|
KELKELA
HESTÊN CEMIDÎ Xizan Þîlan ez li derûniya
jiyana kambax laþê
ber devê dilþadiya
kurm û kêzika me li
valahiya asîman bersiva
pirsên nependî yê
gerdûna nava xwe me li
tenetiya þevistanên bizdonek hesretkêþê
li nav koçberiyê me giyanê
min li
taristana þevê di
tirs û jana xwe de diperpite di
kelkela tîrêjên tava rojê de diqefilim li
ber seqema zivistana xopan ji
german diqewirim xêrnexwezan li þefaqên
welatê rojê beybûna
qûntarên çiyayên min çilmisandin awaza
bilbilê baxê dil di
darbesta jiyana zindî de fetisandin di xewn
û xeyala pêþerojê de movikên
piþta bedenê min þikadin her þev feriþteya
xewnên tarûmar li
ber pencereya koþka dilê min destmala
silava mirinê dihejîne ez
di bin çirpandina baskên mirina
bêwext de piyala
þahiya bi yarê re dadigrim
û vedixwim bi
saya neynokên giyanê xwe di
koka êþ û xeman de ken
û þadiyê dikolim ji
nav striyên hiþkebeyaran kulîlkên
bihara qurmiçî berhev
dikim di bin lêdana
kamçiya zaliman de porê
serê îxanetê dirûçikînim kirasê
azadî û serkeftinê li
bejna hêviyên cemidî dixemilînim êþa
kul û birîna bîranînan bi
neqiþa keskesora aso radipêçim di
xwîna rehên laþê xwe de konê
vejîna çirûskên azadiyê vedigirim min tovê
bêçaretiya deman di
hembêza çerxa felekê de çand tofana
serdemên genî li
qolinca derwêþê sebirê sîwar
kir hêlîna
hestên penaber li
bandeva dîroka efsaneyan ava
kir û
bi kilîta henasa helbesta xwe deriyê
zîndanên rûtirþ vekir
Xizan Þîlan
2007-12-02
Stockholm
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org