QEDERA SERSERÎ

 

Xizan Þîlan

 

 

pênûs

di êþa rondikên awiran de

helbesta kezebþewitî

dinivîse

wêneyên bîranînan

di albûma qalpaxên çavan de

dilop dilop ziqim û mitikê

vediriþin

kul û derd

keser û nalîn

bûn rawestgehên temenê wêran

ewrên xemgîn

xwe dagirtine ser bafiroka

rûyê demên min

bêdengiya  pêlên bayê mirinê

qeraxên gola hestên þîrîn

kuncirandin

çeqelên serdema xopan

hêvî û xeyalên rengîn

ji baxê kêf û seyranên min

dizîn

þadiya bêhna gulên biharê

li nav taristana lîtavên genî

xeniqî

bextewarî

di quncikê þevên xewle de

herimî

wêrekî

di xezeba tofana teyrokan de

qurifî

tûrikê jiyana bûdele û serserî

bi teþqeleyan

hatiye dapisandin

rûmet û hurmet

xoþewîstî û dilovanî

neqiþên keskesora exlaqê min in

ez

bi saya arifbûna giyanê hejar

boxçeya tirî ya dilê xwe

ji her kesî re

vedikim

bi pêpelokên xweþbîniyê

ber bi asta fezîletê ve

hildikiþim

li rêwitiya çolbeyaran

bi derwêþan re

cil û bergên sebirê

li bedena derûniya tazî

dipêçim

min

qêrîna demsalên xemkêþ

bi þeraba xumrî

meyand

bi pembûya spî

xemiland

li ser hêlekana berfa cemidî

hejand û kire xewê

                     

                     

 

                      Xizan Þîlan

                      2009-08-15

                      Stockholm

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org