ÞOPA ZENGILÊ DIL

 

 Xizan Þîlan

 

 

    Min li xewa tarûmar, di xewna xwe ya gerok de dil girtibû. Dimeþiyam û dibeziyam bi gavên mereqdar, bi çavên evîndar ku bighêjim wê û ji nêzik ve bibînim. Mereqek hebû di dilê min de, mereqa dîtina bejn û bala delaliya wê. Min hesret dikiþand, hesreta sewdayê, hesreta dîtina melûliya awirên çavên wê. Þabûn û coþek hebû di kelkela xwîna rayên min de û bi wê coþê dimeþiyam. Li ber deriyê wê rawestiyam. Bêyî ku di þuna xwe de bilevim, min guhdariya dengê dilê xwe dikir. Dilê min lêdiket, mîna zengilê deriyê wê. Min bi heyecan û bi tiliyên xwe yên diricifî zengilê derî dihejand û lêdixist. Ji niþka ve derî vebû, wê deriyê koþka qefesa xwe vekirîbû ji min re. Dilê ”Z” ye…

    Dengê wê yê nazik û nermik di guhê min de mîna dengê Kewa nikulsor bû. Awirên wê yên nazdar weke roja berbangê dibiriqî di bibîkên çavên min de. Tîra brûyên wê yên kevanî mîna xençereke tûj di kezeba min re diçû xwarê. Ez bi dest û pî û lingên tevzînok derbasî hundur bûm. Bi tirs û heyecana laþê xwe ve li ber çokên wê rûniþtim. Min bi kesera hêviyên qurmiçî xweþbêhna keziyên wê dikiþand cîgerên xwe. Çavên min têkilî çavên wê yên melûl û xemgîn bûn. Piþtî demekê çavên wê yên zeytûnî dibiþirîn û dikeniyan di giyanê min yên þermok de. Di navbera me de peyva awirên bêdeng destpêkiribû. Hesreta evîndarî û bêrîkirina salên ku li ber bareþa feleka xayîn berba bûyî ji nû ve li min vedijenî û geþ dibû.  

    Carnan bêdengiyek, carnan kenekî nazik di navbera lêvên wê yên xweþik de belav dibû li odê. Bêyî ku qedehek mey vexwim serxweþ û sermest û heyranê wê dibûm. Kelecana tayeke zirav xwe li bedena min dipêça. Qey tu dibêjî min þûþê araqê bi carekê re di gewriyê xwe re berdabû û ez ji xwe derbas bibûm. Min dîsa keserek û hilmek ji cixara xwe kûr kûr kiþand. Carnan di navbera bêdengiya me de awirên min ji çavên wê dûr diketin û min li derdora xwe temaþe dikir. Li dîwaran, wêneyan, çîçekan û li þewqa finda ku bi coþ vêdiketî mêze dikir. Diponijîm, ketibûm nav ramanên kûr û ji xwe gelek dûr ketibûm. Pêjna laþê min li nav pêlên deryaya jankêþ winda bûbûn, dîl hatibûn girtin û fetisî bûn. Min çavên xwe berdabûn noktekê û bi tîrêjên awirên xwe yên xemgîn li derdora wê nokteyê semah digerand. Ew nokte, êþa tenetî û perîþaniya min ya li kolanên xerîbiyê bû. Sewda, nasname, stran, dîlan, bêrîkirin û hesreta Welatê min yê bindest bû. Min dixwast, êþa kul û kedera sîngê xwe, bêdengî û jana xwe li ser wê nokteyê biperçiqînim, bihelînim, pê bigrim biþeqînim, bavêjim û tune bikim bi agirpêta çirûskên awirên xwe yên bizdonek.

    Finda ku li ser masê vêdiketî hêz û coþek dida pêlên kaniya hestên min yê newêrek. Min çavên xwe kiribûn qelem û firçe, dilê wê jî tabloya spî. Min firçeya xwe li ser tabloya spî digerand;

Wêneyê baxê gula sor; li gulîstana biharan dibiþkivîm û bi bêhna qurnefîlan ber bi wê ve difûrîm.

wêneyê stêrkan;  li koretariya þevereþên xewle di gerdûna nava xwe de dibiriqîm û ber bi wê ve dixuricîm.

wêneyê xanîyekî biçûk; li þevên oda wê dihewîm, di hembêza wê de radimedîm û dibûm zavayê textê bûkaniya wê.

wêneyê ewrên reþ û tarî; min perdeya toz û dûmanê çolistanan diçirand û bi rengê keskesora dilê westiyayî ber bi wê ve dibezîm.

wêneyê gola baranê; min di bin þil û þepaliya dilopan de sakoya eþqa hesretê li xwe dikir û ber bi wê ve diherikîm.

Wêneyê kuliyên berfa spî; li seqema zivistanên sar û li ser rêya qeþa girtî bi gavên þemitok ber bi wê ve dipekîm.

Bi wêneyê xwendina çûkên asîmanan re, min jî mîna bazê zinaran baskên xwe diçirpand, radiperîm, serî radikir û ber bi wê ve difirîm.

Xoþewîsta ku giyanê min yê çilmisî û hêviyên derbeder bûyî  ji nû ve vejandî û ken û þadî li min bexþandî…

Dilê ”Z” ye…

    Em li derve, li nav daristanan digeriyan. Pelên daran diweþiyan xwarê û bayekî hênik yê Payîzê rûyê me mizdida. Ji ber bayê hênik laþê min diricifî. Kenê wê yê nermik, dilgermî û dengê wê yê þîrîn û nazik, porê wê yê xumrî û hunandî, bejna wê ya fîdanî, germiya qefesa wê ez dîn û sergêj û sermest kiribûm. Laneta bîranînên qurmiçî li min þad dibûn.  Ez ji nû ve hatibûm afirandin û bêhna jiyaneke aram li ber pozê min difûrî. Coþ û heyecan û hesteke þad xwe li tenetiya þevên min radipêça. Weke gul û çîçeka ku çilmisî ji nû ve bipiþkive û þîn bibe jiyan jî li min xweþ û geþ dibû.

   Min bi maçên xunava lêvên hesretkêþ gerdana wê ya spî bi morî û mircanan dineqiþand û ew tevî hezkirin û bêrîkirina salên bihûrî hembêz dikir.

Ez êsîrê þewqa awirên wê yên di çirîsandina stêrkan de diçirisî…

Ez mehkûmê tiliyên wê yên qolincên min mizdida…

Ez êsîrê germa henasa wê ya dilnerm…

Ez bi dil û mêjiyê xwe ve û bi laþ û giyanê xwe ve mehkûmê wê bûm.

Belê dixwazim wê gavê û wê demê bijîm. Ne rojên bihûrî, ne jî rojên dahatû…

Bes haz û heyecana wê gave û bextewariya wê demê…

Mehkûmek di zîndana dilê wê de…

Dilê “Z” ye…

 

 

Xizan Þîlan

2008-11-11

Stockholm

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org