QERFÊN JIYANA ZENGARÎ

 

Xizan Þîlan

 

bêhna goristana genî

ji çermê xewnên qurmiçî

difûre

bêdengiya henasa qewirî

bûye meydana þerê navxweyî

ji bazara xem û xeyalan

dermanê keserên jana dil

dikirim

têlên tembûrê

li þuhreta bajerekî xerîb

xatir ji biharên min

xwestin

xêrxwazî û xweþbînî

li ber wîzîna bayê

qerfên jiyana zengarî

talan bûn

tîra êþa evîna dil

di kevanê çerxa felekê de

werbû

li sergêjiya rojên hawarê

xençereke devtûj

di kezeba min re çû xwarê

sal û demsal

mîna sireke nependî

di kefa destê min de

diherikin

giyan

di hembêza þevên bêxew de

dipengize

bi saya pênûsê ker û lal

formûla endazeya gerdûnê

çareser dikim

min

gopala destê hêviyên kal û pîr

li kêleka çinara piþtxûz

ramedand

her roj

bi feriþteya xewa mirinê re

direqisim

 

 

 

                     Xizan Þîlan

                     2008-06-16

                     Stockholm

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org