KEZÎZERÊ

 Xizan Þîlan

 

li perestgeha awirên dilê te

melodiya xwezginiyê

dilorînim

bedewiya te

di axîna maça xwe de

diguviþim

bêhna binevþan

ji bîranînan

difûre

giyanê min

di evînê de dîl e

li serkêþiya govenda te

meydan diheje

tu

li asîmana hebûna min

dûmeqeska pencera oda min î

li þevbihêrka evîndaran

hênikahiya þewata kezeba xortan î

li awazên fetisî

pirqîna gewriya nava dilan î

li temenê zivistanan

berfîna li qûntarên Çiyan î

li bêdengiya þevistanan

kaniya peyvên min î

bêrîkirinên min

li hesreta zozanên bejna te

diçêrin

li binehiþiya xewnan

dengê diltenikiya

henesa te me

di keskesora çavên te de

li veþartokên zaroktiya xwe

digerim

li temenê kambax

ciwanekî kal im

min

coþ û þahî

ken û girî

li paþila asoya çarenûsa xwe

veþartin

were

bi gulgenimên porê xwe

bextewariya kal

ji nû ve bihûne

bi çirûskên bîbikan

ewrên xeyalên min

bireqisîne

li tenetiya siya þevê

stêrkên xwe

di gerdûnê pêjnên min de

biçirisîne

li Welatê min

dîlana raperîna newrozê

bigerîne

bi biþirînên lêvên xwe

kevokên aþtiyê

li parzemîna dilê min

bifirîne

êdî þev û roj

di kesera dûmanê cixara min de

sergêj û mest dipekin

gewde li min dilerize

giyan diheze

xwîn digevize

qolincên mêjî ditevizin

were kezîzera min

di agirê qefesa xwe de

min vejîne

þewata nalînan

bi cotmemikên sînga xwe

bikewîne

 

 

 

                        Xizan Þîlan 

                        2007-01-11

                        Stockholm

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org