PÊJNÊN
LAÞÊ
MIRÎ
Xizan
Þîlan ez li
seqema zivistanên xopan dergevanê
ber deriyê asoya
havîngehên te me di
fala qehweya esmer de li
þewqa rûyê te yê fîncanî digerim dil
û kezeb li
kelkela bêrîkirina evînê hatin
biraþtin yasemîna
guldanka dilê çilmisî bi
hêstirên êþa bîranînan av
didim li
ber bayê pekîna gavên te di
derûniya giyanê xwe de kaþ
dibim ji
salnameya temenê wêran keser
û nalîn dipale
ser sîngê min wêneya
siya bejn û bala te li
gerdena rawestgehên meyxaneyan dineqiþînim ji
piyala dest û lepê serxweþan meya
awirên te yê efsûnî dinoþim ji
rengê hineya kefa destê te bêhna
hesreta min difûre di
dûmanê cixara xeman de noqî
deryaya þefaqên te dibim li
ser balgiya xewa þevistanan miþextî
xewn û xeyalên te dibim tu li
ser rafa koþka dil çirûskên
finda kerba þeven min î êdî
bese were qêrîn
û hawar di
gewriyê min de fetisî bi
neynokên eþqa dilê xwe êþa
perdeya giyanê min bidirîne veçirîne di
hêlîna kenê þermok de awirên
min yên sêwî bihewîne cemeda
hestên tevzînok bi
hilma henasa xwe bihelîne ji
kaniya bostanên xwe bereketa
xwedawendan li
ser þuva bedenê min bibarîne bihareke
bi gula helbestan dagirtî diyarî
jana dilê min bike pêjnên
laþe mirî bi
lezeta zimanê hingivî û
bi maça lêvên qedîfe ji
nû ve vejîne
Xizan Þîlan
18-09-2007
Stockholm
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org