nivisandin. Ango peydakirina rîsê tevna helbestê di destê min de ye. Rêstin
û li mansûr pêçan jî ez dikim û paþê jî bi kedeke mezin dihûnim.
Helbestvan bi xweþikkirina zimanê helbesta xwe nirxê jê re diafirîne.
Bi afirandina nirxa helbestê re xwe diafirîne. Bi afirandina xwe re
helbesta xwe dike kaniya ku herkes karibe jê avê vexwe. Di
beþa ”bûyîna berdevka civatê û bûyîna peyva civatê erkê helbestê
ye” de helbestvan çawa helbestên xwe dikin zimanê lihevparkirina pêhesîn,
hest, xeyal û ramanê.. Mirovan derd û kul, serpêhatî, bîranîn, dilxweþî,
êþa evîna têkçûyî û þadiyên xwe bi riya helbestê çawa li hevdu
parve kirine, nivîskar bi zimanekî xweþ þerbeta þîrîn li xwendevanên
xwe belav dike û dibêje; ev kesên jankêþ weke yên li pêþberî xwe
xwedî êþ û þadîzan in. Ew dilên xwe bi riya helbestê ji yên pêþberî
xwe re vedikin û bi vî rengî agirê þewata dilên xwe hênik dikin.
Helbest, hunera ku herkes êþ û þadiyên xwe di nav de dibîne ye.
Helbest, serhildana hevpariya civatê û rêkûpêkkirina civat û jînê
ye. Helbestvan hem xwendevanên xwe dike hevparê kovan û þadiyên xwe û
hem jî xwe dike hevparê dilxweþî û kovanên wan. Di
beþa ”helbest li dijî hemû xirabiyan çeka serhildana bindestan ya bi
tenê ye” de nivîskar wisa dibêje; helbest hêviya rizgarî û azadiyê
ye. Bandoreke ber bi çav di pêþengiya pêþxistina hestên azadiyê de
heye. Civak û gelên ku helbestvaniya wan li pêþ e, hestên wan yên
azadiyê jî xurt in. Helbest berxwedane ku pêþî lê nayê girtin e. Hêviya
demên bêhêvitiyê, hunera nîþankirina asoya hêviya gelên ku hêviyên
wan hatine þikandin e. Ji bo serkeftinê sipehîtiya kulîlka dara hinarê
ye. Li vir nivîskar mînakekê ji dengê helbestvanê kurd Cigerxwîn dide;
”Bavê
te çû þer, þerê li meydan Êrîþ
dibin ser Îran û Tûran Destên
xwe dan hev kurmanc û dostan De
rabe ser xwe kurê min, rabe!” Û
dîsa mînakekê ji Victor Hugo dide; ”Di dinyayê de du tiþt hene ku ez
dixwazim û jiyanê bi min dide hezkirin, evîn û azadî ye. Di ber evînê
de pêwist be ez ê jiyana xwe bidim. Lê ji bo azadiyê ez evîna xwe jî
feda dikim.” Nivîskar gotina xwe wisa berdewam dike; helbestvanê ku bibe
þoreþgerê xwedî giyanekî xurt û li dijî mirinê serî rake, li pêþberî
çerxa bêtemen ku dizivire raweste û hesab jê bipirse, ew helbestvan dê
bibe pêþengê pêþvebirina jiyaneke xweþ û nemir. Di
beþa ”dibistana helbest nivisandinê nîne” de nivîskar dibêje; pêwîstiya
helbestvan bi xwendina akedemî û zanîngeheke baþ nîne. Ji ber ku ne
dibistana helbestê heye û ne jî mamosteyên helbestnivisandinê hene. Ya
herî giring ji bo helbestvan xwendina pirtûka ye. Roman, çîrok û kompozîsyon
çawa tên nivîsandin piçek be jî mirov dikare bide zanîn û þêweya
nivîsandinê bide fêhmkirin. Lê hunera helbestnivîsandinê, pêwîstiya
xwe bi pir xwendin, bihîstin, dîtin û bi hîskirinê heye. Helbestvan ji
her tiþtên ku dixwînin, dibihîzin, dibînin û hîs dikin sûd
werdigirin. Çirûskan direþînin ser xem û xeyalan û ji xewnên ramanê
re pencerê vedikin. Di
beþa ”helbest ji pêwistî, nebûn, êþ, evîn û þadiyên helbestvan
dizê” de nivîskar mînakekê ji Schopenhaur dide ” Her daxwazî ji pêwistîyekê,
ji nebûnekê û ji êþekê dizê” û gotina xwe wisa berdewam dike;
helbesta ku ji raman û hestên afirîner derkeve, hesaban ji tu kesî nake.
Rastiya helbestê di hostatiya form, estetîk û hûnandina raman, hest û
xeyalên helbestvan de ye. Ji bo helbesteke baþ were nivîsandin, divê
helbestvan li dengê hawar û fîxanên ku ji kûrahiya nava dilê wan tê
guhdar bikin, da ku ev deng ji wan re bêje ”binivîse ya nava dilê
xwe”. Nivîskar li vir mînakekê dîsa ji Victor Hugo dide ”Ji berdêla
ku dê ji helbesteke min a nebaþ re çepik lê bikevin, bila ji helbesta
min a baþ re fîtik lê bikevin çêtir e”. Û wisa berdewam dike;
helbesta ku ji kûrahiya dil û ji bîranînan tê dibe helbesta baþ. Gelek
helbestvanên navdar di helbestên xwe de behsa xwe û evîna xwe kirine.
Wan daxwazên xwe, xem û xeyalên xwe bi zimanekî helbestwarî anîne
ziman. Helbestvan rastî û xeyalê taswîr dike, þirove dike û dixe nav
çarçoveyeke rengdar. Bi vî þêweya rêstinê çêj û lezetê dide
xwendevanan û giyanê wan tîne coþê. Di
beþa ”helbestvan nêçîrvanên cuda ne, her yek ji wan li cîhekî nêçîrê
dike” de nivîskar wisa dibêje; em bi çavên cuda li helbestê dinêrin,
ji ber ku em hemû helbestê ji hev cuda fêhm dikin. Em nêçîrvanên cuda
ne, her yek ji me li cîhekî nêçîrê dike. Li cihên cuda, ji kaniyên
cuda em avê vedixwin. Em di bin þînahiya asîmanekê de ne, lê hin ji me
mandû, hin ji me serxweþ, hin ji me evîndar, hin ji me di bin siya tirs
û birçîbûnê de li asîman dinêrin. Ji ber wê hin ji me asîman þîn,
hinek ji me sor û hinek jî bêreng dibînin. Li gor hinan helbest xoþewîstiya
bi evîndaran re ye û henasa jyanê ye. Li gor hinan helbest þerbika
rondikên çavên wan e, dîrok e, evîn e, azadî ye, þer û coþa ciwaniyê
ye. Ji bo wê her xwedevan bi çavekî cuda helbestê dixwîne. Di helbestê
de rengên ji hev cuda dibînin û jê çêjên cuda digirin. Di
beþa “zimanê sembolan ji zimanê peyvê kevintir e” de nivîskar,
di helbestê de cihê sembolan çi ye, bi çi mebestê sembol û îþaret
têne bikaranîn û di dîroka danasîna helbestê de çawa cihekî girîng
girtiyê, wisa tine ziman; eger mirov bala xwe
bide mirovên ku diaxifin, dê bibînin ku bi axaftina peyvan re pir
caran dest, çav û rû li kêleka peyvan para xwe xistine axaftinê. Zimanê
nîþan û sembolan girîng e. Mirovên berê, dema li ser zinaran wêne
çêdikirin sembol bûn. Bi wan wêneyan, xwe ji metirsiyan rizgar dikirin
û bi wan wêneyan baweriya xwe dianîn ziman. Ji bo vê mirov bi zimanê
nivîsê re, zimanê sembol û nîþanan bikartîne û derbirîna xwe a
hunerî pê dixemilîne. Ev jî hunermendiya herî bilind e ku helbestvan
bikartînin. Baweriyeke helbestvan bi tenê heye, ew jî bi sembolan destpêkirina
tevgera xweþikiya helbestê ye. Ji bo xweþikkirina helbestê pêþî li rês
û forma hûnandinê dinêre. Çiqas kar li ser were kirin û çiqas bi
zehmetî hatibe hûnandin, ewqasî helbest sipehîtir dibe. Nivîskar mînakekê
ji Leandr dide; “helbest henasa sipehîtiyê ye” û dibêje; ev jî bi
xweþikkirina sembolan dibe. Sembol
meqiyajkirina rengan û xweþikkirina dengan e. Di
beþa “helbest û felsefe” de nivîskar dibêje; helbest û felsefe
hevalên rêwîtiya dîrokê ne. Di felsefê de aqil,mantiq derdikeve pêþ,
lê di helbestê de hest derdikevin pêþ. Mantiq bêyî hest bi tena sere
xwe kor e, hest jî bêyî aqil bi tena sere xwe lal e. Lewra herdu jî bi
hev re dimeþin. Herdu jî di noqteya giþtî de li zanîna tiþtan, sedem
û mebestan dinêrin. Helbest strana dil e û felsefe jî ya aqil e. Helbest
û felsefe du cureyên têgihîþtinên cuda ne. Yek nave beþekî hunerê
ye, ya din nave fikirkirina bi pergal û zanîsta giþtî ye. Di
helbestê de huner li pêþ be jî, di gelek helbestên hin helbestvanan de
felsefe xwe derdixe pêþ. An jî huner û felsefe bi hev re di nav helbestên
wan de dimeþin. Di afirandinê de tiþtên ku helbestvan dijî, feylezof di
kûrahiya bîra ramanê de difikire. Helbestvan feylezofê hest, xeyal, xewn
û ramanên xwe ye. Feylezof jî helbestvanê çîroka gerdûna ku em tê de
dijîn e. Helbestvan bi dengekî bilind dike qîreqîr, qêrîn geh hawara
serhildanê ye, geh gaziya cejn û þahiyê ye, an jî bi girîn û gazincan
daxwaza xwe tîne ziman. Lê karê herduyan jî felsefeya jiyanê ye.
Helbestvan kesê ku li nav keftelefta bi nefsa xwe re ye. Nivîskar li vir mînakekê
ji Schiller dide; ”mirovên azad dirûvên Yezdanan didin û mirovên ku
nefsa xwe kuþtine azad dibin” û gotina xwe wisa didomîne; bi rastî
mirovên ku ji dîlîtiya nefsa xwe rizgar bûn î û di riya mantiqê de
dimeþin azad in. Nivîskar
di dawiya gotina xwe de bi kurtî wisa dibêje; di hemû tiþtên aqil
afirandî de helbest heye. Ev
pirtûka helbestvanê hêja bi hûnandina peyv û hevokên xwe yên zelal û
dagirtî mîna xumxuma ava çemên sar li ser hestên laþê giyana mirovan
bi zimanekî xweþ diherikîne. Bi hêviya ku helbestvan, wêjevan û lêkolîner
vê pirtûkê bigirin, bixwînin, binirxînin û dîtinên xwe bêjin. Bila
destên nivîskarê me yê hêja Kamran Simo Hedilî xweþ be û di karê
xwe de serkeftî be. Xizan
Þîlan 2009-10-28 Stockholm
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org