|
HAWAR KURDINO! ÎRO YEK BIN! HEKE MA SIBÊ DERENGÎ YE!“
A. Balî Tevgera Kurd ya azadîxwaz pêwist
e, çalakî û sitretêjiya xwe ya ji bo Tirkiyê û Bakurê welat carek din
di pêþ çavên xwe re derbas bike. Gelo em sî sal e, dibînin ku þer û
aþitî bi hevra nameþê! Di aliyê din de legal û ilegal jî li gor mercên
Tirkiyê wek hev têt dîtin. Karê em Kurd dikin û berhewa diçe her tim
di xizmeta dijmindaye! Dema sitretejî usa be, karê legal dibe jî, dijmin
bi karê îlegal ve girê dide û kê çi wext li kîderê dikuje, an jî
bavêje girtîgehê ne xuyaye!.. Wana (Tirkan) tim bi kevirekî du çûk bi
hevra kuþtin ji xwe re kirine adet û kar... Li Kurdistana Bakur hêdî dem
hatiye dawî. Hêza Kurd gerek hesabê xwe yê hebûn û nebûnê baþ bike.
Ya þer, ya karê demokratik ku yê ji aliyê hemî cîhanê ve tê
pejirandin! Sî sal zêdetir e, ku têkoþîna rizgariya Kurdistanê bi
zirufên ne baþ ji aliyê cîhanê ve têt nasîn. Ne usa be jî, em Kurd
rastiya xwe nikarine li alemê bidin nasandin û qebul kirin. Ew bi serê
xwe tenê be jî, ma ew kêmasiyek mezin e? Tevgera Kurdistan bi çalakiyên
xwe yên demokratik ew ne rastiya kolonyalîstan ya li cîhanê belav kirî
pêwist e, ku heya roja îro ew ne heqiya vala derxista!.. Ji bo ku hêzên
Kurdistana Bakur yekîtiya nav xwe çê nekirin û yekîtiya xwe sivik dîtin.
Hevdu gilîkirinê jî ew rewþa qambax hate meydanê. Tevgera Kurd di ew demên borî de
astengên li pêþiya xwe heyî ranekir û saziyên heyî jî li gor rewþa
cîhanê xwe nûve nekirin. Þaþetiyên di pratîkê de dibin tukesî ew
erka giring di keseyetiya xwe de ne dîtin, ku rexne bikin, þaþetî û
rastî ji hevdu cuda bibin! Bes karê bûyî û karê saziyên Kurdistana
Bakur heya îro kirî li dijî hevdu baþtirîn çawa neyar bin û neyartiyê
bikin. Rexneyên li ser riya bratiyê bûyîn jî ciyê xwe negirtin.
Piraniya rexnevanan jî, ji aliyê hêza xwe di nav rexneyê de dibîne ve
wek neyar hatin dîtin. Dost û dijmin ji hevdu baþ ne hate cuda kirin. Dema îro jî wek dema boriye. Bes
neyartiya heyî di nav bê dengiyê de dimeþe! Rewþa Kurdistana Bakur îro
ji herojê bêtir di nav xeterê de ye. Piþaftina (asîmîlasyon) gelê
Kurd bi hemî lez û bezê berdewam dike. Di metrepolan de hêdî zarokên
Kurd bila li alîkî bin, Kurdên têgîhîþtî yên mezin jî bi zimanê
Tirkî diaxifin. Kurdên dibin qoriçî û koriciyên dibin Tirk heroj zêdetir
dibin. Di hilbijartinan de Kurd nikarin qasî nîviyê rêyên (dengên)
hilbijartina dema borî bigirin. Þervanên azadiyê ji her demê zêdetir tên
kuþtin. Lê vê carê dijmin bi kuþtina wan dilê xwe sar nakê û diçin
serê wan cangoriyan jî jê dikin û bi cendekê wan dileyhîzin!.. Li
hember vê hovîtiyê hîn jî hêzên Kurd refên xwe nakin yek û nabin
yek hêz! Gelo Kurd rêya çi dipên û li benda rêya kê ne? Dema mebusên Kurd yên nû hatî
hilbijartin behsa mafên Kurd û mirovetiyê dikin, Tirk û rojnamevanên
wan diqîrin û dibêjin: „Ewê bi devê terorîstan qise dike, dengê wî
qut bikin!“ Ew têt wê wateyê ku wek wekîlên berê, ewên nû hatin
hilbijartin jî bê deng bihêlin û bavêjin girtîgehê, an jî ji holê
rakin!.. Wê demê rê ji yên wek qetîlên mebusê Kurd birêz Memed
Sincar kuþtin re rê carek din vedibe?.. Li dinê herkes aþitî û azadiyê
dixwaze. Dema Tirk aþitiyê li
ser tunebûna Kurdan bixwazin ava bikin, Kurd jî di alîkî de bê deng bimînin
û ji wan re alîkar bin, wê demê çi sûda aþitiyê ji Kurdan re heye?..
Aþitiyek usa dawî li Kurdan hat þunda bibe, ew jî qet ber tiþtekî
nagire. Hin berpirsiyarên Kurd tiþtna li gor hest û xwestekên Tirkan pêþniyaz
dikin. Kurd bi ew xwestekên ne di ciyê xwe de pê ne razîne. Lê Tirk ew
xwestekên wan Kurdan jî qebul
nakin. Tirkên faþîst ewên ku ew xwestekna pêþniyaz kirî jî wek neyar
dibînin û pêþberî gelê xwe dikin. Bi tirs û hovîtiyê dixwazin Kurdên
welatparêz bidin tirsandin û bi wana gavên paþve biçin, bavêjin avêtin!.. Kurdên mebus hatî hilbijartin,
an jî alîgirên hêza wan îro behsa serxwebûnê an jî behsa Federalîzmê
jî nake? Lê Tirk wana dîsa jî bi navê terorîstiyê bi nav dikin û hovîtiya
xwe serê þervanên Kurd yên kuþtî bi serjêkirinê nîþana xwe ya aþitiyê
li pêþ çavên dinê rêdiêxin. Li hemberî Tirkan rêya em Kurd tê
de dimeþin de, em dibînin ku em bi wê sernakevine. Pêwistî heye, ku her Kurd ji xwe
bipirse û bêje gelo ezê çi bikin? Pêwist
e, ku em hemî Kurd bi hevra bifikirin û bersiva vê pirsê bi hevra bidin.
Carna kesên welatparêz jî bi
gotinên xwe yên þaþ mejûyê miro tevlihev dikin! Berendamek mebusên
Kurdan ya li pêþ hilbijartinê digot: „Sînorê Mîsak-i Millî heya Silêmaniyê
biçe jî, emê pê kefxweþ bibin. Kesên dixwazin –peymana Sewrê- þunda
bînin hene. Em wan þermezar dikin!..“ digot. Xwedanê gotinên usa Tirk
bin mirov dibêje Tirk dikarin usa bêjin. Ji bo ku ne heqiya xwe dixwazin
li ser Kurdan ferz bikin. Lê Kurdek nikare bi navê Kurdan usa qise bike. Lê
ew usa jî qise bike Tirk wê jî îro bi navê terorîstiyê bi nav
dikin!.. Em usa ketine nav polîtîkek þaþ, ku em nikarine dor paþ xwe jî
baþ bibînin û binirxînin... Dema Tirk, me Kurdan bi xwesteka aþitiyê
bilê qebul nekin, tê wê wateyê ku carek din jî em Kurd bifikirin! Ya emê
xwe bidin qebulkirinî, an jî emê teslîm bibin! Ma ji vê bêtir rêyên
din hene? Di biryarek usa de bi dereng mayîna hêzên Kurd, doza gelê Kurd
yê zirarek mezin bibîne. Kesên bi rêya demokratîk hatî hilbijartin û
bûyîn mebusên Kurd, ew jî wek þervanên azadiyê bi nav bibin û Tirk
heroj êrîþ bibin ser wan, kesên Kurd ji derva dimînin nikarin her bê
deng bibin û polîtîkek usa bipejêrin. Bi vala dem borandinê dijmin bi
me dileyhîze û ji xwe re wextê qezenc dike. Kesên aza ger pêþiya lîstikên
neyaran negirin, kesên di nav tunetiya neyaran de dijîn yên di zindnan de
nikarin rolê xwe baþ bileyhîzin. Ji bo ku dijmin tu caran wê derfetê
nade kesê ku di bin destê xwe de dîl hatî girtinî!.. Yên berê digotin
ku :“Li cem Osmaniyan lîstik, dek û dolav pir in! Dema yek vala biçe
yek din derdixînin holê.“ Ew lîstika îro li ser Kurdan dibe, pêwist
e, ku Kurd, wê vala derxînin rêber û girtiyên Kurd yên di zindanan de
dijîn serbest bikin... Ew gazî û qîrîniya ez dikim ji
bo hemî Kurdan e! Kurdîstanîno! Dest bi þerê navxweyî berdin û
tevgera azadîxwaz li cîhanê bi mafê Kurdan yê gelerî bidin nasandin.
Ji bo ku di rewþa îro de hêzek Kurd tenê wenda nake, dema wenda bû, em
hemî Kurd bi hevra wenda dikin. Di hilbijartinê de xuya bû ku Tirk
dixwazin bi rêya dîn (ol) Kurdan dîsa bixapînin. Piraniya Kurdên sunî
dîsa ber bi ola îslamê meþîn û mebusên alîkariya þovenîst û faþîstên
Tirk dikin hilbijartin. Heya kîngê emê bêne xapandin? Kîngê aqlê wan
Kurdan yê bête seriyê wan û nebin lîstika dijminan?!. Di dawî de, di rêyek rast de, di
rêya azadiya Kurdistanê de, em hemî Kurd bi hevra mimeþin ma çiqas xweþ
dibû?!. Ew xewn û xeyala Kurdan ya sedsalan e. Kurdino, vê carê xewna
xwe ya îro rast bikin û bibin yek! Heke ma sibê firset ji dest diçe,
derengî ye!..
04.09.2007 |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org