HÊLÎNA DILÊ MIN

  

Xizan Þîlan

 

dilê min bûye hêlîna

ajovanê îstgehên

belengezan

bêkesan

çilmisiyê girnijîna

li ser lêvên min

yê þermok

bi zimanê

gewdê xwe yê lal

þirove dikim

hest û ramanên xwe

yên xesandî

di nav deryaya

kul û keder

axx û keser

tirs û hêrsê de

avjeniya berxwedana

jiyanê dikim

ez

tovên genimê jiyanê

bi xwîdana eniya xwe

ya cemidî

bi xwîna

firmêskên çavbelek

yên bêxew av didim

bi çirûska çira hêviya xwe

taristana hêlîna dilê xwe

yê serserî

û dînik diçirînim

di pêþeroja

bênasname ya xwe de

ji nû ve vedijenim

di destê dilê min

yê lerzok de

dîploma hîssên

tolhilanînê

pênûsê min yê evîndar

û birîndar

ramûsanan dibarîne

li ser mijangên rûpelên

deftera nava dilê min

yê bizdonek

di hêlîna dilê xwe de

bû me goga li ber lingên

holka lîstikvanan

pêþ ve û paþ ve

digindirim

ji hêlîna dilê xwe

yê wêrane

kevokên spî

yê aþtiyê

ber bi mij û dûmanê reþ ve

hildifirînim

ez

awazê dengbêj

Delîl Dîlanar

yê dilbiþewat

datînim

ser refa pirtûkxana

ruhê xwe yê xapînok

û dikevim

nav xeyalên kovane

 

 

       Xizan Þîlan

       2005-05-05

       Stockholm

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org