CERDEVAN AN JÎ CAÞÊN QORIÇÎ
 
 
 
A. BALÎ
 
 
 
Çi ferq dike, navê wan çi dibe bila bibe, ji bo çend qiruþan xwefiroþên dijminan di þerê azadiyê de pir zirarên xwe gîhandine tevgera rizgariya Kurdistanê û îro jî li Bakurê welat di xiyanetê de ji wan pîstir ti kes nîn in!.. Di hestên Kurdewatiyê de karekî usa çi mixabin gelê Kurd napejêre. Navekî wana rastî jî di nav Kurdan de nîn e. Lê kurtahî bi wan re Kurd, caþ dibêjin. Gotinê caþ jî wê wateyê nade. Ji bo ku „caþ“ heywanek di xizmetê mirovan de ye. Karê dike zêde ye; mesrevê xwe jî gelek hindik e. Lê qoriçiyên bi navên „notirvan, nehtor, mifirdî, parêzvan“ têne bi nav kirin, ji van navan ti nav wateyê ew kesan nade. Ewên ku di xizmeta dijminan de û li dijî netewaya xwe ne, ew di nav Kurdan bê nav in!.. Ji bo ku ti bêjeyên wê wateyê bidin di ferhenga Kurdî de nîn in.
 
Þehîde Kurdistan, mirovê neteweperwer Apê Musa Anter ji bo kesên eslê xwe Kurd ku ji dijminên Kurdan re xulamtî dikirin, wî bi wan re navek danîbû. Wê demê wezîrê Tirkan ku eslê xwe Kurd bû, lê li dijî Kurdan di her karî de li gel dagirkeran bû. Ez naxwazim wî îro bi nav bikim. Ji bo wî usa gotî bû:
 
”Ew kûçik, kûçikê me ye,
Lê li ber deryê xelkê ye!
Bo wan hewte hewte ye!..“
 
Vê gotinê îro mirov dikane ji bo cerdevanên bi eslê xwe Kurd, lê li dijî gelê xwe wek neyar þer dikin re bêje:
 
 
Kûçikên me cerdevan in,
Ew li ber deryê Tirkan in!
Tirkan re hewte hewte ne,
Ewna dijminê eslê xwe ne!..
 
Bê þerftî ne bi peran e! Lê cerdevan hem bê þeref in û hem jî bi peran wê bê þerefiyê li dijî têkoþer û gelê xwe bi kar tînin!
 
Rast e! Cerdevan jî Kurd in! Ew jî yê ji Kurdan in. Lê ew ne ji Kurdan re ne, yên li ber deryê xelkê ne. Dema mirovek ne ji xwe re be, ewê ji xelkê re pêya be! Di nav netewek de çiqas pêyayên neyaran pir bin, azadbûna wî netewî jî ewqas dijwar e û azadî jî ji wî gelî re ewqas dûrdikeve!.. 
 
Di dema Sadam de cerdevanên bi eslê xwe Kurd qasî heyþtê hezar bûn. Ewna di hûndirê þevekê de tevî hêza Kurd welatparêz bûn û ji bê þereftiyê xwe xelas kirin. Îro di nav erda rizgar bûyî de, di nav gelê xwe de wek herkesî ew jî dijîn. Îro li Bakurê welat kîjan qoriçiyê Kurd li dijî netewa xwe karê qirêj bike li gor karê kirî jî ji dagirkeran peran digire. Gelo ma ji wan peran pîstir û qirêjtir li dinê çî heye?!. Ez dibêjim êdî dem hatiye, kes ne neyarê eslê xwe ye. Bila qoriçiyên Bakurê welat jî wek yên dema Sadam dest ji xwîna brakujiyê bikiþînin!.. Êdî ma bê navî ji wan re ne bes e?!.
 
Di dîroka Kurdan de, bê bextî û îxanetên Kurdan bi Kurdan kirî, pir caran neyarên Kurdan bilê bi Kurdan nekirine! Ne dûr, ew çend dehsaliyên dawî de bi destê cerdevanên Kurd ciyên heya îro neyaran nedîtin û neçûyîn, bi alîkariya wan hatine dîtin. Li wan ciyan xwîna þervanên azadiyê hatiye rijandin!.. Ew ciyên xwezaya Kurdistanê ya ku Îskenderê Mezin nikaniye zeft bike û bibîne, îro bi rêberî û alîkariya Kurdên xwefiroþ dijmin dixwazin zeft û qontrol bikin...
 
Di dîrokê de ya Sadam li serê Kurdan kirî, li dinê hîn ti kesî bi serê ti kesî nekirye! Gelê Kurd alîkarên Sadam ku bi eslê xwe Kurd bûn, ew hemî efûkirin. Gotinek rûspiyên Kurd heye: ”Tu ji kuder zirarê veger ji te re kar e!“ Tarîx ji dubare bûyînan pêk tê, dibêjin. Îro li Bakurê Kurdistanê cerdevanên bi eslê xwe Kurd ku wek dema Sadam li Kurdan zilm dikin, pêwîst e, ku êdî destên xwe ji xwîna brakujiyê bikiþînin. Dagirkerên dema çar hezar gundên gundiyên Kurd þewitandin, cerdewan jî bi wan re alîkarbûn. Îro di navbeynê de ewqas sal borîn, gundiyên Kurd dixwazin vegerin gundên xwe, hun cerdevan rêya wan dibirin û li pêþiya wan dibin asteng.
 
Bes ne tenê cerdevan, îtîrafçiyên xwefiroþ, sîxur û êxbarçiyên nankor! Duweroja xwe jî bifikirin û îro de wê jî bibînin!.. Zerara hun didin Kurdan ji ya neyaran zêdetir e!..
Cerdevan û xwefiroþên Bakurê Kurdistan! Destên xwe êdî ji karên qirêj û þopgeriya li dû têkoþerên qehreman ya li pêþiya leþkerên dagirkeran rêçajotinê berdin û hevwelatiyên xwe îxbar nekin! Hun jî yê dawî de wek cerdevanên Baþurê welat tevî refên xwe yên Kurd bibin û bi niþteciyên xwe ve azad bijîn. Ji bo ku xulamtî ji kesî re heta hetayê nabe wargeh.
 
Îro ji bo Kurdistana Bakur roj roja bratî, piþtgirî û xîretê ye. Ji kuder zirarê Kurd bi xwe dikin, ji wê Kurd vegerin, ew ji Kurdan re kar e!
Cerdevanino, hun jî Kurdin! Dest ji nemerdiyê berdin! Di ew cejna qurbanan de lehengên Kurd ji xelkê re nekin qurban!.. Dawî de hun jî yê ji neyaran derban bixwin û poþman bibin!.. Wê demê jî poþmantî ber tiþtekî nagire! Bi xwe werin! Ji rêya þaþ derkevin û di rêya rast de, li gel azadiya netewa xwe bimeþin...
 
 
 
 
 
 

  

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org