XEYALAN DIRÊSIM

 

Xizan Þîlan

 

ez

li kolanên xerîbiya xopan

jana evîndariya derbeder

dixwim

birîna kul û derdan

vedixwim

û êþa hesreta welatê rojê

dikiþînim

li ber peþkên barana

heyva çardeþevî

tevna bêhna gulgeniman

dihûnim

bêdengiya agirpijiya giyanê

di henasa birûskvedanê de

diteqînim

siya tirs û gumanê

bi meqesa dilê xepînok

dibirim

li rêwîtiya þevistanan

hêvî û wêrekiyê

dimeyînim

rengê demên çilmisî

bi keskesora asoya xemgîn

dineqiþînim

di hîqehîqa gewriya zarokan de

zikê bextreþiyê

didirînim

bi xumxuma nalîna çeman re

qesîdeya sebra dayikan

dilorînim

bi saya xwêdana

eniya kuliyên berfê

koretariya þevên bizdonek

diçirînim

li bandeva zinaran

herika þîpa ramaneke

bêserûbinî me

rûpelên dîroka genî

li kurtepista xewna þevan

ji  nû ve

dinivisînim

dergûþa þaristaniyê

di hembêza bûka newalan de

dihewînim

bedenê pakrewanên nemir

bi kirasê aramiya

bejna dara gûzê

dinixumînim

li nav pêlên okyanûsê

konê þervanên berxwedanê

vedigirim

tovên kulîlka serkeftinê

li ser sîngê çiyayê Qendîlê

direþînim

di pêsîra awaza çiyan de

agirê þahiya newrozê

vêdixim

û li meydanên strana Oramar

govenda azadiyê

digerînim

 

 

 

                        Xizan Þîlan

                        2008-05-01

                        Stockholm

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org