CIYÊ CIGERXWÎN
DI WÊJEYA KURDÎ DE
(1903 - 1984)
A. Balî
 
Îsal salvegera çûyîn serheqiya Seyda Cigerxwîn ya 22 wemîn e. Ciyê Wî di nav helbestvanên Kurd de gelek mezin e. Bi nivîsandina her cureyên wêje tê nasîn û ji bo vê sedemê jî ciyê Cigerxwîn di wêjeya Kurdî de pir gîrîng e. Lê dema mirov li ser wêjeya Kurdî rawiste, ew bi karûbarên xwe di sedsala 20 an de xizmetî wê kirye û bi berhemên xwe yên giranbiha wêjeya Kurd xemilandiye.
Li gor nivîsên dîrokî yê di dest me de heyî, nivîsên wêjeya Kurd, li pêþ Îsa di sedsala heftan de destpêdikin û heya roja îro tên. Dema mirov bala xwe pêde, ew tarîxa jî ne kêm e. Lê em dizanin, ku dirokê wêjeyê Kurdî li gor destanên Kurd yên bi devkî di nav gelê Kurdistan de heyî nîþan dide ku ew hîn jî kevntir e.
Di berhema dîrokî ya dîroknivîskarê Yewnanî Ksenofon de bi navê "Anabasis" an jî bi navê xwe yê din "Þûnde Vêgerîna Deh Hezaran" de li ser Kurdan agahiyên dîrokî hene. Li ser erda Kurdistan þerên di dîrokê de bûyîn, bajar û gundên Kurdistanê xerab kirine, berhem û destnivîsên dîrokî piraniya wan hatin þewitandine û ji wana gelek jî wenda bûyîne. Wêje, sinet û sinetkar dema di bin sêwana dewletkê de bin, baþtirîn berhem û sinetê xwe pêþda dibin, berhemên giranbuha jî diafirînin. Çi mixabin dîrokê de hin caran em qet rastî tu berhemên Kurdî yên nivîskî girîng nayen. Hin caran di bin baskên mîrên Kurd, ku bi wêje û sinet re mijul dibin, sinetkar hatine parastin û alîkarî hatiye kirin. Gelek berhemên îro di dest me de mayî jî, di dema mîrên Kurd yên wejeperwer de hatine nivîsin. Di dîroka Kurdistanê de cara yekem di sala 1639 an de bi Peymana Qasri Þîrîn Kurdistan hate dabeþkirin. Kurdistana Rojhilat kete bin destê Farisan, ya Rojava, Bakûr û Baþûr jî hemî ket bin qontrola Osmaniyan. Paytextê Osmaniyan Stenbol bû navenda çand û hevtîtina rewþenbîrên Kurdistan. Ew hevdîtîna dibe bingeha Kurdewatî û netewetiya Kurd ya hemdemî. Rewþenbîrên Kurd di dema Osmaniyan ya dawî de, dîtîn û zanîna xwe li ser welatên Ewrûpa û wêjeya wana pêþda birin. Wêjeya Kurd di vê demê de tova xwe ya netewî nû avêt. Her çiqas bi fermî dewletê rê neda be jî, bi dizî û hincaran jî bi serlêdanan kovar, pirtûk, rojname, gotarên Kurdî hatin weþandin.                                                                                                 
Di þerê cîhanê yê yekemînde dema dewleta Elman wendakir, piþtgir û alîkarê wan dewleta Osmanî jî wendakir û ber bi rûxandinê çû. Paytextê Osmaniyan Stenbol ji aliyê dewletên Rojava ve hate iþxalkirin. Di vê demê de rêxistinên Kurd yên welatparêz mavên xwe yên netewî xwedî derdiketin û welatekî aza jî di doza wan de hebû. Dewleta Osmaniyan xilî þûnde, Komara Tirkiyê sazbû. Ew karên netewî di dema Osmaniyan de destpêkirî jî hatin qedexekirin. Kurdên ji Kurdistana Baþûr di nav sînorên dewleta nû ya Iraqê de man. Rewþenbîrên Kurdistana Bakûr piraniya wan hatin kuþtin, yên mayîn jî avêtin zindanan, ji wana hinekan jî xwe avêtin binxetê, çûn Suriyê. Wê demê Komara Suriyê ya nû sazbûyî di bin qontrola Fransizan de bû. Her çiqas serbestiyek rasteqîn ji bo Kurdan nîn be jî, di warê çapemenî de derfetên biçûk di destê Kurdan de hebûn. Li Iraqê jî ew derfetên heyî, Kurdan jê parmendî digirtin. Ew mercên heyî ji bo wêjeyek hemdemî ne bes bûn. Ji bo vê jî di navbeyna sedsala dawî de wêjeya Kurd derbên mezin girtin. Di nav tûnebûyîn û wêrankirinek hov de be jî, di vê demê de hîmê wêjeya Kurdî nûjen jî hate avêtin. Bingeha Alfabeya Kurdî bi tîpen Latînî di sala 1930 de ji aliyê Celadet Bedîrxan ve hate danîn. Þoreþa li Welatên Sovyetê bûyî bi tipên Krilî, ji xwendin û nivîsandina Kurdî re, rê vekir. Di salên 1930 þûnda bingeha Kurdolojiya nûjen hate avêtin. Kongra Kurdolojiyê ya yekemîn çêbû. Van guhartinên nû, bi xwe re ronansasa Kurd û dema ronahiya Kurd jî anî. Lê belê mercên neyînî, bila alîkariya dewletekê li alîkî be, dewletên Kurdistan di nav xwe de dabeþkirin ji ew ronesans û dema ronahiya Kurdan re gelek asteng derxistin. Îro jî hîn Kurd negîhiþtine mafên xwe yên netewî û demoqratik. Þoreþa hemdemî ya sedsala dawî, ya ku þewqa xwe avêtî ser Kurdan, ew di dema me rojane de hêdî hêdî dimeþe, ber bi armanca xwe diçe. Seyda Cigerxwîn emrê xwe di ew sedsala girîn de borandiye. Bi gotinek din Ew, dîroka sedsala me bû.
Di zarokatiya xwe de, di nav civatek paþdamayî, bi zagon û motîfên kevn, bi perwerdeya olî û hîn ser vê de jî, bê bav û bê dayîk Ew mezin bûyî bû. Bi gotina xwe " Min 1924 an de dest bi nivîsandina helbestan kir." dibêje. Ew sala dibe sala Wînî ya tevî wêjeya Kurdî bûyî. Ew berdewam dike û dibêje: " Ew sala bû sala min ya niþtîmanperwer. Li pêþ vê salê helbestên min nivîsandi de, giranî li ser xwestekên netewî û niþtîmanperwerî bûn. Di navbeynê 1945-1946 an de di helbestên min de giranî derbasî ramana þoreþgerî û çînayetî (sinifî) bû."
Ew di salên 1930 þûnde hêdî dikeve nav wêjevanên Kurdistan. Ew bi hevalên xwe yên wê demê bi hevdû re kar dikirin, di wêjeya Kurd ya nûjen de deriyekî nû jî vekirin. Ji wana Celadet Bedîrxan, Kamuran Bedîrxan, Osman Sebrî, Qedrî - Can, Nuredîn Zaza, Cigerxwîn û yên din karên wan tûcaran naye bîrkirin. Ji wana her yekî teybetî ciyê xwe pir mezin e. Yek nikare ku ciyê yekî din bigir e. Lê belê di dîrokê wêjeyê Kurd de ciyê Cigerxwîn bi berhemên wî afirandin tûcaran qet naye bîrkirin. Dema mirov behsa wêjeyê kir, bes wêje tenê bi helbestan pêk naye. Di wêjeyê de pexþan, roman, çîrok, þano, dîrok, biyografî, lêkolîn û folklor jî heye.
Cigerxwîn bi hemî tewrên wêjeyê berhem avirandine, ku jimara wana gelek in. Di nav ew tewrên wêjeyê de, aliyê Wînî  yê helbestvanî ji aliyên Wî yên din pêþdatir e. Lê mirov nikare wana ji hev cûda bigire. Ew aliyên Wî, yek yekî din temam dikin. Mamhostetî, zimannasî, dîrokvanî, lêkolînêrî, siyasetmedarî û rewþenbîriya Wî, Cigerxwînê nemir anîbû holê.Ji zarokan re hevalekî pir qenc bû. Ciyê Wî, di wekheviya navbeynê mêr û jinan de, di nav perwedevanên Kurd yên ku cara yekemîn xwendinê qîz û xortan di dibistanekê de, bi hevre pêkanîn de bû. Di despêkê de heya roja dawî ew endamê rêxirabek Kurd bû. Lê xwe ji rêxirabên din cûda nadîdît. Xwe nêzîkî her Kurdî welatparêz didît. Ji bo vê jî, ji aliyê her Kurdî ve dihat hezkirin û jê re xurmetek mezin dihat nîþandayîn. Wînî yekîtî û serxwebûna Kurdan dixwestî. Ew xwesteka Wî, xwesteka dilê her Kurdî bû.  
Dema Kovara Hawar li Þamê dest bi veþandina xwe kir, welatparêzên Kurd jî li dor paþ xwe kom kir. Ji wan kesan yek jî Cigerxwîn bû. Mercên dinê û bûyerên li ser xaka Kurdistanê bûyîn heya nîviyê sedsala bîstan rê nedaye, ku wêjeyek Kurdî bi zimanê nivîsandinê pêþda biçe. Di aliyê din de wêjeya devkî ya ku di nav Kurdan de heyî, di nav tû gelên din de nîn e. Stranên gelerî, destanên mêrxasiyê, serpêhatiyên dîrokî yên hezar salan vir de, di nav gelê Kurd de her dijîn. Ewna bi rêya dengbêjên Kurd heya roja îro jî tên gotin. Dengbêjên Kurd bi gotin û awazên xwe yên xweþik, tova wêjeya Kurd bi ava kanîya dîroka Kurdistanê avdayîne. Di xortaniya xwe de Cigerxwîn pir ciyên Kurdistanê geriye, ji her hebûna Kurdan parmendî girtiye. Ji ava bengiya Kurdistanê vexwariye, awaza xwe tevî awaza dengbêjên Kurd kiriye. Dema xwe nasîn þûnda Wî, þev û roj nivîsîye, nivîsye heya ku roja ji nav me barkirî çûyê wê dinê. Di saxiya xwe de, bi gotina xwe ya ji min re gotî de " Wek çil pirtûkên min çap bibin hene. Derketina min ya dervayî welat jî, ji bo çapkirina wan e."  Ji xeynî van hin berhem û nivîsên Wînî wendabûyîn jî hene. Cigerxwîn qasî neh dîwanan helbest nivisîne. Jiwana heyþt dîwan hatine çapkirin.
     
Navê dîwanên Cigerxwîn ew in:
1. Dîwana Yekem: Prîsk û Pêtî, Þam, 1945

2. Dîwana Duwem: Sewra Azadî, Þam, 1954

3. Dîwana Sêyem: Kî Me Ez, Bêyrûd, 1973

4.
Dîwana Çaran: Ronak, Stockholm, 1980

5. Dîwana Pêncan: Zend-Avista, Stockholm, 1981

6. Dîwana Þeþan: Þefeq, Stockholm, 1982

7. Dîwana Heftan: Hêvî, Stockholm, 1983

8. Dîwana Heyþtan: Aþitî, Stockholm, 1985 
     
Berhemên Cigerxwîn yên din Çapbûyî ew in:
1. Cîn û Gulperî, çîroka yekem, Þam, 1948

2. Reþoyê Darê, çiroka duwem, Þam, 1956

3. Gotinên Pêþiyan, Þam, 1957

4. Destûra Zimanê Kurdî, Bexda, 1961

5. Ferheng, perçe yekem, Bexda, 1962

6. Ferheng, perçe duwem, Bexda, 1962

7. Salar û Medya, Çîrok, Bêyrûd, 1973

8. Tarîxa Kurdistan - I, Stockholm, 1985

9. Tarîxa Kurdistan - II, Stockholm, 1987

10. Folklora Kurdî, Stockholm, 1988

11. Jîneîgariya Min, Stockholm, 1995

12. Nivîsarek Li Ser Dîbaca Ehmedê Xanî, Stockholm, 1995   
 
Li gor jimara pirtûkên Wî yên çapbûyî li jor hatî nivîsîn hin berhemên Wî yên din çapbibin jî hene. Ji bo amadekirina çapê navê hin pirtûkên Wî yên din ew in:
          
Çapa Dîwana Nehan
Tarîxa Kurdistan, bergên 3 û 4

Folklora Kurdî, bergên 2 û 3

Çîroka Jîndariya Min, weku çend bergên din, 2 û 3

Navdar û Hozanên Kurdistan

Þerha Dîwana Melayê Cizîrî

Hesenê Mûsê, çîrok ûhw. yên din
 
Qasî Cigerxwîn di nav Kurdan de hatî nasîn, li dinê nehatiye nasandin. Gelek sedemên vê hene. Sedema yekemîn wêjeyek Kurdî li cîhanê bête nasîn hîn nîn e. Sedema dîn jî Kurd bi dewleta xwe hîn di nav dewletên cîhanê de cîh negirtine. Tû kemasiya Cigerxwîn di aliyê helbestvanî de ji Lorca, Paplo Neruda, Bertolt Brecht û ji Nazim Hikmet hindiktir nîn e. Ji bo nasandina navnetewî û lêkolînên netewî karên li ser Cigerxwîn bûyî ne bes in. Ji wan karan çend mînak:
1.      Di sala 1966 an de Ordîxanê Celîl li Erîvanê li ser helbestên Cigerxwîn bi navê "Poeziya Cigerxwîn Bajarvaniyê" pirtûkek veþand.
2.      Di sala 1969 an de Íamîlê Esker li Bakû doktoreya xwe ya zanistî li ser kar û barên Cigerxwîn bi zimanê Rûsî amade kir.
3.      Belçîq, Holand û hin welatên din di zanîngehanda karên doktora.
4.      Di sala 1987 an de li Elmanyê Dr. Gundî Dilberz bi zimanê Elmanî Cigerxwîn dayê nasandin û hin helbestên wî hatin vergerandine zimanê Elmanî.
5.      Íahînê Soreklî li Awustralyê li bajarê Sydney bi zimanê Îngîlîzî li ser jiyan   û helbestên wî pirtûkek weþandiye.
6.      Ganî Bozaslan li Stenbolê bi navê "Þafaqa Lenîn" di sala 1975 an de helbestên Kurdî û bi wergerandina zimanê Tirkî bi hevre hatine we?andin.
7.      Di sala 1992 an de li Stenbolê karê A. Balî, ku ji heyþt dîwanên Cigerxwîn bijarte kirî Kurdî û wergerandina helbestan ya zimanê Tirkî, du caran li pêy hevdû çap bû.
 
Gotarên li ser Cigerxwîn di rojname û kovarên Ereb, Faris û Tirk de hatin weþandin jî ne kêm in.

                Navaroka Helbest û Ramanên Cigerxwîn:

Navaroka helbest û ramanên Cigerxwîn pir kûr e. Ji bo têgîhiþtina helbest û berhemên Cigerxwîn, Qanatê Kurdo di gotara xwe ya pêþgotina dîwana pêncan Zend-Avista de wûha nivîsiye: " Cigerxwîn bi berhemên xwe, bi raman û tewrên xwe ve wek bahrek bê dawî ye. Ji bo ketinê mirovan nav vê bahrê û naverokê wê têgîþtin gelek dijwar e. Ji bo vê sedemê, berî her tiþtî pêwiste, ku mirov niqirvanekî herî baþ be û bi zanist jî xemilandî be, ku jê fehm bike. Ez di xwe de vê hêzê û têgîhîþtiyê nabînim." dibêje. Dema mirov bala xwe bide Mamhoste Qanatê Kurdo, pêþgotina xwe ya Dîwana 5 an de, ku 33 rûpel hemî bi lêkolîna dîwanên Seyda nirxandine û pesna Seyda kirye.
Helbestvanê gelê bindest Seyda Cigerxwîn, di bin tesîra ku ew gel ji azadî û mafên xwe yên mirovatiyê bê par hatiyê hiþtin da ye. Di bin van hestan de xwestek û baweriya dilê xwe, bi hostetiyek mezin, di helbestên xwe de bi kar tîne. Ji bo vê jî helbestên Wî wek melodî ne. Ew hostetiya bi lîrîzma bilind, helbestên ku navaroka xwe cûda cûda wek destanek dirêj li pêy hev hatine rêzkirin. Di wêjeyê Kurd de, bi jimara dîwanên xwe û bi navaroka wan, Cigerxwîn rekora herî bilind jî di dest xwe de digire. Ya Wînî mezin dike ne piraniyê helbestên Wî ye. Ew bi sinatê xwe yê þoreþger û bi ramana xwe ya pêþverû va dostê karkerên cîhanê û hevalê gelên bindest bû. Ew bi ramanên xwe hozanekî hemdemî lîrîk e. Ewê bi berhem û ramanên xwe yên hemdemî heya bedawiyê bijî.
 
Di bin van xalan de em dikarin helbestên Cigerxwîn rêz bikin û di navhev de derînin:
               Navaroka helbestên Cigerxwîn:
1.      Li ser rewþa Kurd û Kurdistan û halê wan.
2.      Helbestên li ser jiyana zana, hozan û helbestvanên Kurd.
3.      Helbesten li ser gundî, karker û zehmetkêþên Kurdistan û cîhan.
4.      Helbestên naveroka xwe li ser evîniyê û dildariyê.
5.      Helbestên li ser mêranî, þervaniya Kurdan di berxwedanan de.
6.      Helbestên li ser çînên Kurd ku di nav civata xwe de heyî, wek axa û beg, þêx û pîr, birciwazî û kapîtalîst.
7.      Helbestên li ser wekhevî, aþitî, demoqrasî û azadiyê.
8.      Helbestên li ser bajarvaniya Kurdan û medeniyata wan.
9.      Helbestên naveroka xwe piranî li ser navnetewiyê, Marksîzm û Lenînîzmê.
10.  Helbestên li ser jiyîn, ayîn û olên di nav Kurdan de û netewatiya Kurd.
11.  Helbestên dîrokî yên li ser mîrîtî û dewletên Kurdan.
12.  Helbestên li ser faþîzm û pêþberî zulma faþîzmê.
13.  Helbestên rewþenbîrkirina neteweya Kurd.
14. Helbestên ku naveroka xwe bi gotinên fîlosofiyê heye û ji bo huner û gotinên veþartî û herwûha yên teybetî bi jiyana Cigerxwîn ve giredayîn.
 
Seyda Cigerxwîn bi ew berhemên xwe yên giranbuha di nav gelê Kurd de yê her bijî. Kurd çiqas bi Cigerxwîn xwe bipesinin, ewqas ciyê xwe heye. Em carek din Wî bi bîra xwe tînin û bejna xwe li berWî ditewînin.
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org