|
LÊ LÊ ESMERA ÇAVÞÎN
dergehên keleha sîng û berê xwe ji stûxwariya lome û gazinên min re veke ez li ser mîndera qedîfe ya koþka bejn û bala te rûnim nameya kurteçîroka xwe diyarî neynika odeya te ya diltenik bikim were bi saya derenceya dermanê awirên melûl dakeve nav kerba hinavên jiyana rojên min lê lê xatûnê li welatên xerîbiyê li dûrî te li koçberiyê li kolanên bajarê sêwî di kelejana tenetiyê de mîna mecnûnan digerim lê lê sîngsedefê rengê nale nala axînên min çîlspî ye rengê perdeya bextewariyê reþtarî ye baskên lorîna xewa þevan þikestin çûkên xewn û xeyalên þîrîn li asîmana giyanê piþtxûz êdî nafirin lê lê gerdenzêrê min berê qibleya duayên xwe li nav toz û dûmanan di þopa gera sînorên te de winda kir ji henasa qêrîna gewriyê bêhna axa sirgûnê difûre karwanê evîna çola sehrayê di bendewariya germa qijqijî de westiya katjimêra zendê demsalên têkçûyî rawestiya lê lê rindê yasemîn û nesrîna bêrîkirinan di hesreta tunebûna te de reþ girêdan tofanên dema bêwijdan li ber esaleta meþa gavên min rêz û hurmet girtin çokên bedenê perîþan di sernermî û dilsoziya xwe de kût û þerpeze bûn li paytexta rezîl û riswa tam û lezeta silavên beyanan genî bûn dîwarên qonaxa þevbihêrkên þad herifîn laþê ferhenga gotinên rût cemidî lê lê dilsafê kilîda deriyê çarenûsa xopan qet venebû salnameya roja dayikbûna min pir poþman e ez dîsa di bêçaretiya hestên xwekuþtinê de li zîndana êþ û keservedena þevên xwe vegerîm dengê pêlên tirsa bayê xeþîm di guhên bêxewiya nivînan de wîzewîz e
Xizan Þîlan 2009-09-12 Stockholm
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org