HÊVIYÊN TAZÎ

 

 Xizan Þîlan

 

êdî pênûs

li bêdengiya perava helbestê

di xwe de fetisî

peyv

di ferhenga ziman de

ker û lal in

hevok

li çolistana giyanê

tî û birçî ne

her roj

li berbangan

nermiya sibê ya kenok

di asoyên awirên xwe de

mizdidim

bi þevê re

stêrên asîmanê

diherikin hinavên helbestên min

di koþka dilê xwe de

pel bi pel bêhna gulan

vediçinim

di xewnên bi tirs de

bi gavên þemitok

bêrawestan dibezim

li paytexta dilê min

pakrewan

govenda þadiyê

digerînin

min

kumê bindestiyê

ji serê xwe avêt

azadiyê li nav mêrgên

qefesa xwe diçêrînim

dergevanê nasnameya xwe me

rûmet

tifinga berxwedana min e

li heyverona zivistanan

pelên þaxa giyanê min

xwe dihejînin

bi teyr û bazên çeleng re

li asîmanan difirim

girêka êþ û tirsê

bi neynokên dilê xwe yê dînik

vediçirînim

qurnefîlan

bi rondikên çavên dilberê

av didim

qêrîna dilê xwe yê berketî

bi awaza strana Canê aþt dikim

min

qelemê koletiyê þikand

û dîlitî bi kindirê sêdarê ve

daliqand

ez

valahiya jiyana xwe

bi hêviyên tazî

dirêsim

dineqþînim

bi xwedî û têr dikim

 

 

 

             Xizan Þîlan

             2006-09-01

             Stockholm

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org