|
JI
KURDAN RE RÊYA AQIL YEKBÛN E!
A. Balî
Pêþeroja
wê bê de newiyên (torin) kurdan yê di pirtûkên dersên mejûyê kurdî
de bixwînin þerê sî salî zêdetir kiþandî de gelek karesetên
mezin li ser erda kurdistan li neteweya kurd bû!.. Ew tesbîta dîrokî yê
bi zanist jî bête pejirandin. Cîhan ji sedsala bîstan derbasî sedsala bîst
yekan bû. Li Kurdistanê di vê navbeynê de hîn tu caran þer ne
hatiye rawestandin. Li Kurdistana Bakur ji serhildana Koçgîrî (1919) pê
de Pîran, Dersim û ji 1970 yî vir de þerê destpêkirî her
berdewam e! Ew
þerê dawî sî sal zêdetir e, ku di navbeynê hêzên tirk û kurd yên
çekdar û rêzanî (siyasî) de dibe. Di vî þerî de tu aliyên
qezençkirî nîn in. Di hemî þeran de karesetên mezin dibin. Lê
li ser erda Kurdistanê yên mezintir bûn. Di nîviyê sedsala dawî de çar
hezar gund li baþurê Kurdistanê û çar hezar jî li bakurê
Kurdistanê hatin þewitandin, bi milyonan kurdistaniyan ciyê bav û
kalên xwe li þuna xwe hîþtin koçber bûn û çûn welatên bêgane!
Di vê nivîsê de ez dixwazim li ser bakurê welat rawestim. Kurdên li
bakurê welat koçî metrepolên tirkiyê bûyîn ji wana piraniya xwe zarokên
kurd di nav piþaftinek lez û bez de herkî diçin wenda dibin. Li
tirkiyê û li kurdistanê bûyera sereke ya herî girîng mirovatî hatiye
binpêkirin û bi deh hezaran mirovên kurd yên kal û pîr û zarokên hîn
di derguþê de hatine qetlkirin. Ew rewþa qambax bêtir tesîra
xwe li ser civata kurd kirye!.. Li
Kurdistanê mirov li alîkî bimên, îro li çiya û baniyên welatê me
ajalên kovî hêdî ji dest top û tifengên neyarên hov ciyê xwe terk
dikin. Daristan tên þewitandin. Bi topên jahrê jiyan li çiya û
baniyan kurdistanê têt vemirandin. Xweza (tabîet) di bin tehlûkek mezin
de ye! Lê dîsa jî berxwedana kurdan di ew mercên dijwar de ranawestê û
her berdewam dike! Þervanên azadiyê li serê çiyan e û dengê xwe
li hemî cîhan e... Lê dîsa jî xwesteka dilê kurdan hîn bi cih nebûye.
Kurdên Kurdistana Bakur di dema ew þerê dirêj didomînê de hîn
nebûne yek! Hêzên kurd yên heyî hemî berpirsiyarên ew sedema dîrokî
ya neyînî ne. Pir serokên rêxistinên kurdan hîn silavên nadin hev û
du!?. Ma kurdên welatparêz yê ew rewþa ne baþ çawa pê
þabin? Mînak li hin bajarên kurdistana bakur, kurd nikarine
yek vekîlê xwe hilbijêrin. Li herêmên ûsa li ciyê yekî du, sê, çar
bi hevra tevî hilbijartinan dibin. Dengên bigirin dema bêne bilav kirin,
qet yek jî naye hilbijartin! Gelo çima ew rewþ ûsa ye? Hemî bi
hevra xwe intîhar dikin? Kî di xizmetê kê de ye? Armanca
min kesekî, an jî keseka kurd tewanbarkirin nîn e! Lê rewþa li pêþ
çavan neynika wan e! Di aliyê din de, ew dîmena ya me hemî kurdan e. Ji
bo ku berpirsariya vê pirsgirekê em hemî kurd in! Ez ji xwe dipirsim û bê
bersiv dimînim: Gelo, çima ji bo azadiya kurdan, kurd nikarine hevkariyek
azadîxwaz bilê pêk bînin?.. Ma ne pêwist e, ku her kurd vê pirsê ji
xwe re bike û bersivê wê jî bi erênî pêde. Bersiva wê ya erênî yê
kurdan nêzîkî hev û du bike. Dema
kurd bi yek deng xwe temsîl bikin, tevgera azadîxwaz jî bi navê terorîstî
naye bi nav kirin. Alîgirên tevgera azadîxwaz yê li hemî cîhanê pir
bibin û tevgera azadîxwaz yê ji wana yarmetiyek mezin jî bibîne û
bigire. Rewþa
îro kurd tê de dijîn de, merc hene ku kurd bibin yek û eniyek demokratîk
pêk bînin. Ew yeketiya yê tesîrê xwe li seranserî welatê me bike. Ji
vê pê ve tu rêyên din jî li pêþ me kurdan nîn in!.. Gelê
Kurdistanî û hemî mirovên mafperest û demokrat li Tirkiyê re! Di
hilbijartinê de dengê xwe bikin yek! Bi yek dengî newengerên (mebusên)
xwe yên rasteqîn hilbijêrin, ku ew wê bê tirs di perlamêna Tirkiyê de
temsîl bikin. Vê carê lîstika nijadperestan di qursaxa wan de bihêlin!
Yekbin û serkevin!.. A.BALÎ 17.06.2007 |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org