KESERAN VEDIXWIM

 Xizan Þîlan

 

serpêhatiyên nependî

di dirindeya daristana giyanê min de

veþartî

xem û xeyalên bizdonek

li tenetiya þevan

tên pêþwazîya min

di bêhntengiya xwe de

têm guvaþtin

mij û dûmana erjeng

deþta mêjiyê min

girtiye

aramî û hêviyên min

li talana jiyanê

dîl hatin girtin

min

bêçaretiya keþtiyê

ber bi kersaxa asîmanê xwe ve

zivirand

berê xwe ber bi qibleya laleþ ve

diguhêrim

li þevereþên þilf û tazî

rondikên çavên Dilberê

diniqutin

dilê min yê birîndar

nîgara Dilberê

li pêþangeha bêxewiyê

radizênim

þewqa finda melûl

di helbesta xwe ya nîvco mayî de

direqisînim

kolanên hinavên min

toza bîranînan

vediþêre

roj

li neçariya xwe

di dilê min de winda dibe

li vî bajarê xopan

pelên salnameyan

di kîn û nefreta xwe de

diweþin xwarê

dengê kemana dilþewat

di asoyê çavên min de

govendê digerîne

stêra dilê min

rondikên xeman dibarîne

bi lêvên serxweþ

pêsîrên hestên tawanbariyê

dimijim

bi piyalan

ax û keseran vedixwim

li kortalên tenetiya min

þevereþan

di mestbûna xwe de

kevzgirtine

qalikê jiyana kavilbûyî

bi neynokên giyana xwe

diqeþirînim

ji raperîna pêlên kambax

difilitim

li nav baskên bayê reþ

werdibim

ji temendirêjiya xwe

digirîm

ji rapêçana mirina bêwext re

li daholê dixim

çend caran di xwe de

hatim kuþtin û zindî bûm?

 

 

 

             Xizan Þîlan

             2006-03-14

             Stockholm  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org