ji Eyþe Þanê re

 Xizan Shîlan

de bêje

lawik dilo lawik dilo

sergêjo

keserkêþo

dil bi kulo

di navbera

çar sînoran de

dîsa feryad û fîxanî

lo bilbilo

bi awaza strana te

ya þîrîn û narîn

ji kaniya çavên min

rondikên xeman dibarîn

bi dengê te

ya zelal û delal

vexwerina araqê

li min dibê helal

ez xweþ dibim

coþ dibim

mest dibim

tu

Eyþana çavbelek

dev bi hunerî

tu

kurdeke zarxweþ

welatperwerî

te

ji Cîhana derewîn

bar kir

ber bi rêwitiya nemirî

bi derd û kul û kederî

tu xanimeke

bi qedr û qîmetî

te li paþ xwe hiþt

jiyana bi zehmetî

û çûyî rehmetî

em

te ji bîr nakin

lê lê esmerê

Dilberê

tu evîna dilê kurdayî

li her derê

 

 

        Xizan Shîlan

        2004-11-18

        Stockholm

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org