|
WERIN JI MIN BIPIRSIN
keser
û nalîna li
ser dilê çemê qeþa girtî hêrsa
pêlên bahoza hinavên
dîn û har xemgîniya
þewqa finda lerzok malwêraniya
kevokên baskþikestî jiyana
li nav tirs û gumanê
werin ji min bipirsin di
gola nermebaranê de lêvên
ziwa û qeliþî li
hingura çolistanan nêçîra
henasa masiyan kemîna
îxaneta rûreþiya hovane jiyana
gerdûna nependî ken
û þadiya li
ber bayê dilreþiya zaliman têkçûyî
werin ji min bipirsin xweþpeyvînên
meyxaneyan piyala
þeraba destê serxweþan lezeta
sifreya êvarên
belengezan xewn
û xeyalên di
bin lihêfa axînan de riziyayî
werin ji min bipirsin êþa
giyanê þev û rojên kambax hêvî
û hesreta li
xerîbiyê derbederbûyî awaza
bilbilê dernixûn fetisî þopa
birîna bîranînên miþextbûyî
werin ji min bipirsin rêwiyên
di
pêlên okyanûsan de bi cihhiþtî qêrîn
û giriyê parsekên li
kolanên bêxwedî dengê
lorîna dayikên kezebþewitî kul
û kedera herika
rûbarên westiyayî gewriya
mindalên li
ser sîngê gora Helepçe xwîn
veriþiyayî
werin ji min bipirsin lerizîna
dilê ji
tirs û xofan dagirtî laþê
di tora bêbextiyê de diperpite sira
xewna þevên herimî stûxwariya
gulberfîna zeviyê bej keda
kefa destên qusandî bêhna
qurnefîlên azadiya ji
nalîna keç û xortên þervan difûre
werin ji min bipirsin paþ
de zivirîna çerxa feleka
xopan tîra
awirên tûj ya
dilbera lêvsor þanika
li
gerdana rindê rengê
qaþa gustîlzêra tiliyên
yara rûken seyrana
li
ber deriyê bihara bejna esmerê gulî
û biskên bûka bi
morî û mircanan xemilî
werin ji min bipirsin û
min jî ji
giyanê mirî û
hestên bedenê zindî ji
girtîxana derûniya min ji
xilmaþkiya qalpaxên çavan ji
salnameya çîrokên dapîran ji
talana demên dîrokê ji
asoya deryayên balûpal û
ji tofana keþtiya Nuh min
bipirsin
Xizan Þîlan
2008-03-13
Stockholm
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org