LI DÛRÎ TE

 

Xizan Þîlan

 

dengê têlên kêmanê

dilê xwe yê jar

diyarî

melûliya awirên te dikim

wêne bêreng in

awaz bêdeng in

dar piþtxûz in

þax xemgîn in

pelik diponijin

daristan tarûmar e

þadî îskeîsk digirîn

kanî dimiçiqin

dem qurmiçîn

awir

li xilmaþkiya çavan

dicefilin

hevok

li ser lêvan nîvco man

hest

li keziya porê te

penaber in

bextewarî

di gola hesretê de

xeniqî

neçarî

li ser dilê min

bû xençereke zengarî

derya

li agirê evîndariyê

keliya

li perestgeha giyanê

benê tizbiya duayên min

qetiya

pêjn

li kurtepisteke ne diyar

diperpitin

hêvî

li nav pençeyên bareþa felekê

perçiqîn

li dûrî te

helbestan

li bejna te ya zirav

dihûnim

li kolanên xewle

toza baranê li xwe dikim

bîranînên xwe

li hêlekana havîngehên te

dihejînim

sewdaseriya te

kezeb û cîger

li min peritandin

ji þûþeya sermestiyê

êþa keser û nalînan

vedixwim

were

li leyistika þevbihêrkan

bibe kembera nava min

bi çirûskên kenê xwe

tariya þevistanan

bidirîne

bi dengê lorîna êvarên xwe

ji çavên mirina min

axîna firmêskan

bibarîne

min

li xem û xeyalên bizdonek

bi germa henasa xwe

binixumîne

li dûrî te

ez bûm qirþûqal

û pûþekî teriqî

li nav lîtavan

çûkekî perþikestî me

li valahiya asîmanê

ewrekî bedbext im

her roj

di hembêza nebûna te de

hezar carî dimirim

û zindî dibim

 

 

 

              Xizan Þîlan

              2007-04-01

              Stockholm

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org