ÎSKEÎSKA BEXTÊ PÎNEKIRÎ

 

Xizan Þîlan

 

 

ez

li nav toz û dûmanê jiyana xopan

tawanbar hatim dinyaya

virek û gurî

li navbera parzemînên giyan

ba û bahozan nalenal e

erd û asîman lerizîn

dar û daristan rizîn

heyv û stêrk

di axîna çirûskên rêgeha xwe de

gevizîn

newal û robar qeliþîn

çiya û kevir qefilîn

dem û demsal werimîn

mûyên serê temenê bêbext

rûçikîn

kaniya þerbeta eþq û hesretê

miçiqîn

awirên silavên roniya beyanan

di xezeba ewrên bixof de

perçiqîn

neynika evîna dilê xeþîm

þikest 

þewqa çira odeya hestên þîrîn

vemirî

ramûsanên xunava lêvên þermok

kevz girtin

hêlîna beytikên gulîstana kesk

herifî

ji kezeba þevên tenetiya kambax

firmêskên þewata nalînan

diniqutin

ji çem û lehiyên westiyayî

qêrînên xerîbiyê diherikin

aramiya biharên rengîn

li nav pêlên çarenûsa pûç

wer bûn

hêvî û xeyal

di konçala dewranên genî de

fetisîn

stûna koþk û serayên piþta ciwaniyê

teliþî û hilweþî

hezkirin û bêrîkirin

li ber bareþa feleka xayin

têkçûn

roj

li tenîþta giyanê tevzînok

ketin xewa tiraliyê

þev

di kirasê xemgîniya kor û lal de

vediciniqe

li xewên þevistanan

siya tirsa xewnereþkên bixof

dipale ser qêrîn û hawara min

peþkên barana bextewariyê

li ser zeviya daxwazên perîþan

qet nebarî

xêrnexwezan

bîra êþ û keserê

li ser qefesa xeyalên piþtxûz

kolandin

bêhna kulîlkên azadiyê

li hingurê asoya çolên ziwa

çilmisandin

giloka werîsê bextreþiyê

li stûyê þahiyên þevbihêrkan

alandin

mecnûnê çolistanên gerok

di zîndana rûreþiyê de

dîl girtin

derdora rêya fezîleta derûniya min

bi agirê talana têlstriyan

rapêçan

êþa dengvedena gewriya

þikeftên hinavê min

kes nabîhîze

êdî ez her þev

li nav baxê ramanên Manî

þereba dilovaniya Ahûramazda

vedixwim

kul û birîna sirên bîranînan

bi þeweta dengê bilûra keserkêþan

dikewînim

hevokên bedena helbesta tazî

bi keskesora asoya deryayê

dixemilînim

li nav reþbîniya hestên newêrek

zengilê dergehên xweþbîniyê

dihejînim

bi saya tembîhgotinên Hesenê Metê

ji nav pêlên tofana gunehkariyê

difilitim

û di hembêza xewa mirinê de

bi feriþteyên dojehê re

direqisim

 

 

 

                           Xizan Þîlan

                           2009-03-09

                           Stockholm

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org