BIRÊZ KOFÎ ANNAN

Û

KOMA MILETAN
A. BALÎ


 
Hêdî dem hatiye li me jî binêrin  ey serokên netewan!

Li dinê Kurd jî milet e, bibîne  wan birêz Kofî Annan!

Di roja me de hun gir û hûr, her miletî cuda cuda dibînin,

Ji we re ne +erm e, çawa dibe, çil milyon Kurd nabînin?..

 

Ma hûn rastî nizanin, navê Kurd û Kurdistanê û em kî ne?

Em Kardox û Kurd in, hezar sal e em li ser ew erdê hene.

Ciyê bav û kalan, bûye talan, dijmin ew kirine çar perçan.

Berê em bûn yên bi dewlet, xwedan welat, bi nav û nîþan. 

 

Em Kurd in, gelo çawa dibe ku navê welatê me ji bîrdibe?..

Lê belê îro gravên piçûk çend hezar gelhe ala wan badibe.

Em bûn yên bi xwedan dewlet, netewa bi rûmet kevnar in,

Çima li Kurdistana wek parzemîn de Kurd tenê bê nav in?

 

Hoy nûnerên gelan, ey berpirsiyarên miletan li hemî cîhan!

Carek din bi adlane bifikirin, derdora xwe û navê dewletan!

Pir dereng ket, ne þerm e, di nav we de nîn e navê Kurdan!

Bixwazin, bila ew jî tevî we bin, bi navê Komara Kurdistan!..

 

                   A. BALÎ

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org