MIRIYÊ ZINDÎ

Xizan Þîlan

 

di neynika dilê xwe de

li nav qermîçokên

eniya xwe

pêrgî jana xerîbiyê têm

pira hêviya min

ya li navbera berbangê

û asoyê

hilweþandin

toza bîranînên

lanetbûyî

bi kefa mistan

bi ser min de

daweþandin

mayînên bagêje

di mêjiyê min de

teqandin

nikarim

xwe ji pençên

kurtepista zimanê deyûzan

biparêzim dayê

çavsorî

hesûdî

û zikreþiya mirovên çeqel

bîr û baweriyê

li min diqurifînin

jiyanek zindî mirî

li min sîwar kirin

di jiyana talanbûyî

û giyanê xwe de

bûme qulingê koçeber

ji ber awirên þermok

hîssa tawanbariyê

û evîndariyê

bêhn li min diçikê

piþt li min xûz dibê

dil li min zîz dibê

di nav êþ

hêrs û tirs

û bêdengiya xwe de

difetisim

wekî ku ez

ne ji te

ji zikê janê çêbûbûm

êþan

bi awirên zexelane

ez ji paþ ve

xençer kirim

hevsarê xemgîniyê

xistin stûyê

hêviyên min

û þewqa fanosa

pêþeroja min

li min tefandin

dayê

ez niha

ji piyala hesretkêþan

keserkêþan

û serxweþan

hêstirên dilê te

vedixwim

û her roj

bi zindîbûna xwe re

dimirim

li ber dîwarên

kolanên hinavê min

yên bênavnîþan

kêlên gora min datînin

 

 

 

       Xizan Þîlan

       2005-06-09

       Stockholm

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org