|
HENASA AWIRAN QELIÞÎ
bi
kilîda hêviyên piþtxûz dergehê
dojeha dil vedikim li
êþkenceya zîndanên hestên xwe dibim
mêvanê kurtepista þevbihêrkên
tarûmar kul
û kederê li
ser qefesa bêrîkirinên winda kevz
girt roj
û meh sal
û demsal aramî
û xoþewîstî bi
pêlên bareþa felekê re firîn zimanê
xweþbîniyê li
ber devê tirpana zikreþan ko
bû qeþmeran barê
êþa ewrên xof li
birîna piþta min siwar
kirin singûya
îxanetê di
mêjiyê azadiya ramanê de daçikandin coþa
silava rojên þad kût
û þerpeze bû wêne
bêwate stran
fetisî hezkirin
qerisî rengê
demsalan çilmisî henasa
awiran qeliþî kanî
ziwa bûn lehiya
demê berevajî
diherike dil
û kezeb di
pîzota agirê evînê de hatin
sotin heyv
û stêrk di
nalîna xewa herimî de xwîn
vediriþin li
sergêjiya lingên þemitok peyarê
di bin gavên min de westiyan êþ
û tirsê xwe
li parsûyê giyan pêçandin mîrata
xewnereþkên þevê kirasê
mirinê li
stûyê min alandin jêdûrketina
heval
û dostan ez
li kendalên tenetiyê xeniqandim li
nav refê teyran çûkê
xerîb û baskbirîndar im þahiya
bîranînên berbabûyî dilê
evîna derwêþê gerok awaza
bilbilê hesretkêþ axîna
kela dilê dengbêjan di
xwîna rehê kelecanê min de diperpitin li
kolanên bajarê bêxwedî li
þopa germiya dilovaniyê digerim toza
gunehên beden bi
xunava kulîlkên bihuþtê diþom her
roj firmêskên
dergûþa dil bi
þîrê hêvî û xeyalên qurmiçî aþt
dikim
Xizan Þîlan
2008-04-14
Stockholm
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org