|
KOMAREK NÛ ÞANSA DAWÎ YE A. BALÎ
Tirkiyê welatekî ji gelên koçber û yên din bingehî li navçê dijîn pêkhatiye. Gelê tirk di nav gelên koçber de ciyê xwe digire. Di destpêkê de tirkan bi navê „Begîtiya Osmanî“ paþê bi navê „Împaratoriya Osmanî“ sînorên xwe fireh kirine. Di dema silteneta osmaniyan de ji bo siltenat mimeþe, siltanan lawê xwe, lawê siltanan bavê xwe û carna jî brayan brayê xwe kuþtine. Di salên 1920 an vir de, di dema komara tirkiyê de, bûyerên di nav osmaniyan de qewimî, di nav komara nû de jî derbas dibin. Derbeya di sala 1960 î de bûyî serokomar (reîsîcumhur) Celal Beyar, serokwezîr Adnan Menderes û wezîrên bi navên Hesen Polatkan û Fatih Ruþtî Zorlu bi cezayên dardakirînê tên ceza kirin. Di demek kurt de ji bilî Beyar yên din îdam dikin!.. Paþê jî Beyar efû dibe. Lê Seyîd Riza jî qasî salên Beyar bû. Di hundirê þevekê de bi þadên derewçî salên wî çûk dikin û di wê þevê de ew kalemêrê pîroz darda dikin! Dema roja din Atatirk têt Elezîzê wî dibîne, ku darda kirine. Dibêje:“We, çima ew darda kir! Min ewê efû bikira!“ Lê yê gotî bû „heya ez bême wî cih bila meselê hal bibe!“ jî dîsa Atatirk bi xwe bû! Ew gotina Atatirk ya di nav gelê Dersim de bilav bûyî tesîra xwe heya îro berdewam dike. Gotinek rûspiyan heye, dibêjin: „Dikuje, paþê jî bi xwediyan re jî rûdine þînê dike!“ Ez dixwazim serokomarê nû yên kevn carekê pêþ çavan re derbas bikim. Heya roja îro serokomarên tirkiyê deh kes in. Yê ciyê Ahmet Necdet Sezer bigire, yê yazdemîn Abdullah Gûl ji Qeyseriyê ye. Aslê Sezer û yê Gûl wek hev in. Serokomarê yekemîn Atatirk ji Selanîkê ye. Çend salan li ber vê serokomarê Albanyê (Arnavud) serdana tirkiyê kir. Di gotara xwe ya fermî de ûsa qise kirî bû:“Me Ernavudan (Albanan) du mirovên girîng ji tirkiyê re diyarî kirine. Ji wana yê yekemîn Mustafa Kemal Paþa (Atatirk) ye. Kesê duwem jî Mehmed Akîf Ersoy e, ku wî jî sirûda netewî ya tirkiyê nivîsî ye!“ Serokomarê duwemîn Îsmet Paþa ji Meletyê, ji qezaya bi navê Îsmet Paþa (Yeþîlyurt) ye. Bi eslê xwe kurd e. Serokomarê sêyemîn Celal Beyar ji navçeya Ege ye. Serokomarê çaran Cemal Gûrsel leþker e û ji Erzorumê ye û bi eslê xwe ne tirk e. Cevdet Sunay, serokomarê pêncan e, leþker e û ji navçeya behra reþ, ji diyarê rumpontusê ye. Serokomarê þeþan Fahrî Korutirk e. Ew jî leþker e û bi eslê kurd e, ji Wanê ye. Serokomarên heftan Kenan Evren leþker e û ji mahacîrên Yugoslawya ye. Serokomarê heyþtan Turgut Ozal ji Meletyê ye. Bi eslê xwe digot „Ez kurd im.“ Dema serokomar bû, bi jahrê hate kuþtin, dibêjin! Serokomarê nehan Sileman Demirel jî bi binyata xwe kalikê wî ji Yugoslawyê hatine li bajarê Ispartayê bi cih bûne. Wek têt dîtin serokomarên tirkiyê bi piraniya xwe, esle wan ne tirk e! Lê wana xwe ji tirkan bêtir tirk dîtine û di rêya tirkîtiyê de meþîne!.. Di ser sazbûna komarê re 80 sal bêtir dem borî. Di vê navbeynê de bi hezaran þoreþgerên kurd û tirk hatin kuþtin û gelek jî hatin darda kirin. Hebûna gelê kurd hîn jî nehatiye pejirandin. Îro tirkên îslam jî dewlet naxwazê rêvaberiyê bide destê wan! Miletê seransera tirkiyê dijît ji rêvaberiya 85 salan ne razine. Ji bo vê jî ew zihniyeta heyî heya îro ji tirk û ji kurdan re nebû þans! Di aliyê din de dimê yek rê. Ew rê jî rêvaberiya îro ye. Ne di nav kesên qenc de, lê di nav kesên îro de Abdulla Gûl dibe ku ji gelên tirkiyê re bibe þansa herî dawî. Serokomarên hatî û borî piraniya wan leþker bûn. Wan nexwest, ku demokrasiyek rasteqîn li welat cih bibe. Hebûna neteweyê kurd ji aliyê leþkeran ve heya roja îro qet nehat pejirandin! Serhildanên Kurdan bi xwînê, bi darê zorê xwestin dawî lê bînin. Ji bo vê jî tirkan komkujiyên mezin kirin û bi hezaran kurd kuþtin... Niyeta rêvaberiya nû heke rast be, ew ji yên berê baþtir dibin. Di aliyê din de qet nebe, dibêjin „baweiya me va ye!“ Rûyê leþkeran qet ne xûya ye. Yên îro li ser rêvaberiya dewletê bi destên leþkeran hatine ser dewletê. Îro jî ew li dijî hewv in. Dema mirov sosyal demokratên tirk dinêre, dibîne ku hîn ew nijadperestiya tirk dawe dikin û dixwazin. Lê dîsa jî li pêþiya vê rêberiya tirkiyê ya nû gelek asteng hene. Tirsa min ew e, ku „tarîx carek din ji bo wana wek dema Menderes tekerûr (dubare) bike. Heke tarîx tekerûr bike, gelê tirk û kurd yê carek din wenda bikin. Ez naxwazim reþbîniyek ûsa bifikirim. Bi xweþbîniya (optîmîst) xwe, ez bêjim Abdullah Gûl rêya aþitî û bratiyê li pêþ gelê tirk û kurd veke û hevkariyek nû bila destpêbike! Wê demê hevalên rêya rast pir dibin û aqlê selîm jî serdikeve. Dîsa gotina kurdan ji bo rewþek ûsa heye û dibêjin: „Yê dixwaze rûyekî xwe reþ e; yê nadê jî du rûyên xwe reþ in!“ Ji bo serokomarê nû di rêyek bratî de meþîn daxwaziya me kurdan e. Ma ji bratî û aþitiyê pê de baþtirîn çi heye?!. Ew xwestek, xwesteka me ye, lê pêk anîn jî di destê wan de ye... 25.04.2007
A. BALÎ |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org