LANETA DEMSALAN

 

 Xizan Þîlan

 

li jiyana kevzgirtî

ahenga janê me ez

ji çiçikên xemgîniya serdeman

meya êþê dimijim

li kolanên xerîbiyê

lehengê tenetiya hilmgirtî me

li rêzên rûpelan

hevokek bênoqte me

li tariya mij û dûmanan

peþkên baranê me

di movikên gerdûnê de

xaçepirsek neferisandî me

li þevistana bêdengiyê

sîwarê peyva me

li kûrahiya pêlên bîranînan

noqî deryaya keseran dibim

bêhna nîkotîneke tevzînok

xwîna laþê min

rapêça ye

li þev û rojan

girtiyê oda xwe me

êþ û tirs

mêhvanê koþka giyanê min in

li kemîna tofana îxanetê

bûm nêçîrvanê nêçîra xwe

pêþeroja xwe

di qalikê hêviyên þikestî de

vediþêrim

di axîna kul û kederan de

biyaniyê derûna laþê xwe me

westîbûna temenê xwe

di melûliya awirên dilberê de

vedihesînim

xeyalên þevên newêrek

li sergêjiya qêrînan

di xwe de qurmiçîn

hest

li nav lepên laneta demsalan

di hêsirên veçiriyayî de

dibehicin

raman

li bêxewiya bawîþkên xopan

di gewriya xençereke tûj de

dixeniqe

hêlîna xem û xeyalên xwe

di nalîna helbestan de

ava dikim

êdî min

di azadiya vîna xwe de

daxweza nefsê kuþt

bêhna bayê mirineke bêwext

ji firnikên min

difûre

werin

gora cendekê min

di awaza stranan de bikolin

bi axa def û zirneyan

binixumînin

 

 

              Xizan Þîlan

              2007-02-12

              Stockholm

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org