WERE

 

 Xizan Þîlan

te

bi fermana

ba û bahozan 

ez dame nasandin

beybûnên giyan

li mêrgên dil

çilmisandin

ji baskên hechecikan

xwîna penaberiyê

dipijiqe rûyê çarenûsa min

kolan digirîn

kevir diqîrin

were

di kefa mistê de

gora îxanetê

bikole

ji birîna zarokên me

bêhna þeweta barûtê tê

li goristanan

kulîlkên demsalî þîn girti ne

were

agirê dojeha kolanan

vemirî ne

jîn

di tora jiyana bêbextiyê de

dipirpitê

bi kilîta dîlitiyê

deriyê hêviyên min girtin

tirsa xewnê

bedena min radipêçê

nifiran

li tenetiya þevên xwe

dikim

bi rojê

li goristana biyaniyê

termekî mirî me

di bêçaretiya gewdê xwe de

têm guvaþtin

ji henasa min

mij û dûman difûre

bîranînên zaroktiya xwe

di paþila çiyan de

vediþêrim

feryad û axînan

di aso de

dibînim

ji gewriya xwe

hevokên xwînê

vediriþim

li baxê dil

demsal û sersal qurmiçîn

te

tevna tenêtiya þev û rojan

li eniya min hunand

were

min

bi hêviyên xwe efsûn bike

birîna mofikên piþta min

bi werîsê keskesor bipêçe

stêra þadiyê

diyarî pîroziya dil bike

stûxwariya

simbilê zeviya dilê min

bi barana giyanê xwe

av de

were

bi rondikên çavên xwe

êþa qolincên jiyana min

mizde

li beyanan

bi dengê çivîkan re

xem û xeyalên min

birevîne

were

 

           Xizan Þîlan

           2006-04-12

           Stockholm

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org