LÊ
LÊ BEJNFODILÊ Xizan Þîlan
li
gulistana xewn û xeyalan morî
û mircanan li
gerdana dilê te dineqþînim ji
pêta maçên lêvan þerbeta
gerdeka þevên te vedixwim li
mestbûna bejna fodil bextewariyê dihûnim wek
zarokekî þîrvebûyî xwe
diavêjim dest
û ling û bextê te bi
lezeta awirên hesretkêþ hîqehîqa
henasa gewriyê diramûsim ji
pêsîra xemgîniyê þîrê
ken û þadiyê dimijim ez li
nav baxê bêdengiyê guleke
sêwî me di
giyana gerdûnê de gerstêrkê
bêrêgeh im li
dor þewqa çira odê perperikê
þevistana me li
nav mêrg û çîmenan çemekî
rût im êþa
giyanê xwe dispêrim bayê
gulgenima porê te li
kolanên koçberiyê li
siya germa henasa te digerim di
rêwitiya serdeman de sembolê
êþ û keserê me êdî
bes e were bi
kilîta dilovaniya xwedawendan deriyê
bihuþta dilê min veke çûka
þaxa taristanên xwe di
sîngê asîmanê min de bifirîne rondikên
nalînan di
doþeka qefesa xwe de haþ
bike li
ser textê Cîhana min bibe
sultana stêrkên asîmanê
nava min bi
tîrêjên melûliya awirên xwe kul
û birînan bikewîne li
çerxa aþê hêviyê kîn
û nefretê bihêre evîndarî li
hesreta bendewariyê kal
û pîr bû firmêskên
bîbikên çavên ziwa bi
xumîna þîpa kenê xwe rawestîne neynika
dil li
seqema bêçaretiya demsalan di
koçberiyê de kûd
û þerpeze bûn qêrîn li
wargeha awaza dil qurmiçîn pêjn di
bin lihêfa axînan de qurifîn were westîbûna
bîranînan li
seyrangeha payîzên xwe vehesîne þopa
siya mirina min bi
sakoyê jana helbestan bipêçe di
taldeya newaleke bêîman de binixumîne û
straneke kezebþewat di
ferhenga destanan de bilorîne
Xizan Þîlan
2007-07-07
Stockholm
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org