Yên qurre

 

 

 

 

Yasîn Hisên

 

 

Ji ber xirecir û hewarhewara hunermendên anuha de, kêm caran mirov dibîne ku kesek peyda dibe li dastanên kurdî ên kevin guhdarî dike. Tevî ku gelek ciwamêran ev gelepor û filoklor danhevkirin û çapkirin, û pirê wan ji derveyî welatê me hatin û ew dastan û meselok û serpêhatiyên me ji me re dan serhev û birin û li derveyî welatê me ji me re çapkirin û ji me re þandin da em bixwînin...! lê mixabin kêm kesan ji me ew pirtûk jî xwendin. ez ji dil sipasiya wan kesan dikim, bi taybetî mamosteyê hêja Celîlê Celîl û malbata wî.

 lê ew kaniya me a zelal hîna di herike, mîna ava deryayeke sipî û zelal, av di bedena xwe de kom kiriye, li benda ku kesên tî û bihn çikyayî bên û jê vexun.

Mixabin, em behsa asitengiyan bikin em ji wan xelas nabin, lê em behsa guhdarkirinê tenê jî bikin diyar e hîna jî em ê xelas nebin.

Ji ber ku guhdarkirin li van dastanan kêm bûye, ta em dikarin bêjin nemaye.

   cihê seyr û matmayînê bû dema min li Fatima Salih Axa di otombîlekê de li ser xeta Qamiþlo û Amûdê guhdarî  kir.

Ez bi tena li ser kursiya fireh rûniþt im û min di dilê xwe de got( de ka ezê bi dengê Rifeetê Darî û dastana Fatimê xwe bighînim Qamiþlo).

Dema otombîl dikir ku bi rê keve, min hew dît ku zilamekî por sipî û cilin xweþik û qatek paqij li ber, hema xwe avêt hundurê otombîlê û li kêleka min rûniþt.

kesên rêwî yên nava otombîlê tevda bi kurdî jêre digotin :tu bi xêrê hatî mamoste.

Çawa rûniþt min dît berê xwe da  min, û ji min pirsî:

- Nasir Begê gelekî xweþ e,tu li dastanên kurdî guhdar dikî?, pir xweþ in ha, bi taybetî ev dastana han.

Ez ji cihê xwe ne liviyam û min bersiva wî neda, heta careke din ji min pirsî:

- dastana Nasir Begê gelekî xweþe ji xwe re lê guhdar bike, bi taybetî xelkê Amûdê qurre ne û kêfa wan ji van tiþta re tê.

Hema min yekser lê vegerand:

- mamoste, ev dastana Fatima Salih Axa ye.

Hema bi qorzîka çavê xwe li min nihêrî û nema deng jê hat, heta dengê Rifeetê Darî bilind dû :( lê lê Fatimê...migo konê bavê te mezin e weke xana, alîk sûke yek dikane). Min dî mamostê min dîsa bi qorzîka çavê xwe awir li min vedan, lê bêdeng ma.

Hîna em negihiþtibûn nîvê rê, min bala xwe da mamostê kêleka xwe bê çawa serê wî diheje û ketiye xeweke giran de. Heta em gihan Qamiþlo, li serê bajêr xwest dakeve. otombîl rawestiya, dema mamostê me daket, min ji hundurê otombîlê bang lê kir:

- Weleh mamoste  te ji xwe re têr li Nasir Begê guhdarî kir.

Min dî dîsa awir li min vedan , lê vê carê ez bê deng mam.

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org