|
DU
RÊ Û YEK TAKTÎK
A. Balî
Cîhan
pir caran têt guhartin. Lê çi mixabin heya ew salên dawî Kurd û
Kurdistan tevî wan guhartinan nebûye. Ji þerê kendavê vir de (1990) di
nav rûpelên dîroka cîhanê de Kurd êdî bi nav in. Kurd ne wek berê
bes bi navê Kurdî, bi netewebûna xwe jî serkeftîne!.. Gelo çi ye
netewe û netewebûnî? Netewebûnî ew e, ku Kurd li xwe xwedî derdikevin.
Sazî û partiyên Kurdan êdî wek berê êrîþî ser hevdu nekin û destên
xwe ji þerê birakujiyê berdidin û dest didin hev û bi hevra jiyana xwe
didomînin. Ji bo Kurdan netewebûn ew e. Sînorên berê yên bi darê zorê
bi destên dagirkeran hatî danîn li ser kaxizan jî namînin, ew êdî
radibin û Kurd dibin yek... Sînorê
herî girîng sînorê mirovan di mejûyê xwe de daniye. Êl û aþurtî û
xanedanî herkî diçe wek berfa biharê ya li ber rojê dihêle û ji ortê
radibe, diçe. Kurd wek civatek nûjên xwe nû ve dike û li mavên mirovan
yên li cîhanê heyî yên hemdemî xwedî derdikeve. Ya herî girîng bi
nizmî be jî hin kes û partiyên Kurdan li dijî hevdu qise bikin jî, lê
ew neyartiya berê ji holê rabûye. Ew bîst salên dawî Kurdan bratiya
xwe ya bi gelên cîhanê re heyî baþtirîn pêþxistin û serê neyaran jî
daxistin erdê... Çend
salan berê xeberê Bakur û Baþurê welat ji hevdu tune bû. Pir caran
dijminan ew bera hevdu jî didan. Cara yekemîn e, ku hemî partiyên Kurdan
hevdu dipejêrin û ber bi hevkariyek netewî diçin. Lê çi mixabin hîn jî
xwesteka dilê Kurdên dilsoz pêknehatiye. Pêwîst
e, ku Kurd îro di bernameya xwe ya rojane de çi bikin?.. Her alî
Kurdistanê di dema îro de bi raperîn û bi tevgera xwe ya gelerî berxwe
dide, doza Kurdistanê xwedî derdikeve. Lê dîsa jî gelek karên girîng
yên navxweyî û yên navnetewî hene. Ji wan karên girîng yek jî karê
tevgera Kurd ya li Bakurê welat bi navê terorîstî têye bi navkiriniye.
Ew navkirina ji aliyê pir welatan ve naye pejirandin. Ya rast ew e, ku ew
saziya têye bi navkirin xwe diparêze. Lê mirov dibîne ku bi yek saziyê
ew þerê giran nameþe. Rewþek usa zerarek mezin jî digîhîne tevgera
Kurdistanê ya azadîxwaz. Kurd
çawa bikin ku ji astengek usa xelas bibin? Ji astengek usa xelas bûyîn îro
þunda pir ne zor e. Bêtir yên li pêþiya yekîtî û hevkariya Kurdan ya
îro disekinin sazî û partiyên Kurdistana Bakur in. Di nav partiyên heyî
de PKK li alîkî ye û yên din jî li aliyê dînin. Yên dervayî PKK jî
heya îro ew ne yek in! Lê di ew rojên li pêþ me ewna bi yekîtiya xwe
re mijul dibin û civînan çêdikin. Ya herî qenc ew bû, ku PKK jî tevî
wana bûbûya. Lê du partî bin jî û bi hevra bidin û bistînin, di rewþa
îro de ew jî ne xirab e. Ez
di wê baweriyê de me ku herdu partiyên mezin yên Baþurê Kurdistanê
(PDK, YNK) heke bixwazin, hemî partiyên Kurdistana Bakur bînin cem hevdu
û di navbeyna wan de hevkarî û yekîtiyek netewî dikanin çêbikin. Heya
îro ew rewþa tune bû. Lê îro ew rewþ heye ku yekîtiya hêzên Bakur pêk
hat þunda ewna bi Baþurê welat ve jî baþ kar bikin. Dema sînorên
aboriya Kurdistanê di nav Kurdan de vebûn þunde li gora her perçeyê
Kurdistanê ew dikanin mafê çarenûsiya xwe bi hestên xwe yên aza pêk bînin. Îro
pê de xîret li ser milê neteweperweran maye. Pêwîst e, Kurd ji
federasyonê hindiktir ti tiþtî nepejêrin. Ji bo ku federasyona Kurdan bi
navê Dewleta Kurd Ya Federal li Baþurê welat heye. Perçeyên din de jî,
ji bo federasyonên Kurd kar kirin dibe bingehek esas. Li Bakurê welat ew
ramana siyasî heya îro baþ ne diyar e. Tirk dibêjin, „Kurd cudabûnê,
serxwebûnê dixwazin.“ Halbûkî di bernameya rojane ya partiyên
Kurdistana Bakur de ti xwestekên usa nîn in. Kurd ji Tirkan tiþtekî fehm
nakin û Tirk jî ji Kurdan fehm nakin. Ew þerê siyasetê de bi navê „þerê
kor“ ji salan vir de her berdewam dike û gavek jî pêþ ve neçûye!.. Kurd
jî êdî ew pêvajoya ne di rêya çareseriyê de pê hêsîne. Heyþt
askerên Tirkan yên êsîr di dest hêza HPG de bûn, hatin berdayin. Kurd
hêvîdarin ku ew bûyera ji bo aþîtiyê bibe wesîleyekê. Lê asker û
faþîstên Tirkan ji vê wesîlê fehm nakin. Tirk þerxwazin û þer
dixwazin. Ew her dixwazin bi armanca þer, rê li ber xestekên Kurdan yên
demokratîk bigirin. Tu hezên Kurdan îro þer dixwazin nîn in. Serokê
Konseya Rêveber ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan der barê
serbest berdana leþkerên dîlgirtî de daxuyaniyeke taybet da û banga çereseriya
pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk kir. Karayilan got:“Ev rewþ,
dikare bi xwe re pêvajoyeke dîrokî bîne û rê li ber çareseriya
demokratîk û aþtiyane veke. Bendewariya me ew e, ku ev fersend li ser
bingehekî rast were nirxandin. Hêvîdarim ev helwesta me bibe wesîleya
qonaxeke nû.“ Lê
hevdîtina Bush û Erdogan rêya þerê dibe hîn jî dirêjtir dike. Du rê
roja îro li pêþiya Kurdan hene: Rêya þer, an jî rêya aþîtiyê!.. Rêya
þer rêya þerxwazan e! Kurd pêwîst in li ser du rê û yek taktîkê
bifikirin û biryar bidin. Ez bawerim hesta rast vê carê yê serkeve. Ma
hun çi difikirin?!. A.
BALÎ 09.11.2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org