|
RÛPELÊN DÎROKÊ
li
ber bayê bagarê rûpelên
dîrokê dadiweþînim ji
gemarê dîroka
kevnare dîsa
dibû dubare pêþeroja
mirovahî ye tarî
ye ronahî
ye ne
diyar e! çendî
zeman e bi
salan e dîsa
îþkence û talan e dem,
dema gurên devbixwîn
û hovan e qêrîn
û hawara bav û kalan e dilê
min jî dilekî bi kovan e li
ber dîmenê foto û kameran zencîr
xistin destê cameran ey
dîrok dîrok! ji
bîrbûne destan û çîrok sergovendên
li dîlan û dîlok dîrokê
ez dîsa xapandim bi
min kenî kolan
û xendekên bi
xwîn û genî Welat
bi Welat geriyam di
ser sînor û qiteyan re dageriyam min
got; ka
rastî û durustî hevaltî
û dostî azadî
û serbestî aþtî
û rûmetî û
evîndarê
dilketî? bi
awayekî xemgîn û matmayî ez
dîsa li xwe vegeriyam li
ber bayê seqemê dê
ez ê danîþim li
ser kursiyê meqemê rûpelên
rûreþ biçirpînim bi
destên xwe biçirînim li
ber ba kim weke ka ye li
ber awaza kilameke
serhawa ye li
ber bayê bahozê rûpelên
dîrokê dadiweþînim
ji tozê ez
ê çi bibînim hevalo! li
ber devê cinawiran laþê
berxa kozê û
mirovahiya li ber aforozê ji
rûpelên rûreþ mêrkujî
xwînmijî
qirêjî
dirijî dipijiqî
serçavên axa
þaristaniya Cîhanê bi
destê mirovên hov û bejî hawaaar
hawaaar ez
jî di
nav kûrahiya ramanên bi êþ li
nav bêtalîha feleka qehpik di
navbera mirin û jiyanê de bi
dilekî sûvêhatî westiyayî bi
stûxwarî li
vî warî li
wî diyarî bi
çavên kelegirî diçûm
û dihatim bi
gavên sist û pist mîna
dînan xwe bi xwe dikir
piste pist û
seri li dîwar
dixist Bijîþkan
gotin nexweþiya
te nexweþiyeke
psykozê li
ser kezeba min ya reþ devê
kul û birînê vedibû mîna
nexweþiya sîrozê bi
navê Bavê Nazê didim
sozê ez
ê wan
nexweþî û qirêjiyan biçinim
û bidim hêrandin bi
saya Aþ û Patozê nêrgîz
û kulîlkan bireþînim deþt
û baniyan bixemilînim bi
kulîlk û þînahiyê li
ber dengê wîzewîza mêþ
û mozê
Xizan Þîlan
2004-05-25
Stockholm
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org