|
Ji
bo bîranîna Wedat Aydin MIRINA BEXTEWAR Xizan Þîlan Min
navê xwe ji axa welatî, ji destên qeliþî, ji enî û serçavên bi xwîdan,
ji axîn û nalîn û stranên dayikan, ji çemên mîna Diclê û Feradê
dinalin, seri radikin diqêrin û diherikin, ji
karker û gundiyên xwe, ji dîroka xelkekî bindest û hejar, ji xwîna
mirovên wek egîdan, ji gelekî tî, tiyê azadiyê wergirtiyê min navê
xwe. Min
paþnavê xwe ji tîrêjên tavê ku di berbanga sibehê de tariyê ronî
dikin, ji þewqa heyvê, ji stêrkên ku li asîman di tarîtiya þevê de
diçirisin, ji þewqa zanînê, ji çavên ku rastî û ronahiyê dibînin,
ji zimanên ku nayên qeyd û bendkirin wergirtiyê min paþnavê xwe. Werin
em tevde û wekhev biqîrin. Nîþan bide egîdiyê, ev meydan a þêran,
hilîne heyfa bav û kalan, jêke zimanê rovî û çeqelan, ava bike warê
þêr û mêran. Bi eynî hest û hesretê, bi eynî sewdayê diperpite dilê
me. Em yekdilê axekê ne. Dest bidin hev, hîs û daxwaziyên xwe bikin
tev. Ev çi rik û nefret e, ev çi axatî û begitî ye, cudebûn û dawayê
xwînê ye? Ev ne dûr e, aha
li kêleka me ye evîna welatê min. Ala kesk û sor û zer, dîlan û
strana min. Ez niha bextewar im bi mirina xwe û bi navê welatê xwe þehîd
ketime. Eger rojekê mirina te bibe, bila di riya wê de be. Riya azadiyê
ya birûmet.... Ev
diyar diyarê me ye, diyarê Bekiran û ronakbîran. Ez jî parçeyek ji
nava dilê Diyarbekirê diçirisîm
wek agirê azadiyê. Di navbera heft deriyên Kelê de, ber bi ronahiyê
ve.... Ev mij û dûmanê ewrên reþ ku xwe dagirtiyê ser bajarê
Diyarbekirê dê bidire, biqeliþe û tune bibe bi saya þewqa ronahiya
Aydinan, zana û ronakbîran. Eger
tu gulleya xwe a yekemîn berdî û biteqînî di serê dijmin de, ez ê
bibhîzim hevalo di nava gora xwe de. Ev gulleyên bi xiyanetî di mêjiyê
min de hatibûn berdan dê bînin bîra min. Eger
tu bi çoyê þivan û gavanan, wekî sîwarê hespê bajoyî ser dijmin,
qirr û talan bikî ez ê bibhîzim hevalo di nava tirba xwe de. Ev þaxên
darên ku li hêla gora min ber bi çaraliyan ve xwe
dihejînin dê bînin bîra min. Eger
tu bi kevirê destê xwe serê dijmin biþkênî û biqeliþînî, ez ê
bibhîzim di nava tirba xwe de. Ev kevirê nemir ku li ser gora min hatiyê
danîn dê bîne bîra min. Ez ê dîsa þa û dilþad bibim hevalo bi
mirina xwe. Eger
tu digel gelê min, bihev re wekî çiya û zinaran bi yekdil û yekmil, bi
yekdest û yekmist li
hember dijmin rawestî, ez ê bibhîzim hevalo di nava gora xwe de. Ev dilên
þervanên azadiyê yên qehreman û nemir ku di navbera çiyan de raketine
û hatine binaxkirin dê bînin bîra min. Eger
tu rojekê li ser ev axa azad, bi serbestî dest bi reþandin û çandina
zeviya xwe bikî, ez ê bibhîzim di nava gora xwe de. Ev bîhna gulên kesk
û sor û zer ku li ser axa gora min dibiþkivîn û rehê xwe ber bi dilê
min ve berdide dê bînin bîra min. Ez ê dîsa bextewar bibim hevalno bi
mirina xwe. Min
li ber çirûskên þewqa ilmê got ev rastiya. Min pêþkeþ kir ramanên
xwe yên ronakbîrî û ji bo azadiya welatê xwe bexþandibû canê xwe.
Agirê dilê min dê dîsa gurr bibe û biperpite di bin axa min de. Eger
tu ala xwe bihejînî li ser axa þaristaniya Kurdistanê, ez ê bibhîzim
di gora xwe de. Ev þaxên daran ku li hêla min xwe dihejînin dê bînin bîra
min. Ez hê dijîm di dilên we de, li ser ev axa delal. Çawa ku jiyaneke
bextewar hêvî dikim, mirineke bextewar jî hêvî dikim heval û hogirên
min. Xizan
Þîlan
1991-08-08 Stockholm
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org