|
Ji bo çila seyda, heval, dost û hevkarê min Modelê mirovekê baþ
Selah Sadallah, seyda, heval, dost û hevkarê min, Yê ji nêzîkive Selah Sadallah ne niyasîbît wê dizanît tenê endazyarek e li Ingilîstanê birwanama xu wergirtiye û ji ber pisporiya wî di zimanê Igilîzîda çendîn kitêb wergerandîne ser zimanê Kurdî. Yê ji nêzîk Selah Sadallah neniyasîbît wisan texmîn dike ku tenê zimanzan bûye û nivîser û lêkolînerekê bizever bûye li ser ziman û dîroka gelê Kurd nexasime diçaxê Sumeriyan da. Yê digel Selah Sadallah têkeliyeka xurt nebubît, wesan hizrên xu diket ku tenê babekê baþ û dilovan bu, yan malxûyekê þirîn bu. Yê ji nêzîk Selah Sadallah neniyasîbît neþêt bizanît mirovê nivîser, heval, dost û hevkar û Kurdperwer divêy çewa bît. Ji ber ku Selah Sadallah eve hemî bu. Mixabin qederê nehiþt ew projên me bi hevra despêkirî pêk ve bi dawî bînîn. Hêviya dilfirehiyê bu xanima wî û zarokên wî û kesukarên wî heval û dostên wî dixwazim. Evdirehman Neqþebendî Hewlêr
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org