|
RÛREÞIYA DIRAV Xizan Þîlan
Di ser jiyana min re pêncî û pênc sal derbas bûbûn. Min navê wî
sedhezar caran bihîstibû. Lewra mirovan bi dilekî þad gelek caran ji min
re qala wî dikirin. Lê min nedizanî ka ew çi mehlûqat bû? Min bi dil
û can dixwest ku nêzikî wî bibim, bibînim, nasbikim û di derheqê wî
de agahdar bibim. Lê ew tim û tim ji min dûr bû. Wekî ku ji min xeyidîbû
an jî nediwêrî nêzikî min bibe û her dem berê xwe dida çol û
beyaran û bi gavên lezok ji ber min direviya. Roj, meh, sal û demsal mîna
ava lehiyan di jana henasa awirên min yên xemgîn de melûl melûl diherikîn.
Her roj di êþ û kesera sînga xwe de kal û pîr dibûm û temenê wêran
li min kin dibû.
Rojeke biharê û danê êvarê li ber siya dareke stûxwar û piþtxûz
rûniþtibûm û min piþta xwe jî spartibû dara piþtxûz. Wek her demê
min dîsa bi ramanên xwe yên tevlihevbûyî û bi laneta bîranînên
zaroktiya xwe ve di deryaya xem û xeyalên bêbinî de avjenî dikir. Bayekî
hênik û nermik rûyê min mizdida. Ji dûr ve tiþtek jî li ber ba diket
û ber bi min ve dihat. Min çavên xwe berdabûn wî tiþtî. Ew nêzikî
min bû û li ber çavên min bi bayê nermik re hêdî hêdî difirî û di
ber min re derbas dibû, diçû? Min hema hêz da xwe û rabûm ser piyan.
Min xwe da pê û gêhîþtim wî, min pê girt heyna û kir nav lepên xwe
û lê mêze dikir. Kaxizek bû, wêneyeke mirov û nivîsa reqeman jî li
ser hebû. Qey te digot laþê wî ji tirsan di nav lepê min de diricife.
Di navbera awirên min yên mereqdar de, piþtî demekê ziman kete devê wî
û bi hêrs got; ”Min ji nav lepên xwe berde, dê ez ê bi rêya xwe de
biçim.” Min
got; ”Ez te ji destê xwe bernadim. Ewqas sal li ser temenê min derbas bûn,
min tu ne dît û ne jî naskir. Ez bi dil û can dixwazim te binasim.” Min
ew razî kir û da ber xwe û dest bi pirsan kir. -Ji
kerema xwe tu dikarî xwe bi min bidî naskirin, ma tu kî yî? Got;
”Ser serê û ser çavan.” -Navê
te bi xêr? -Dirav
e -Tu
ji ku derê yî? -Ez
ji Dinyayê têm. -Kengî
tu ji dayika xwe bûyî? -Dayika
min nîne. -Ma
tu çawa hatî dinê? -Mirovan
ez afirandim. -Kengî
tu bi destê mirovan hatî afirandin? -Dema
ku mirovan bi hevre dest bi danûstandinê kirin. -Tu
ji mirovan hez dikî? -Got;
Na, na… -Gelo
mirov ji te hez dikin? Bi
rûkenî bersiva min da û got; ”Gelek.” -Çima
ewqas pir ji te hez dikin? -Dilê
wan þad dikim. -Ma
tu her dem dilê wan þad dikî? Got;
Na, na… -Çima
tu dîsa dibêjî na, na? -Ez
carnan kêfxweþî û þadiya rojan li wan diherimînim, bi salan jiyanê li
wan dijehrînim û xewa þevan li wan direvînim. Li bejna bihara wan ya
rengîn û bêhnxweþ babilîsoka seqema zivistanan dipêçim. Di henasa
gewriya wan de bîra êþ û tirsa demsalên kambax dikolim. Nefreta xweliya
toz û dûmanan li ser gora wan dibarînim. Min
bi zimanekî nerm pirsa xwe dubare kir û got; ”Çima tu bîra êþ û
tirsê di dilê mirovan de dikolî?” Wî
jî bi dengekî bilind û ji xwe bawer bes got; ”Ev karê min e.” -Tu
cil û bergan jî li xwe dikî? Got;
”Belê…” -Tu
kîjan rengê cil û bergan li xwe dikî? -Ez
bi hezaran rengê cil û bergan li xwe dikim û dikevim her rengê û
qaliban. -Ma
tu çawa fêrî wan reng û qaliban bûyî? -Ji
mirovên bêþeref, bênemûs û derewîn. -Tu
jî derewan dikî? -Bi
hezaran rengî derewan dikim. -Tu
di jiyana xwe de qet qenciyê nakî û rastiyê nabêjî? -Girêdayî
berjewendiyên min yên li ser cîhanê ne. -Li
min bibore, te gotibû kar… Ey Dirav, karê te yê li ser cîhanê çi ye?
Meraq dikim ka tu çi karî dikî? Tu dikarî ji min re bi aweyekî aþkere
þirove bikî? Got;
”Ser serê û ser çavan.” -Mirov
te bikartînin an tu mirovan bikartinî? -Bi
awirên xwe yên zexelane li nava çavên min nêrî û got; ”Ez mirovan
bikartînim.” -Ma
çawa dibe, mirov ji bo ku te bikarbînin tu afirandine, ne wisa ye? -Belê,
lê mirovan ez rasterast bikar ne anîme, îro jî ez wan di rêyeke nerast
de bikartînim. -Qesta
te ji rêyeke ne rast çi ye? -Carnan
ji bo kuþtin û xwînrijandina kesên feqîr û belengaz û talankirina
welatên azadîxwaz, mirovan di rêya xirabiya hilberînên tang û top,
tifing û bombeyên jehrê de bikartînim. -Gelo
rûmet hurmeta te ji mirovan re heye? -Qet
tune ye… Ez exlaq, þexsiyet, qedr û qîmeta wan dixim bin lingên xwe û
bi salan diperçiqînim. -Lê
rûmet û hurmeta wan ji te re heye, ma tu çima heqaret û qeleþiyê li
wan dikî? -Min
ji te re qalkiribû, ez ne diravekî rast û durist im. Di saya mirovan de
ez dikevim her rengî û qalibî. -Lê
ji bo mirovahiyê qet ne baþ e? Got;
”Karê min yê li ser dinê ev e.” -Ey
Diravê rûreþ, tu carnan dilê mirovan þa dikî, lê pirî caran jî
neheqiyê, pîsitiyê û dijitiyê li mirovan dikî, ma tu çima hatî dinê? -Ma
gunehê min çi ye? Mirovan ez afirandim, here ji wan bipirse! -Wekî
din tu çi dikî? Hinekê ji min re behsa tiþtên ku ez nizanim bikî, dê
baþ bibe! -Ma
tu çima ewqas tiþtan ji min dipirsî? -Ez
dixwazim te hê baþtir binasim. -Ma
tu ne mirov î? -Belê
ez mirov im. -Te
ez afirandim, divê tu min baþ nas bikî. -Ez
bi serê gora kal û pîrên xwe sond dixwim, min tu ne dîti ye û ne jî
naskiri ye. Min bes nav û dengê te bihîsti ye. -Pir
spas dikim ku te nav û dengê min bihîstî ye. Min
di wê navberê de cixarek vêxist û bi kiþandina hilma cixarê re got;
”Lê ez qet tu spasiyan ji te re nakim ey Diravê rûreþ.” Wî
jî got; ”Ez gelek li te bi hêrsbûm. Çima tu ji min re dibêjî ”Rûreþ”?
Dê min ê li vir tu yê bikuþta û parçe parçe bikira û goþtê laþê
te jî bida ber diranên rovî û çeqelan. Lê pir mixabe ku ez bi tena serê
xwe me.” -Çima,
tu bi tena serê xwe nikarî min bikujî? Got;
”Na, na… Piþtbazî û hevparên min ne li derdora min in.” -Hevparên
te kî ne? -Sermaye
ye. -Tu
dikarî wateya sermayeyê ji min re bibêjî? -Sermaye,
ji diravên wekî min pêkhati ye. Em þirîkê hevûdu ne, eger yek ji me
ji teqetê bikeve û nema bikaribe karê xwe yê mêtinî û kedxwariyê li
ser û bin axê bidomîne, xwîna rayên cane mirovan bimijîne, hema em
radibin û bi yek armanceke herî bingehîn xwe digêhêjnin hevûdu û bi
hev re -yekeniyê- ava dikin. Navê me yê li ser rûyê dinyayê -YSNN- ye. -Wateya
wê çi ye? -Yekîtiya
sermaye ya navnetewan e. -Tu
li ku derê dihewî û li ku derê jiyana xwe berdewam dikî? Wî
serê xwe çep û rast zivirand, li jêr û jor temaþe kir û got; ”Li
her derê.” -Gelo
qesta te ji her derê çi ye? -Ez
carnan jiyaneke xweþ û geþ li mirovan dibexþînim û di hîqehîqa kenê
rûyê wan de stêrkên asîmanê diçirisînim û li nav xewn û xeyalan
dilþad dikim. Lê carnan jî þewqa çira odeya malbatan vedimirînim,
rondikan ji çavên dayikan dibarînim, porê serê wan dirûçkînim, dil
û kezebê li wan dipertilînim, dayik û bavan ji hevûdu vediqedînim, kor
û felc dikim û jiyanê li wan diherimînim. Azadiya mirovan bi zorê, bi
tade û lêdanan ji destê wan digirim, bi salan dikim zîndanan, qeyd û
bendê li lingên wan dixim û di ber êþkenceyan re derbas dikim û
dikujim. -Eger
mirov an jî welatek azad bibe û di xweþî, rihetî û aramiyê de bimîne
û bijî, ma kêfa te jê re naye, ma dilê te pê þa nabe? Got;
”Na, na…” -Çima
tu dîsa dibêjî na.. na..? -Ez
xêrnexwaz im, bes berjewendiyên xwe diparêzim. -Ma
ew xêrnexwazî, tu ji kê fêr bûyî? -Ji
mirovên çavsor û zikreþ fêr bûm. Min
got; ”Tu ji bo dergûþ, zarok, xort û ciwanan çi difikirî?” -Ez
dergûþên ku hê ji dayika xwe nebûne, ligel dayikan di malzaroka wan de
difetisînim. Keç, bûk, jin û xortên ciwan li ber kendal û dîwaran tazî,
birçî û sêwî dihêlim û piþt re laþê wan pêþkêþî firotina
xirabiyê dikim. -Tu
ji polîtikayê fam dikî? Mirûzê
xwe tirþ kir û got; ”Ma tu çi pirsên wisa tamsarkî dipirsî?” -Ango
bi pirsgirêkên mirovan û welatan jî mijûl dibî? -Ew
her tim karê min e. -Tu
karê xwe çawa bi rê ve dibî? -Ez
karê xwe di rêya dek û dolaban de dimeþînim. -Tu
dikarî wateya vê piçekê þirovekî? -Ez
hinek kesan dikim serok û serokwezîr. Wan mîna axa û began li ser textê
koþk û qonaxan bi xwedî dikim. Hinek kesan jî dikim parsek û li kolanên
bêxwedî di perîþaniyê de derbeder digerînim. Saziyên dadgehan, qanûnên
mirinê, girtîgeh û êþkencexaneyan ava dikim. Di van sazî û dezgehan
de mirovên zilimkar, mêrkuj û Celadan bikartînim. Bi destê Celadan
giyanê mirovên bêtawan, bêguneh jê dikiþînim û bi zor û kotekê êrîþ
dibim ser gelên azadîxwaz. -Karê
te yê di navbera dewletan de çawa ye? -Karê
min fesadî, fitnekarî û xêrnexwazî ye. -Armanca
te ji fesadî û fitnekarî çi ye? -Dema
ku ez bikevim tengasiyê û qels bibim, ji taqetê bikevim, hema radibim ser
xwe û bi hêzekî zikreþ dikevim navbera dewletan, berdidim hev, þer û
fesadiyê derdixim. Di devê tifingan de dibim gulle û di mêjiyê
mirovahiyê de diçim xwarê. Di kezeba wan de kul û birînan
vedikim, di eþq û hezkirina dilê wan de þûrê serdemên hovane dadiçikînim
û giyanê bextewariya þev û rojên wan talan û wêrane dikim. Dibim
bombe û li ser gund û bajaran agirê jehrê dibarînim û ji holê
radikim. Bi sedan salan xwîna gelên xizan û belengaz dimijim û pêþkêþî
kedxwaran dikim. -Tu
ewqas malê dinyayê dixwî û xwîna mirovan dimijî, ma tu qet têr nabî? Got;
”Ji mirovên ku çavbirçî û çilekiyê dikin bipirse!” -Navbera
te û rewþenbîran çawa ye? -Qet
kêfa min ji wan re naye. -Çima
kêfa te ji wan re naye? -Çi
dek û dolab, derew, dizî, xapandin, nakokî, fêlbazî û xêrnexwaziyên
min hebin, hema rewþenbîr radibin tiþtên min yên veþartî derdixin holê
û aþkere dikin. Min rexne û sûçdar dikin û di derbarê hemû xirabiyên
min de, ji gelên cîhanê re daxuyaniyan didin. Qedr û qîmet û rûmeta
min li ber çavên xelk û alemê rezil û kepaze dikin. -Ma
ev kar ji bo rewþenbîran ne vatiniyeke herî pîroz e? -Lê
vatiniyeke li dijî berjewendiyên min e. -Gelo
tu belayek çawa tênî serê ronakbîran? -Di
çarenûsa wan de dilopên xwîna diniqutînim ser sînga pêþeroja jiyana
wan. Nivisandin û çapkirina pirtûk, kovar û rojnameyan û zimanê wan
qedexe dikim. Çapxaneyan jî hildiweþînim û di xezeba xwe de diþewitînim.
Nivîskarên wan jî dîl digrim û di zîndanan de guhên wan lê ker
dikim, çavên wan lê kor dikim û heta ku mêjî û raman li wan reþ û rêþ
bibe di ber êþkenceya feleqeyê re derbas dikim.
Li ser piyan çokên min qerîmî bûn, westiya bûm. Min piþta xwe
dîsa spart dara piþtxûz û rûniþtim û min ji wî pirseke din kir û
got; ”Navbera te û xwedê çawa ye?” Bi
awirên matmayî li derûdora xwe û li min nêrî û got; ”Ka ji min re bêje
lo, ew kî ye?” Min
got; Yê ku roj, av, hewa, mirovahî, cîhan, stêrk, asîman û gerdûn
afirandî ye… Yê ku jiyana hemû mehlûqetan û sîstema rojê bi rê ve
dibe… Yê ku bi hezaran sal in, mirovahî li ber wî digere û ji wî re
duayan dike û li wî diperêsin… Yê
ku dojeh û bihuþt avakirî ye… Yê ku li her derê hazir û nazir e…
Ango yê ku xwediyê her tiþtî ye… Wekî
ku qerfên xwe bi min bike, kire hîqehîq û keniya û got; ”Ey mirovê
ehmeq û bêmejî, tu li nav xeyala xewnan dijî û rastiya jiyanê nabînî.”
Bi zimanekî tûj berdewam kir û dîsa got; ”Yê ku carnan ji derd û
kulan re derman dibîne û dilê mirovan kêfxweþ dike ez im. Carnan jî di
bedena mirovan de yê ku nexweþiyê pêda dike û heta mirinê di keser û
nalînan de dihêle ez im. Yê ku aboriya jiyana mirovan û Cîhanê bi rê
ve dibe ez im. Yê ku xwedî xweþî û nexweþiyê ez im. Yê ku xwedî
çêyî(qencî) û xirabiyê ez im. Yê ku mîna gerokan li her derê digere
û bi saya kilîda pereyên destê xwe deriyê bihuþtê û dojehê vedike
û þun de digire ez im. Feriþte û Ehrîman ez im. Li ser cîhana mirovan
her tiþt girêdayî min e. Mirovahî nikare bêyî min jiyana xwe bimeþîne.
Ango xwedayê hemû mehlûqatên vê cîhanê ez im.
-Ey
Dirav, heta kengî tu yê karê xwe li ser vê cîhanê wisa bi çavnebarî
û hesûdiyê bimeþînî? -Heta
ku pirsgirêka berjewendiya xopan di navbera mirov û dewletan de ji holê
ranebe… Heta ku aþtiyeke rast û dirust ava nebe… Heta ku þerê qirêj
bidawî nebe… Heta ku li ser axa cîhanê yek al û yek tixûb pêk
nebe… Piþtî
demeke dûr û dirêj min hîskir ku bêhna wî ji ber pirsên min lê teng
dibê û got; ”Êdî bes e min ji nav lepê xwe berde, heta ku min teþqaleyek
ne anîye serê te.” Ez ketibûm nav tariya tirs û gumanan û paþê min
ew serbest berda û bi bayê hênik re bejna xwe hejand û destê xwe jî
dirêjî min kir û bi gefwarî got; ”Bi hêviya ku em rojekê qet pêrgî
hevdû nebin, bimîne li nav toz û bahoza pêþeroja ne diyar de.” û
xatirê xwe ji min xwest û di êþa awirên min yên hesretkêþ de, li ber
çavên min winda bû. Xizan
Þîlan 2008-08-28 Stockholm
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org