KOLANÊN BÊWÎJDAN

 Xizan Þîlan

 

kolanan

di bêwîjdaniya xwe de

berê xwe ji min guhartin

derdora azadiya min

bi têlstîriyan

dorpêç kirin

roj

ji min dizîn

roj

min ji min didizin

û ez

firotim feleka qehpik

di  binçengên þevên tenetiyê de

veþartin

bi nalînan

bi axîn û keseran

nixumandin

baskên hêvîyên salên min

þikandin

ber bi toza bîranînên

lanetbûyî ve firandin

bîra tirs û xofê

di dilê min de afirandin

tofana zîpikan

bi ser min de barandin

kolanên bextreþ

di xwîna zikreþiya xwe de

gevizîn



dest û piyên dilê min jî

di poþmaniya gavên xwe de

lerizîn

Çeqelên kolanan

li îstgeha giyanê min ya dawî

bi awirên zexelane

li hêviya xwekujiya min

rawestiya ne

di guhên min de ewte ewt in

û bi laþê mirina min

mijûl in

ronahiya rojên min

di asoyê çavên min de

kor kirin

roj

ji ber gavên min

sersem û sermest dipekin

û di korta çavên min de

winda dibin

pêþeroja min

mîna lehiyek bêxwedî

ber bi þopên nediyar ve

diherike

li nav lepên kolanên bêwîjdan

di bêçaretî

bêkesî û bêdengiya xwe de

difetisim

di goristaneke bêgor de

li navbera mirin û jiyanê

dilikumim

dûpiþkên kolanan

di qesr û qonaxên giyanê min de

cîrîdan davêjin

û jehra çavnebariya xwe

di çermê min de berdidin

temenê min bûye

xweliya li ber lingên

zaliman

rûpelên parsiyên min

di bin dagirtina

qelemê êþan de

dîsa qîrçe qîrç in

kolanan ez spartim

paþila þevên wêran e

mîna kusiyê

di qalikê xwe de veþartî

di qefesa zîndana

oda xwe de girtî me

mîna masiyê bê av

li qeraxa þîpa xwîna xwe

diperpitim

li nav aþîta temenê xwe

can dikêþim

bîhna mirineke bêwext

ji henasa min difûre

bi hawara min ya bêdeng re

berbangên asîmanê

digirîn û diqêrin

pêlên bahoza çemên vî bajarî

bi xem û xeyalên

dil û kezaba min re

rovî rakirine govendê

 

 

 

           Xizan Þîlan

           2005-12-12

           Stockholm

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org