|
ÞEVEREÞÊN
SÊWÎ
Xizan Þîlan ez hinavên
helbesta kal û pîr bi
þehweta hestên peritî dadigirim
û dinivîsim li
tenetiya þevereþên sêwî þefaqên
ciwaniya min desteserî
bûn ava
kaniya temenê wêran ber
bi rawestgeha goristana
lal ve diherike wizîna
bayê mirina bêveger di
guhên giyanê min de dîsa
çingeçinge asîman li
dor keser û nalîna min dizivire bêhna
bîranînên þad di
xwîna çarenûsa genî de dixeniqe bi
gavên þemitok û westiyayî ber
bi pêþeroja nediyar ve dimeþim li
henasa roniya beyanan bi
dengê qebqeba kewan re lêvên
dilê zîzbûyî dikenînim ji
kovaniya demsalên xwe bafiroka
bêrîkirinên zaroktiyê difirînim li
xewna þevên spî rengê
tariya rojên bihurî bi
keskesora hêviyan dixemilînim li
hawara demên reben sînorên
rûreþiyê ji
gerdûna êþa dilê xwe diþeqînim li
perestgeha çol û beyaran rêya
diçe fazîletê diramim di
arþîva heyaman de rûyê
rûpelên qurmiçî ji
toza înkara dîrokê dadiweþînim û
mirovahiyê vedixwenim nav
xezîna nefsbiçûkiya dilê xwe ez
bi
çira awirên tefandî bi
ramanên dil û kezebê bi
dest û piyên ker û lal û
bi
lerza tiliyên bedenê kor kulîlka
xeyalên çilmisî ji
nû ve dibiþkivînim
Xizan Þîlan
2008-01-13
Stockholm
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org