HELBEST Û BANDORA HELBESTÊ LI SER HESTÊN NETEWEYA KURD ÇI YE?

    (DI JIYANA NETEWAN DE ROLA ÞIÎR ÞAÎRTIYÊ)

 
A. Balî


Di nav wêjeya dinê de ji bo çi ciyê helbest (þiîr) ewqas girîng e? Destpêka wêjeya dinê bi toreya helbest xwe dide xûya kirin. 
Gotina þiîr, gotinek ji zimanê Erebî têye. Kurd, Tirk û Faris jî vê gotinê bi kar tînin. Di zimanê Kurdî, di zaravayê jêrîn de li ciyê 
þiîr, gotina “helbest” bi kar tê. Ew gotina derbasî hemî zaravayên Kurdî bûye. Gotina helbest di zimanê Fransizî de “poésie”, 
di zimanê Îngîlîzkî de jî bi navê “poem”  tê nasîn.

Di wêjeyê de helbest (þiîr) ji pexþan (nesîr) cûda ye. Di gotinê de helbest, sinetê xweþ e, ku ew bi bêjeyan hevdû temam dike 
û  bi bêjeyan  tê xemilandin. Helbest karê hûner û marîfetê ye, ku ew hostatî û pisporî dixwaze.

Di dîrokê hêmî gelan de ciyê helbest (þiîr) û helbestvanan (þaîran) teybeti gelek girîng û awarte ye. Di nav civatê Kurdan de, hem 
ji aliyê civakî de, hem jî ji aliyê rêzanî (siyasî) de tesîra helbest ewqas pir e, ku ji bo vê sedemê helbestvan di rêzek pîroz de tê 
pejirandin. Her wûha di dîrokê gelek gelên kevnar de jî ciyê helbestvanan ûsa ye.  Helbesta herî kevn li pêþ zayîna Îsa 2000 salî 
de, bi zimanê Simêrî, li ser jiyana Gilgamiþ hatiye nivîsîn. Bûyera ew helbesta yekemîn li pêþ zayînê 3000 salî de derbas bûye û 
paþê jî wek destan hatiye neqil kirin. Dîsa li pêþ zayînê di sedsala 9 an  bûyera heya sedsala 8 an qewimî ji aliyê hozanê Yewnan 
yê bi navê Homeros, di  destana xwe ya bi navê “Îlyada û Odysseia” de, mirov rastî hestên germ tê û di þerê navbeynê Troja (Troya) 
û Yewnaniyan (Mykene) de bûyî bi zimanê helbest hatiye nivîsîn û tesîra xwe heya îro  berdewam dike. Di dîrokê dinê de þer û siyaset 
pir caran bi hevdû re hatine girêdayîn. Di mejûyê rabirdû de bi hezaran þer (ceng) bûyîne û bi hezaran jî qumandar hatin çûyîne!.. 
Ji wana navê pirran hatiye bîrkirin. Lê belê þaîrên ku hestên xwe yên germ û nerm, yên li ser qiral û qumandaran tesîr kirî, ewna 
tûcaran nehatine bîrkirin. Ji wana navê þaîrê Latîn Vergilius (Vîrjîlyus, li pêþ Îsa, 70-19); þaîr Solon (li pêþ Îsa, 640-584) gotinên xwe yên 
civakî û rêzanî bi qefiye û bi rêzikan nivîsîne, mirov di bin tesîra xwe de hîþtine. Ew tesîra wana kirî li ser hestên mirovan heya roja îro jî tê. 
Ji bo vê sedemê, ew kesên bi sinetê xwe dîjîn her bê dawî û nemir in. Di nav gelê Kurd de jî pir helbestvanên hêja û yên bi nav û deng 
derketine û jiyane. Çi mixabin welatên bindest û yên ne azad di her alî de bê deng mayine. Her wûha dengê þaîrên wan jî, li aliyê gelên 
cîhan ve baþ natiye bîhîstin. Dema dengê þaîr nizm be, deng ji gel jî baþ dernakeve!.. Dagirkeran dema Kurdistan di nav xwe de 
dagirkirin, berî her tiþtî xwestin ku dengê þaîr û nivîskaran qut bikin. Afirandin û berhemên Kurdan yên kevn ji aliyê neyaran ve 
hatin komkirin û hatin þewitandin. ji bo vê sedemê jî þaîrên Kurd demek dûr û dirêj rolê xwe yê civakî baþ ne anîn cih û bê deng man. 
Lê îro ne ûsa ye. Helbestvanên Kurd di nav civata Kurdî de rolekî girîng dileyhîzin. Di þahî, konferans û kombûyînan de dema gotarvan 
gotina xwe bi helbest destpêbike, di nav guhdarvanên xwe de coþek mezin peyda dike û bala wana dikiþîne ser mijara xwe. Hestên 
netewî (milli) baþtirîn bi helbest tên gotin. Di nav welatperwer û þoreþgeran de hestên netewî, ramana þoreþgerî, di dilê helbestvanan de 
bi helbestan digîhîje merheleya herî bilind. 

Li dinê hemî gelên heyî ji þaîrên xwe re giramî kirine û ciyekî mezin dayîn wana ye. Dema em li dîrokê Yewnaniyan rolê þaîran binêrin 
wê demê þiîr û þaîrtî baþtirîn tê fehm kirin. Di dîrokê Yewnaniyan de Platon (Eflatûn) ji bo þaîran gotiye þaîr: “Ew afirîdek (kes, þexs)  
pîroz bi balînde (qanat) ye.” Li gor Arîsto helbest (þiîr): “Ew beþek ji sinetê teqlîdan e.” Di wêjeyê de helbest bi gotinên xweþik tên 
hûnandin, bêje bi hevdû tên spartin û hemî rêzik bi rêk û pêk bi hevdû tên xemilandin.Wek Platon (Eflatûn) li jor gotî “Íaîr bi qanat e û 
wek melek e!” Ew tarîfa pîroz sirûþta hozan tesîr dike û pêwiste ku jiyanak çawa ji þaîr tête xwestin, ew ûsa kar bike û ûsa jî bijît. Bi 
serê xwe tenê serbilindî, rûmetî di sirûþta helbestvan de dibe fîdekariya herî mezin. Íaîrtiya gelên bindest ewqas ne hêsan e. Hin 
caran jiyan ji wan re wek zindan e, hin caran jî berxwedan û têkoþîn e. Di destê helbestvanan de carna helbest kulîlk in, carna jî dibe 
gulle û xençer di sînga dijminan de!.. Tê gotin ku welatên helbestvanên xwe bê deng bin, ew welatna wek zarokên sêwî ne! Dema 
welatek sêwî be, gelhê wî welatî bi rûmet nikare bijît û li dinê jî tama tiþtekî namîne...

Mirov dibîne ku di nav beþên wêjeyê de helbest ciyekî xwe teybetî heye. Dema rolê helbestvanên Kurd di nav civata Kurd de çi ye? 
Vê pirsê dema mirov ji xwe bipirse bersiv gelek dijwar e! Lê dîsa jî di nîvê sedsala bîstan þûnda û di destpêka sedsala bîst yekan de, 
helbest û helbestvanên Kurd di hestên rêzanî û civakî de rolê xwe yî neteweyî lîhistîne û îro jî dilêyzin. Lê mirov dikare ji xwe bipirse? 
Erka li ser milê xwe çiqas bi cih anîne? Bersiva vê sedesed mirov nikar wek hevdû dide. Di nav Kurdan de dema bûyerên ne baþ 
bûyî, li dijî þerê birakujî, helbestvanên Kurd her li dijî rawestîne û dengê xwe her car bilintir û sedemên þer û nekokiyan bi tundî 
þermezar kirine. Biratiya îro di nav Kurdan de pêk hatî de tesîra helbestvanên welatparêz tu caran naye bîrkirin. Di nav hêz û 
rêxistinên Kurd de, helbestvanên heyî her alîgirên yekîtî û bratiya gelê xwe ne. Pêwist e, ku hemî ûsabin û ûsa bifikirin, yên alîkî 
digirin, erîþ dibin ser aliyê din, ewna ji rûhê þaîrtiyê dûr in.Tarîfê helbest ji aliyê pir kesan ve cûda cûda hatiye tarîf kirin. Ji van 
tarîfên bûyî yek yekê nagire. Wek li jor Eflatûn û Arîsto bîrûbaweriya xwe li ser helbest û helbestvanan gotî, ew tarifa bingeha vê 
mijarê ye. Lê bingeha tesîra hêza helbest ji nîgaþ, ji xeyal ( îmge) tê. Dema behsa helbest bû, tê wê wateyê ku helbest sinatê bi 
nîgaþ, bi xeyal (bi îmgeyan) ramana di zîhîn de, lihevanînên bûyeran û berbirastiyê birina wan e. Bi gotinek dîn helbest xeyal û 
xewn dîtin û herwûha!.. Helbest tê wê wateyê, ku bi wateya fireh sinatê bi nîgaþ, bi xeyalan ramana xwe bi kar anîne. Ji bo vê 
sedemê rêxnevanê Uris V. V. Chkovskî (Çaykovskî) ji helbest re ûsa dibêje: “Helbest ramankirinek teybetî ye; yanê bi rêya nîgaþ 
û xeyalan (bi rêya îmgeyan) bîrûbaweriya xwe pêþkêþkirine.”Li dinê di þerê azadî û di þerê li dijî faþîzmê de, tesîra helbestvanên 
hemdemî (nûjen) ji tesîra qumandarên þerkirin zêdetir e. Di þerê azadî û di þerê li dijî faþîzmê de, li welatê îspanyê tesîra hestên 
siyasî ya Federîko Garcîa Lorca bandorek mezin li ser gelê Îspanyê kirye. Dîsa li welatê Íîlî li dijî faþîstan rolê Paplo Neruda naye 
bîrkirin. Di dema ronahîkirin û zanistiya parzemîna Ewrûpeyê de tesîra þaîrê Elman Schîller (Íîller) ya Gothe û ya þaîrê Fransa bi 
navê Dante Alîghîrî gelek mezin e. Di hebûna gelê Kurd de, ji aliyê hestên netewî de rolê Ehmedê Xanî tu caran naye bîrkirin. 
Cara yekem sê sed sal li paþ me, dema borî de, yekitî û bratiyê gele Kurd xwestin û ew bi dil û can bi hestên germ di helbestên 
xwe de bi kar anîn bûye nesîbê Ehmedê Xanî. Hozanê nemir ûsa bang gelê Kurd dike û dibêje:

        



        Þaþ mame di hîkmeta Xwedê de 

        Kurmanc di dewleta dinê de. 

        Aya çi wechî mane mehrûm?

        Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm?..

                ...



        Eger hebûya ji bo me padîþahek 

        Xwedê liyaq bidiya ji bo wî tacek 

                                      ... 

        Hevgirtin û yekîtiya me hebûya eger, 

        Û em hemî li pey hevdu biçûna eger, 

        Rom û Ereb û Ecem hemî bi temamî 

        Wan hemî yê ji me re bikira xulamî... 

 

Wek têt dîtin ku, di jiyanê gelan de girîngiya helbest û helbestvanan pir mezin e. Bi sedan hozanên Kurd heya îro jiyan e, hatin û 
çûyîne. Xizmeta wana, dema gelê Kurd her hebe ewê bi karên xwe her bijîn. Helê rol û tesîrê hozanên wek Ehmedê Xanî jî bê 
dawî ye û qet naye bîrkirin.

 

                                                                                                                                          

A. BALÎ

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org