ZANYARÊ
KURD BAVÊ ROBOT Û KOMPÛTERÊ ÎSMAÎLÊ
CEZÎRÎ A. Balî (Ebul Ýz Ýsmail el-Rezzaz el-Cezîrî
el-Kurdî) ”Zanîna veneguhere pratîkê, ew di navbeynê
þaþ û rastiyê de dimîne!..“
-
Cezîrî
-
ÎSMAÎLÊ
CEZÎRÎ (1136-1206) Îro li
ser rûyî erdê qasî 3600 ziman têne axaftin. Ji vana hinek zimanên
dewletan in, yên din jî, ji aliyê netewên bindest ve tên axaftin. Netewên
di dîrokê de bûyîn xwedanê dewletên mezin, wana heya îro zimanê xwe
jî parastine û pêþ de birine. Lê netewên wek Kurdan bindest mayîn jî,
piraniya hebûnên xwe yên netewî baþ neparastine û ew ji aliyê dewlet
û netewên dagirker ve hatiye dizîn! Kurd li ser erda bav û kalên xwe bi
hezaran sal e, ku lê dijîn. Ew xwedanê çand û zimanek dewlemendin. Lê
çi mixabin dewletên wek Ereb, Tirk û Faris dixwazin dewlemendiya çanda
Kurdan înkar bikin û çanda ji Kurdan dizîn, dixwazin tevî çanda xwe
bikin. Gelek dewlet dixwazin kesên Kurd yên dahêner (mucîd, îcatkar)
zana û pîtol (feylesof), ew dixwazin wana wek Ereb, Tirk û Faris bidin
nasandin. Ji wana yek jî zanayê bi
navê xwe yê kurt tê nasîn Îsmaîlê Cezîrî ye. Ew ji eþîra Botan e. Di sala 1136 an de li Cezîrê li taxa
bi navê ”Deryê Çiya“ têye navkirinî lê hatiyê dinyayê. Navê wî
Îsmaîlê ji Cezîrê ye. Navê bavê wî jî, Rêzaz e. Yanê lawê Rêzaz,
Îsmaîlê ji Cezîrê- Ji bo vê jî bi kurtahî jê re Cezîrî hatiye
gotin. Di dema ew jiyayî de ji bo ku tukesî wek wî zana û zîrek nîn bûye.
Bi wateya kesê bê emsal yê herî rind û qenc, jê re Ereban gotiye
“Bedî-ûz Zaman Ebûl-îz Îsmaîl bîn El-Razaz El-Cezîrî El Kurdî“.
Cezîrî lawê tacîrekî Kurd e. Di xortaniya xwe de li Amedê ketiye bin
xizmeta Dewleta Artukiyan. Artukiyan hikmê xwe di navbeyna salên 1101-1409
an de li navçeya Eskîf (Hesenkêyf), Amed (Diyarbekr), Mêrdîn û Xarpêtê
(Elezîz) kirine. Ew dewlet di sala 1409 an de ji aliyê Dewleta
Karakoyunliyan ve ji ortê hatiyê rakirin. Di qesra Artukiyan de Cezîrî
wek endezyar xebitiye. Ew mirovekî jîr bi fereset û gelek jî zîrek bûye.
Di ew qurna ya sedsalan berê, dema elektîrîk tune bûyî de, makîneyên
bê elektîrîk, bes bi tesîra avê ewna ji aliyê Cezîrî ve li cîhanê
cara yekemîn hatine afirandin û hatine xebitandin. Dahênerê ew makîneyan
Îsmaîlê Cezîrî di zanîngehên cîhanê de têye xwendin û têye nasîn.
Cezîrî dahênên (îcatên) xwe di karên rojane de, di qesra hikumdarên
Artukiyan de ewna bi kar anîne. Di dema xwe de, lê îro jî ew mirovekî
zanistzan û bê emsal e!.. Pêwîst e, ku Kurd û serokên Kurdan jî wî
baþtirîn binasin û navê wî bidin zanîngehên makîne û teknîkê. Navê
Cezîrî û keseyatiya wî ewqas bilind e, ku ew di nav Kurdên nemir de
ye… Lê çi mixabin di dema em tê de dijîn de çend Kurdên wî baþ
dinasin hene? Tirk di nav xwe de wî Tirk, Ereb jî wî wek Ereb dixwazin
bipejêrin. Lê navê wî li cîhanê di nav kesên herî
mezin de wek kesekî Kurd derbas dibe. Bes
ne bi pesinandinê bi karên Cezîrî kirin, ez dixwazim, wî bi we bidim
nasandin. Di berhema xwe behsa 60 dahênên (icatan) nû dike û bi rengîn
þiklê wana jî di berhema xwe de bi xîzên rengîn pêþdarî me dike. Îsmaîlê Cezîrî ji aliyê
zanyarên cîhanê ve bi navê fîzîknasê yekem bi wateya nûjen ya dîroka
zanist tê nasîn. Wî cara yekem li cîhanê bingeha robot û kêvjimar
(kompûter) avêtiye û bi pergalên (alet-makîne)
xwe mînakên yekemîn afirandine. Di mijara “Mekanîk”
û “Dînamîk” de berhema
wî li cîhanê di nav gavên yekemîn de têye pejirandin. Ew
bi van dahênên xwe di nav dahênarên (mucîd) cîhanê yên girîng de tê
nasîn û têye bi navkirin. Îsmaîlê
Cezîrî di sala 1183 an de dest bi nivîsandina berhema xwe dike û wê di
navbeyna 25 salan de tewaw dike. Ew pirtûka dahênan ya wê demê ji bo ku
zimanê dewletê yê fermî zimanê Erebî bûye, berhem jî bi zimanê Erebî
hatiye nivîsin. Pirtûk ji bo bi zimanê Erebî hatiye nivîsîn, ji vî alî
ve Ereb, di aliyê din de Tirk jî, ji bo ku wê demê hikumdarên Tirkmenan
li wir bêtir hikum dikirin, ew jî dixwazin Cezîrî wek Tirk bidin
nasandin. Çi heyf e, ku bes em Kurd navê wî zanyarî û navê berhema wî
ya bi nav û deng nû dibeyhîzin. Dema Kurd hebûna xwe xwedî dernekevin,
wê demê dizên çandan didizin yê li hebûna Kurdan elbet yê xwedî
derkevin!.. Heya
roja îro di dest me de yazdeh destnivîsên berhemê bi tîpên kevin di
pirtûkxaneyên cihanê yên girîng de têne parastin. Ji wana sê destnivîs
di pirtûkxaneyên Tirkiyê de (du heb
Kutupxaneya Qesra Topkapi de, yek jimar jî di Kutupxaneya Ayasofyê de)
heya salên dawî di nav bêdengiyê de bi rengên xwe yên otantîk hatine
parastin. Ew berhema girîng Tirkan nexwestine bidin nasandin û bi salan ew
veþartî hîþtîne!.. Navê berhemê yê otantîk bi zimanê Erebî ”Kitab-ül Camii Beyn-el ilmi vel-amel En Nafi-i fi Sýnaat-il hiye“, navê
wergera zimanê Îngîlîzkî ” Al Jazari’s Book of Knowledge of
Ingenious Mechanical Devices“, navê wergera zimanê Tirkî ”Al-Jazari'nin
"Mucizevi Mekanik Geretlerini Anlatma Kitabý“. Navê wê yê Kurdî çi mixabin hên nehatiye wergerandin zimanê Kurdî.
Heke ew bibe Kurdî, navê wê yê bibe ”Pirtûka Îsmaîlê Cezîrî Ya
Amûrên Mekanîk Nûwaze“.
Berhem bi tîpên Latînî di sala 1973
an de li Dewleta Yekbûyî Emerika (USA) li bajarê Bostonê bi zimanê Îngîlîzkî
hat weþandin þunda Tirkan jî, li ser ew berhema giranbuha rawestîne û
xwestine ku wê bikin berhemek ji aliyê Tirkan ve hatiye nivîsîn û
afirandin!.. Cezîrî jî dixwazin wek zanyarekî Tirk bidin nasandin. Di dîroka
cîhanê de çawa Selahadîn Eyûbî lehengê Kurd têt nasîn, di zanista cîhanê
de jî nemaze Cezîrî bi navê ”endezyarê mezin navserê qurna demê “
wek zanyarekî Kurd têye bi navkirin. Li
cîhanê dahên (îcat) ji bo çi ewqas girîng in? Bi
dahênan çax hatine vekirin û çax hatine guhartin. Her dahênek nû bi
xwe re dinya carek din ronahî kirye û jiyana mirovetiyê bi xwe re pêþ
ve birye. Çavkaniya vejenê (enerjiyê) bi kêranîna avê û bi quweta
helmê (buharê) bi kêranina hewa ve wê bi xwe re derhozên (mucîzeyên)
mezin anîne. Va ye, Cezîrî xwedanê ew derhozeyan e. Zanyarê Elman Prof.
Dr. Widemann û zanîngeha Elmanan ya li Erlangenê ji bo Cezîrî :
”Zanyarê qurnê nûwazê (harîka) –Bedî-ûl
Zaman Ebûl-îz Îbn-î al-Razzaz al-Cesarî-
“ jê re usa gotine. Ew gotinina mezinhayiya Cezîrî vekîrî nîþan
didin. Cezîrî avakarê yekemîn yê
zanista sîbernîtîk e. Zanista
“sîbernetîk“ li ser dayîn û standina navbeynê mirov û makîneyan
radiweste û ragihandina (komînîkasyona) beramberî hev du kontrol dike û
bi rê ve dibe. Di vê agahiyê de mirov pê dihesê ku Cezîrî zanîna
dahênanên xwe bes di teorî de nehîþtine û ewna di pratîkê de jî qasî
qasî 60 dahênan (îcad) afirandine û makîne çêkirine!.. Di makîneyên
çêkîrî de terazên (hevseng, muwazene) cuda cuda bi kar anîne û di
hemiyan de jî serketiye. Di hin dahênanên xwe de ji qiweta mekanîka, di
hin dahênanên xwe yên din de jî, ji
qiweta “hîdro-mekanîk“ jê sûd wergirtiye. Di dawiya ew karanînan
de wî sîstema otomatîk cara yekem afirandiye. Wî di aliyê din de bi ew
dahênanên xwe dest avêtiye rewþa teraze (muwazene) ya eyarê elektoronîkêyê.
Li hemî cîhanê bi ew makîneyên xwe, Cezîrî bûyê hîmdarê
“Zanista Otomatîk ya Kontrolê“. Zanyar û profesorên cîhanê
di derheqê wî de “Di vê derbara zanist de heya îro tukesî ji wî derbas bibe nehatiye cîhanê“
dibêjin… Di
qesra Artukiyan ya wê demê de, Cezîrî heya rojên xwe yên dawî karên
xwe berdewam dike. Di rojên xwe yên dawî de vegeriyê Cezîra Botan û di
sala 1206 an de ew diçe ser heqiya xwe. Di der heqê gorna wî de hin gotin
hebin jî, ew li ciyê camiya bi navê Nuh Pexamber ya ku li Cîzîrê gorna
Nuh Pexamber lê heyî, ew jî hatiye defin kirin.
Gorna
Cezîrî ya li bajarê Cezîrê Di
nav me Kurdan de ewqas mirovên mezin wek Cezîrî derketine. Ewqas mîr û
mîrêmîran jiyîn e! Lê çimixabin Kurd heya roja îro ji bindestiyê
derneketine!.. Ma azadî li cîhanê ne mafê me Kurdan e?.. Gelo di
Newrozan de li Bakurê welat ewqas gel, bi kêmasî bi sedhezaran Kurd
komdibin û dengê wan çawa dibe ku cîhan nabîze?!.. Bi ser de jî wek
serbar, Kurd neheq derdikevin bi navê terorîstî jî ewna tên navkirin û
nîþandayîn!.. Ew gelê qehreman ma ewqas bêmecal û bê çare ye?.. An jî
di rêzaniya (polîtîka) heyî de ma çi þaþîtî heye ku ew xwe serast
nakin?!. Vê pirsê pêwîst e, ku siyasetmedarên Kurdistanê û serokên hêzên
bingehî yên Baþurê welat ji xwe bipirsin û bi dayîn û standinek
brayetî vê pirsgirekê çareser bikin!.. Ji vê bêtir ti rêyên din li pêþ
Kurdan nîn in!.. Dawî
de dibêjim þerm e, ku zanyarên wek El-Cezîri ji nav Kurdan derketine û
Kurd jî heya roja îro bindest mayîne!.. Kesên bi eslê xwe Kurd in, ku
îro jî nabin yek û li dijî yekîtiya netewî derdikevin, bila ewna bêtir
ji xwe re vê pirsê bikin û jê re çareseriyê bibînin!.. Ji
60 þiklên dahênên (îcatên) nû yên
Îsmaîlê Cezîrî çendek li jêr in:
Fîlê bi katjimar (saed) ( sedsala 12 an).
Katjimara (saed) bi tawusa dixwîne û avê dipijiqîne.
Bi
teknîka mekanîk ciyê dest þuþtinê, ew
bingeha sîstema avdestxaneya îro
ya nûjen e.
Makîneya bi qiweta avê ya avê berjor bilind dike
Pêlîstoka mekanîk ya mirovên sazbend
Sîstema robota mûzîkê
ya bi navê Cezîrî têye nasîn. (Îlhama kompûterê ji vê mekanîzmê hatiye
girtin.)
Katjimara (saed) Cezîrî ya ji mumê çêkirî
Dezgeha masa Cezîrî ya mekanîk. (Maseya otomatîk ya bi xwe vedibe û têye girtin.)
Makineya beramberî
hev ya bi du tesîr (çift tesîr) avê dimije, dide
dervayî xwe û berjor bilind dike.
Pompeya bi zîncîr ya
bi avê tê xebitandin.
Cîhaza mekanîk ya Cezîrî xwe bi xwe „otomatîk“ kar dike.
Wergera pirtûka
Cezîrî ya bi zimanê Îngîlîzkî ”The Book of Knowledge of Ingenious Mechanical
Devices“ Ibn Al-Razzaz Al-Jazari, USA,
Boston, 1973 Çavkanî: Pirtûka
Pergalên Mekanîk Ya Ji Dûrî Pirçêbûnê, sedsala XII-XIII an. Kitab-ül
Camii Beyn-el ilmi vel-amel En Nafi-i fi Sýnaat-il hiye, Cezîra Botan,
1183 - 1208 Navê
wergera Îngîlîzkî “ Al Jazari’s Book of Knowledge of Ingenious
Mechanical Devices“, USA,
Boston, 1973 Prof.
Lynn White Jr. writes: “Segmental gears first clearly appear in A1-Jazari,
in the West they emerge in Giovanni de Dondi‘s astronomical clock finished
in 1364, and only with the great Sienese engineer Francesco di Giorgio
(1501) did they enter the general vocabulary of European machine design“. Al-Jazari
invented clocks which were driven by both water and weights. These included
geared clocks and a portable water-powered scribe clock, which was a meter
high and half a meter wide. The scribe with his pen was synonymous to the
hour hand of a modern clock.[12][23] Al-Jazari’s famous water-powered
scribe clock was reconstructed successfully at the Science Museum (London)
in 1976. Doç.
Dr. Yavuz Unat
El-Cezerî’nin, Makine Yapýmýnda Yararlý Bilgiler
ve Uygulamalar Adlý Eseri. Cezerî’nin
Yapýtý, Bilim ve Ütopya, Ocak 2002, Sayý 91, Ýstanbul 2002,
s.18-23.
Cezerî
Üzerine Türkçe ve Yabancý Kaynaklar, Bilim ve Ütopya, Ocak 2002, Sayý
91, Ýstanbul 2002, s. 50–51. Toygar
Akman, Sibernetik Yaratýcýlýk, Bilgi Yayýnevi. Ankara 1984, S. 22-63. Konyalý
Ý. Hakký, 8 Asýr Evvel Türk Saraylarý Makineleþmiþti. Kara Amid
Dergisi, Nisan 1969, Sayý 5. Ibn
Al Razzaz Al Jasari, The Book of Knowledge of Ingenious Mechanical Devices,
Translated Donald R. Hill, Netherlands 1974. Reichard
Jasia, Robots (Fact Fiction And Prediction) Penguin Books Ltd. References
al-Jazari, Ibn al-Razzaz. The Book of Knowledge of Ingenious Mechanical Devices
(Kitab fi ma ‘rifat al-hiyal al-handasiyya). Trans. Donald Hill. Dordrecht
Publishing Company. 1974 Banu Musa,
bin Shakir. The Book of Ingenious Devices (Kitab al-Hiyal) Trans.
Donald R. Hill. D. Reidel Publishing Company. 1979. Chapius,
Alfred and Droz, Edmond, 1958. Automata: A Historical and Technological
Study. by Trans. Alec Reid. Éditions du Griffon. Donald R
Hill, 1998. Studies in Medieval Islamic Technology, Edited by David A
King, Ashgate: Variorum Collected Studies Series. Foucault,
Michel, 1980. Power/Knowledge: Selected Interviews and Other Writings,
1972 - 1977, Colin Gordon (ed.) Pantheon Books Ifrah,
Georges. The Universal History of Computing: From the Abacus to the Quatum
Computer. Trans. E.F. Harding. John Wiley & Sons, Inc. 2001. Nietzsche,
Friedrich, 1967. On the Genealogy of Morals. Trans. Walter Kaufman
and Robert Holingdale. Vintage Books. Seyyed
Hossein Nasr. Science and Civilization in Islam. New American Library.
NY 1968. Ma hûn
dizanin ku Mucîdê kompûterê yê yekem kurd e? A. Balî, rizgarî online,
yeniozgurpolitika.org - yeniozgurpolitika.com | Yeni Özgür Politika, www.pen-kurd.org,
www.gelawej.org/kurmanci, www.azadiforum.com
Mamhoste
A. BALÎ (Wêjevan,
lêkolîner) Havîn/2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org