|
A.
BALÎ
/ 17.02.2008 BAV
Û DAYIKA HELBESTA CÎHANÊ Û YA KURDISTANÊ KÎ YE? Li cîhanê li pêþ bavê helbestê, helbest (þî’ir)
çi ye? Ez dixwazim wê bidim diyar kirin. Di dîroka wêjeya cîhanê de,
bi teybetî wêje û beþê wê yê helbest mijarek awerte heses û girîng
e. Li dinê navbeynê du çemên mezin (Ferat û Dîcle) erda ku bi navê
Mezopotamya têye bi nav kirin, ciyê wêje û helbesta cîhanê ya cara
yekem lê hatiye afirandine. Li ser tabletên Sîmeran, di dema Babîlon û
Akadan vir de wêjeya vê navçeyê, þehrîstaniya cîhanê ronahî dike. Lê
þehristaniya Misir û ya navçeya Anatoliyê jî gelek kevn e. Ew kevnariya
cîhanê heya þehristaniya Emerîkaya Baþur Înkayê diçe. Lê di aliyê
destpêka helbestê de bê guman ya ji aliyê wêjevanên cîhanê ve têye
pejirandin wêjeya antîk ya Yewnaniyan e. Li cîhanê heya roja îro tarîfek helbest mîrov hemî
li ser bibin yek nîn e. Di ferhengan de tarîfa helbest usa hatiye kirin:
” Gotina îþaretên dewlemend bi bêjeyên (kelîme) rîtm û li hevanîna
dengên xweþik neqilkirinê re helbest têye gotin.“ Li gor dîtina min helbest, hesta tewaw nebûye. Bi pênivîs
hest li ser kaxizan rêz kirin jî reþbeleka (musfetteya) zeftkirina
helbest e. Ji bo vê ye, ku li cîhanê tarîfek helbest herkes li ser
wekhev bin nîn e. Helbestvanek bi yek carê re dikane helbesta xwe binivîsine.
Lê her cara dixwîne rêzikan de guhartinan çêdike. Ew nûvakirina di
naveroka helbest de bêdawî ye. Helbestvan heya dest bi helbestek nû
kirye, ew di helbesta xwe de guhartinên
xwe her nû ve dike û serast dike. Pir caran hin helbestvan ew guhartininên
di helbestên xwe de pêk tînin çendek salan de tewaw dikin. Ji bo vê ye,
ku di nav civatan de helbest wek hestên pîroz û helbestvan jî, kesên hêja
û xoþewîst têne pejirandin... Wek hin kes difikirin, bes helbest ji xeyalan pêk
nehatine. Bi kurtahî helbest (þî’ir) yanê xeyal! Xeyal jî, tê wê
wateyê ku baweriya bê bingeh, ramana bes di mejû de dimîne û di vê
baweriyê de têgînên (kavram, mefhum) nedîtbar (mucerret, soyut,
abstrakt, nanêrbaran). Bi gotinek din têgînên ne rast, têgînên
derew!.. Ti (tu) bingeha van gotininan dûr û nêzîk bi tarifa di derheqê
helbest de dibe nîn e. Mirov dikane di deheqê helbest de pir tiþtan bêje,
lê nikane bêje ku helbest, derew e! Ji bo vê ye, ku min helbest bi hestên
tewaw nebûyî tarîf kir. Heke li pêþ min tarîfek usa bûyî be, min jî,
bila ew tarîfa berê bûyî carek din dubare kiribe. Rûspiyan bê wate ne
gotine ” Kesê dibêje min tiþtekî nû got, ew kesa gotina herî berê bûyî
carek din nûve dike!“ Gelo pirsa me ew e, ku bav û dayîka helbesta cîhanê
ma kî ne? Gengeþiya di derheqê tarîfa helbest de heyî, ji bo bavê
helbesta cîhanê nîn e. Hemî dîrokzan û wêjevan bavê helbesta cîhanê
helbestvan û hozanê nemir „Homer“ dipejêrin (qebul dikin). Ew li pêþ
zayînê di qirna 8 an de li Îzmîrê hatiye dinê û li wir jiyaye. Homer
bi destanên xwe yên bi navên Îlyada (Îlîas) û Odîse (Odyssee) têye
nasîn. Di navbeyna nivîsandina van destanan de heya îro ewqas sal borîne.
Lê heya roja îro wan destanan ji qîmeta xwe tiþtek jî wenda nekirine û
di wêjeya cîhanê de îro jî wek mînak tên nîþan dayîn. Gelo ew qîmet û mezinahiya van berheman ji ku têye?
Ez dixwazim hinek li ser vê mijarê rawestim. Ciyê cewhera çanda kevnar
(klasîk) ya Helen (Yewnan), Îyonya ye. Îyonya îro bi navê ”Anatoliyê“
têye bi nav kirin. Dîsa li Îyonyayê 2600 sal berê bavê çîroka
helbesta fabl û mijara pêkenokiyên îro bi zimanên hemî cîhanê tên
gotin xwedanê wan Ezop (Aisopos) li Bandirmayê jiya ye. La Fontainê
Fransizan mijara çîrok û helbestên xwe yên bi naveroka fabl de, ew di
bin bandora (tesîra) Ezop de maye. Ji van naverokan helbestvanên Kurd jî
pelîseya (nesîbê) xwe girtine û gelek helbestên bi mijara fabl nivîsandine. Li ser bavê helbesta cîhanê wek her wêjevan, wêjevanên
Kurd jî hemfikir in. Lê dema em ji xwe bipirsin û bêjin ”Bavê
helbesta Kurd kî ye?“ Li ser vê babetê ez dibêjim, pêwîst e, ku hîn
emê pir bifikirin! Di aliyê din de, em niha li ser bavê helbesta Kurd ya
nûjen hemdemî jî, em nikanin hemî bibin yek. Lê dema çar-pênc nav li
peyhev bêne nivîsîn jî, ez bawerim gelek kes li ser ew navan jî nabin
yek. Lê mirov bi hêsanî dikane bêje gelek helbestvanên Kurd yên hemdemî
nûjen hêja hene. Bi wana netewa Kurd gelek serbilind e!.. Di salên 1975 an vir de min dest bi lêkolîna helbest
û helbestvanên Kurd kir. Ji bo min ne Baþur, ne Rojhilat û ne jî Baþurê
Piçûk baþ ne diyar bû. Dema mirov bê agah be, ji xwe difikire tiþtek nîn
e! Di Bakurê welat de jî bê dengiya helbestvanên Kurd mirov gelek acîz
dikir. Ez di xortaniya xwe de hîn bûyî bûm, ku ”Welatek bindest be û
ew welatê bindest jî helbestvanên xwe ne qîrin, ew welata wek zarokên sêwî
mayî ye!..“ Nezaniya min ya li ser wêje û helbestvanên Kurd bêtir ez
ber bi herêma Soran û Goran birim. Paþê herêma Behdînan ez ber bi
rojhilat heya Kirmenþah birim. Dema Baþurê Piçûk min dît û nasî,
gotina þaîrê Kurd yê bi eslê xwe Kurd ku bi zimanê Osmanî nivîsî bû,
ew helbestvan Nebî hat bîra min. Wî bi zimanê Osmanî bi Kurdiya îro
digot: ” Ew masiyên ku di nav behrê de ne, lê ew ji hebûna behrê bê
agah ne!“ digot. Lêkolîna min rastiyek anî pêþiya min. Ew rastiya jî
dewlemendiya çand û hunera Kurdî ya bê dewlet çawa bûye ku ewqas sal
bi serê xwe jiya ye?.. Min di nav gencineyek usa de karê xwe dikir. Lê min dît ku ew gencîneya
bê serûber e. Dema lêkolîna li navçeya Silêmaniyê min dikir, mîn dît
ku bes li bajarê Silêmaniyê 300 helbestvan jiya ne. Ji wana gelek jî bi
nav û deng bûn. Dema min piraniya helbestvanên Silêmaniyê behs dikir,
helbestvanên ji herêma Behdînan ji min re gotin: ”Hêlîna helbesta
Kurdî navçeya Behdînan e.“ Dewlemendiya çand û hunera
Kurdistanê bi jimartinan mirov nikane bîne zimên. Li baþurê Piçûk
jimara helbestvanên Kurd ji perçên din ne hindiktir e. Helbestvan, kesên
ku neteweya jê tên, yên ku hestên xwe berz û bala ne. Ji bo welatek
bindest kesên hestên xwe yên netewî lê nemayîn, ew kesna kesên ji
rastiya xwe dûrketine û mirine!.. Di nav helbestvanan de kesên
bê sedem hevdu rexne dikin jî ne kêm in. Bi baweriya min qasî hezar
helbestvanên Kurd yên kevn bi yên îro di nav me de dijîn ve jiyan e.
Heya nîvîyê sedsala bîstan di nav Kurdan de kesên xwendin û dinivîsandin
dizanîn gelek hindik bûn. Ewên dizanîn jî piraniya wana bi zimanên
dagirkeran dixwendin û dinivîsandin. Di rewþek usa de wêjeyek netewî bi
roman, þano, çîrok û bi helbest elbet pêþ de naçe!.. Di tevliheviyek
usa de bavê helbesta Kurdî tayîn kirin jî zor e. Ji mirov bipirsin û bêjin
reîsê þaîrên Kurd kî ye? Bersiva pirsek usa dayîn li gor kesan têye
guhartin û bersivek, bersivek din nagire. Di dema îro em têde dijîn
de helbestvanê/a Kurd ya/yê herî mezin kî ye? bêye pirsin, bersivek
erenî dayîn pir zor e! Ji bo xwendevanan dema bavê helbesta Kurdî kî ye
û ew bi nav bête bi nav kirin, ez dikanim bersivek usa bidim: ”Bavê
helbesta Kurdî Antolojiya Helbesta Kurdî ye?..Belê, belê di antolojiya
helbestvanên Kurd ya sedsala dawî de bi sedan nav û helbestên helbestvanên
Kurd tê de hene. Di nav wan de yek serokê helbestvanan e. Gelo, ew kî be?
Di vê sedsalê em tê de dijîn de nebe, di sedsala pêþiya me de gelê
Kurd yê wê/wî navî tesbît bike. Di vê derbarê de ez
dixwazim mînakek balkêþ bidim. Helbestvanên Kurd pir caran navê xwe yî
rast li bin helbesta xwe nanivîsînin. Ji tirsa dagirkeran bi mahlas xwe bi
nav dikin. Rojekê min ji mamostekî Kurd teqewut bûyî pirsî. Ew mamoste
bi wênevaniya xwe jî navdar bû. Ez helbestvanekî bi mahlasa xwe têye
nasin digerim û min navnîþana wî heya niha nedît!.. Ji min re got, ew ji xelkê kîderê ye? Min jê re
got, belku xelkê Dersimê be! Mahlasa xwe jî ew e... Kenî û bersiva min daye min. Gelo, kesê tu lê digere ez im. Ew
mahlasa ji navê gundê min têye. Mamoste bi destê xwe refa pirtûkan nîþanî
min da û got: „Ew 13 dîwanên helbestan destnivîsên min in. Ji wana
heya îro yek bilê çapnebûye! Wergerên min ji zimanên beyanî ji bo
Kurdî jî gelek in. Lê qet yek jî çap nebûye. Ya herî ez pê xemgîn
dibim jî, çar hezar zêdetir wêneyên min çêkirî hene. Salên min ji
heftêyî derbas dibin. Ciyekî ez wana diyarî bikim ji bo duweroja çanda
me bêne parastin bilê nîn e. Li welatên beyanî emrê me borî, lê em
bi hesreta welatê xwe li dervayî dimînin û dijîn!.. Dîwanên helbestvanên Kurd wenda bûyî, yên bi destê
neyaran hatin þewitandin, an jî yên wek berhemên mamoste di refan de
dirizin, wenda bibin jimara wan ji yên çap bûyî, heyî ne kêmtir in!.. Ji bo vê jî, di nirxandina helbesvanên Kurd de min
ji wana yek ji yê/ya din bilindtir nekir. Bi destpêka navê alfabetîk
min, ewna li duhev rêz kirin. Min ewna hemî wekhev hêja girtin û ewna bi
helbestên wan pêþkêþî xwendevanan kirin. Bila xwendevan binirxînin û
qîmeta wan bidin wana. Welatê Kurdan sedsalan vir de di bin talana dagirkeran
de bû. Niha jî dagirkeran ji xwe re rêyek din jî peyda kirine. Çeteyên
dewletên dagirker pasaportan çêdikin û didin destê Kurdan û ji
mwetrepolan derdiêxînin û diþînin welatên cîhanê. Çaryek (25 sal)
sedsale ku Kurd vê carê bûyîne penaberên hemî cîhanê. Jimara wan niha de milyon derbas bûye. Pir kes helbestan dinivisînin. Di nav wan de yên baþ
tên nasîn hindik in. Lê helbestvanên serketî û yên di devê gel de tên
bi nav kirin, ewna yên herî bi þans bextewar in. Di nav hemî gelan de
helbestvanên nav û deng û yên nemir hehe. Di nav me Kurdan de jî usa ye. Di gotarek ser helbestvanên
Kurd hatî nivisîn de helbestvan bi navnekirin nivîsek awerte ye. Di ew
berhema helbestvanên Kurd yên sedsala dawî de di hundirê çar bergan de
qasî sêsed helbestvan hatine komîserhevdu kirin. Ji wana hinek bi nav
kirin û yên din bîrkirin bi zanîn min nexwest ez bikevim wê þaþitiye.
Lê rexnevanên li ser wan binivîsînin û wana bi nav bikin pir in. Min ew
kara ji wan re hîþt... Wek di nav pir pîþeyan
(meslek) de heyî, hin helbestvan jî hevdu baþ naecibînin û baþ napejêrin.
Hin helbestvan bi helbestên hev, hev
du nizm dikin. Ez dixwazim du helbestvanên bi esle xwe Kurd bûn, lê bi
zimanê beyanî helbestên xwe nivîsandine wana dixwazim mînak bidim. Rastî
jî di dema wan de li Bakurê welat Kurdî qedexe bû. Di wan salan de nivîsek Kurdî dîtin ne mimkun bû. Her
du helbestvan jî îro di nav me de nîn in, lê nav û dengê wan maye.
Ahmed Arîf bi eslê xwe Amedî ye. Enwer Gokçe jî, ji Erzincanê ye.
Xortaniya xwe di salên 1940 î de li zanîngeha Enqerê de derbas kirine û
hevra dibin rêheval. Bes di rêhevaliya wan de zîndan, têda û îþkence
ji wan re dibe jiyanek hawbeþ. Paþê riya wan ji hevdu dûrdikeve û bi
hevdu re jî qise nakin... Rojek ji rojan rojnemevan ji
Enwer Gokçe dipirsin û dibêjin Ehmed Arîf bi pirtûka xwe ya helbestan
ya bi navê ”Ji hesreta Te Min Pranga Kevnkirin“ çapa dehan ji nû ve
weþandin. Li ser Ahmed Arîf û helbestên wî tu çi difikire, baweriya te
di derheqê wî de ya heyî çi ye?.. Enwer Gokçe hers dikefe û dibêje
”Ma Ehmed Arîf jî helbestvan e? Ew helbestên min didize û ji xwe re
hin tiþtan zêde dike. Ezê ji bo helbestên wî ma çi ji wer e bêjim?!..“ Gotinên ne çak zû diçin
ciyê xwe. Dema ew pirsên li jor bûyî bi bersiva wan ve ji Ahmed Arîf
dipirsin. Ew
dîtina xwe usa diyar dike. Enwer madem usa dibêje, bila usa be! Ez bi
helbestên wî ewqas têm nasîn, bila ew jî bi helbestên xwe duqat ji min
bêtir bêye nasîn!..“ Ew her du helbestvan bi þoreþgeriya
xwe dema di salên 1960 î li zanîngeha Enqerê min dixwend ew baþ dihatin
nasîn û berhemên wan di devê hemî þoreþgeran de bûn. Her
du jî helbestvanên mezin bûn. Ewna ji aliyê mirovên welatparêz ve
dihatin xwendin û dihatin parastin. Lê çi mixabin, wana hevdu
nadipejirandin û bi helbesvaniya hev behecokî bûn. Di ser mirina wan re pir sal
derbas bûn. Enwer Gokçe jî hat
xwendin. Lê hêdî hêdî pirtûkên wî di refên toz de dimînin. Bes
Ahmed Arîf bi yek berhema xwe ya heya îro 60 carî nûve çap bûyî têye
nasîn. Ew berhem wek îro hatiye nivîsin ji nûve rojane têye xwendin. Ez
dibêjim helbestvanî ew rewþa ye. Di dilê mirovan de, bi hesta mîrovan
xwe nûvekirin, mezinahiya helbestvan dide xuyakirin. Bi darê zorê tukes
nabe helbestvanê mezin. Ez bawernakim, ku helbestvanên mezin ji xwe re bêjin
” Ez helbestvanê mezin im!“ Lê hin kesên xwe dikin ciyê helbestvanê
mezin jî heke hun bibînin xwe dudilî nekin! Di helbestvaniya herî berz
û gewre de xweperestî û quretî têde nîn e. Bi gotina dawî helbestvan
fîdayiyê netewa xwe ye!.. Yên ew hesta tê de heyî û yên helbestan bi
wan hestan dinivisînin hemî helbestvanên hêja ne...
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org