|
A.
BALÎ KONFÛÇYUS
Û ZIMAN
Afirandêrê
”Konfûçyuzmê“ Kung Futzu (Li pêþ zayînê 557-479) hatiyê dinê.
Kung Futzu li Rojhilat û li Rojhilata Navîn û li Kurdistan di nav Kurdan
de bi navê ”Konfûçyus“ têye nasîn. Ew xwedanê baweriyek bê Xwedê
ya doktirîna zanista sincê (îlmê ahlakê, tore, etîk) ye. Konfûçyus
jî bi zanîna zanista etîk (tore) wek zanyarê qirna antîk Sokrates, wî
piþta xwe çerxî hemî ramanên (fikrên) metafîzîk (derî siruþtê,
derî fîzîkê) kirye û bes tenê li ser însan (mirov) û mijarên bi însan
ve hatin girêdayîn re mijul bûye. Ew bi xwe ne peyamber (pêxember) e. Lê
qasî peyamberan tesîra xwe li ser mirovan kirye û baweriya xwe bi wan
daye nasandin. Rojekê
li kolanê yek jê dipirse û dibêje: -Tu
çawa dua dike? Bersiva
wî gelek kurt û hêsan e û dibêje: -Dua
min jiyan e! Dîsa
rojek ji rojan þagirtên wî jê dipirsin: -Mamhosteyê
hêja û xoþewîst! Heke tu ji bo rêvaberiya welatekî feqîr û bindest (îro
weku Kurdistan) gazî bikirana, te yê bi çî û ji ku de dest bi karê xwe
bikira?.. Konfûçyus
hûr û kûr difikire. Paþê bersiva xwe usa dide: -Heke
ji bo rêveberiya welatekî ez hatî bûm gazîkirin û ez biçûma wî
welatî, di destpêkê de minê zimanê wî welatî pêþ çavên xwe re
derbas bikira!.. Úagirt
li hev du dinêrin, paþê rûyên xwe ber bi mamhosteyê xwe dikin. Konfûçyus
dizane ku þagirtên xwe jê tiþtek fehm nekirine!Ew gotna xwe girîng ya
li ser netew û ziman usa berdewam dike: -Ez
bawerim ku hun dixwazin ji min bipirsin! Di ew welatê tevlihev bûyî û bi
sedan sal bindest mayî de ma ji ziman girîngtirîn ti tiþt û ti asteng
û pirsgirekên din nîn in?!. Ma hun dixwazin
vê pirsê ji min bixwazin, ne usa ye? Belê, belê ji bo dewlet û netew
(milet) ji ziman girîngtirîn tiþtekî din li rûyê erdê qet nîn e!.. Konfûçyus
teybetmendiya mijarê girîng dibîne û axaftina xwe bi mînakek balkêþ
usa berdewam dike û dibêje: -Heke
ziman bi qisur be, bêje (gotin, kelime) nikanin ramanê baþ bidin
xuyakirinî! Dema raman baþ nêyê fehmkirin, karên dibin jî rast
çênabin! Erkên (wezîfe) tên dayînî wek tên xwestin amade
nabin. Erk baþ amade nebin wê demê jî tore (kevneþopî) û çand
(kultur) xerab dibe. Tore û çand dema xerab bû, wê demê dad (adalet)
dikeve reya þaþ! Dad jî dema di rêya þaþ de bimêþe, wê demê netewê
bikeve nav sergêjiyê. Netewek bikeve nav sergêjiyê wê demê nizane çi
bike û nizane karên xwe çawa bimeþîne! Ji bo vê sedemê ye ku, li dinê
ti tiþt qasî ziman girîng nîn e. Hostayê
mezin girîngiya ziman usa nirxandiye. Ji vê pê de tiþtekî din lê zêdekirin
ne hewce ye. Lê bi helbest gotina min li ser zimanê Kurdî heye û ez dibêjim: Xweþ
in gotinên zanayê mezin, Gelo,
ma em jê hîn çi dixwazin! Çand,
tore, dewlet bi ziman heye, Her
ziman eslê netewa xwe ye... Ez
dizanim Kurdî jî ziman e, Ew
zêr û zîv hemî wek mircane. Bi
bejna bilind heya asman e, Jêr
jî ciyê xwe her Kurdistan e. Ew
zimanê zindî ye me ye, Tenê
bi serê xwe netewe ye. Di
qirna me de Kurdî nebûya, Kurd-Kurdistan
yê j’ortê rabûya!.. 11.12.2007 A. BALÎ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org