LEYLA ZANA Û SIYASETA KURDAN

 

A.BALÎ

 

 

Min ji þaîrê Kurd yê nemir gorbehîþt Osman Sebrî pirsî. Çawa dibe ku Kurd ewqas sal in di nav tevgera azadîxwaz de kar dikin, þer dikin û ewna nikarine yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin? Ji min re bersiva xwe ûsa dayî bû : Te ji min pirsa bingehî pirs kir! Temena min di nav têkoþîn û tevgera Kurdistanê de borî. Ew astenga heyî û pirsa tu dike, me jî pir caran ji xwe pirsî! Dema hêzên Kurd piþta xwe bidin dagirkerên Kurdistan, ew jî nahelin Kurd bibin yek. Ji bo ku yekîtiya Kurdan, tunebûna dijminan e! Dema tu pêyayê (mirovê neyaran) xelkê be, xelk jî yê ji te sûd (îstîfade) bigire. Ew gotina Apê Osman Sebrî di ciyê xwe de bû. Di demên borî de ewqas rêxistinên Kurdistanê bi navê sosyalîstiyê hebûn. Ewna hemî jî li dijî hev bûn! Îro sosyalîzm nema, an jî tesîra xwe li dinê pir kêm bû. Lê dîsa piraniya ew hêzên Kurd yên berê heyî îro jî hene. Hemî dinya hat guhartin, lê piranîya hêzên Kurd yên heyî heya  îro xwe neguhartin. Dijayetî û dijmantiya li dijî hevdu heyî hîn dixwazin berdewam bikin!..

Di navbeynê hêzên Kurdistanî de li dijî hevbûnê hev, ma kî ji vê sûd digire? Çima ewqas sal in ku ew nekokiyên di navbeynê hêzên Kurd de heyî çareser nabin? Ma ji Kurdan kî naxwazê ku nekokiyên di navbeynê hêzên Kurd de heyî rabe? Hêzên Kurd yên welatparêz hemî nebin yek, bi hevdu re hevkarî nekin mirov nikare yên þaþ ji yên rast cuda bike! Ji bo vê jî sedema ew pirsgirekên heyî, hemî sazî û rêxistinên Kurd yên siyasî bi xwe ne. Dema mirov di bondora hêzên þaþ de terkeve, dikare ji xwe re rêya rast jî bibîne û serfiraz bibe. Heya hemî hêzên Kurd yên demokrat û welatparêz di nav xwe de, di eniyek netewî de necivin hev û ew nikarin yekîtiya xwe ya siyasî pêk bînin. Sedî nod gelê Kurd li gel hêzekê be jî, rêxistinên siyasî yên dîn sedî dehan temsîl dikin di nav yekîtîyek netewî de tev de cih negirin, wê demê yekîtiya wî welatî siyasî çênabe. Ji bo vê jî, ji yekîtiya Kurdan re hemî serokên partî û saziyên Kurd berpirsiyar in!.. Ji bo ku gelê Kurd di Newrozan de yekîtiya xwe nîþan dide. Di aliyê dîn de dimîne yekîtiya siyasî!.. Ew jî li ser milê berpirsiyarên partiyên  Kurd e...

Di dîrokê gelan de serok, serokatî û bilinbûyîna sterka siyasetmedaran, her gel tayîn dikin. Ji xwe mirov ne jêhatî, zana û çalak nebe, nikare tiþtekî jî bike. Kesek bi serê xwe di destpêkê de nikarê bêje ezê serokê vê hêzê bim, an jî serok komarê (reîsîcumhur) vê dewletê bim. Di dîrokê netewan de dem û mercên heyî ew erkan (fonksiyonan) tayîn dikin. Serok ji aliyê hêza xwe ve tên parastin û an jî ew erka hatî dayînî wana þunda tê kiþandin. Ez dixwazim vê mînakê di nav civata Kurdan de hinek bikolînim.

Civata Kurd civatek bi sedsalan di bin tesîra feodalîzmê û kevneperestiya olên beganê de mayiye. Hebûnên Kurdan yên bingehî têk çûne û Kurd di bin perwerdeya gelên serdest de mayîne. Di aliyê din de hemî çînên (sinif-tebeqe) Kurd yên heyî hatine çewisandin. Teybetî jinên Kurd di nav civatê de bê par  hatine hîþtin û bê maf mayîne. Li walatê me civatek xwende, zana û li mafên xwe yên netewî (mîlî) xwedî derkeve ne hatiye holê! Di her alî de mirov dibîne ku kêmasiyek heye. Di civatên ûsa de di bin nîrê zordariyê derketin gelek dijwar e. Di welatên wek Kurdistan yên heya roja îro azad nebûyîn û yên gelê xwe hatî piþaftin de (asîmîlebûn) jiyan gelek dijwar e. Yên aliyê neyaran digirin ji xwe re jiyanek bê rûmet dibînin. Lê kesên welatparêz û þoreþger re zindan dibe mekan! Ewên ku bingeha xwe ya netewî xwedî derdikevin û naxwazin wê binpê bikin, ew mirovên welatperwer û yên herî bextewar in!

Leyla Zana, jina di nav jinên Kurd de cara yekem li Kurdistana Bakur hatiye hilbijartin û çûye parlamena Tirkiyê. Dema parlamenter bû bi serbilindî ji bo diruþma Bijî bratiya gelan! gotî bû, bi cezayê mezin  hat ceza kirin û ew birin avêtin girtigehê. Deh salan zêdetir ber xwe da û xelatên navnetewî yên girîng standin. Ji bo xelata aþîtiyê ya Nobelê berendam hatî bû pêþniyaz kirin. Bi kurtahî saziyên navnetewî û netewî giramiyek mezin jê re nîþan didan. Siyasetmedarek popûler dihat pejirandin. Gelê me jê pir tiþt hêvî dikir. Dema ji bo mivaniyê diçû welatên mezin, jê re rêz û giramî nîþan didan. Stêrika wê ya siyasetê dibiriqî!..

Çi mixabin di alîkî de neyaran, di aliyê din de Kurdan ew stêrika geþ anîn xwar. Wê dikariya ji bo Kurdan li derwayî welat  pir karên hêja bikira! Ji bo ku ji aliyê pir welatan ve dihat pejirandin. Lê belê rê nedît, an jî me Kurdan ji wê re rê baþ venekir ku ew tê de bimeþe! Dema hat Ewrûpayê û axaftina xwe ya di Parlamena Ewrûpayê de kirî, ji wê re bû bê þansiyek mezin. Gelo çawa dibe ku li Tirkiyê sazûmana leþkerî ya 12 Îlonê faþîst sîstematîk îþkence, têda û lêdan nekiribin!.. Bi gotinek din heya roja îro mirovên îþkence li Tirkiyê nedîtin gelek hindik in. Herkesî di aliyê xwe de cezayek û bedelek dayiye. Lê ew gotara bi naveroka xwe piþtgieiya Tirkiyê dikirî, dawî de li ser milê Leyla Zana ma! Di axaftina Newroza Amedê ya 2007 an de gotina xwe ya ji bo sê serokên Kurdan (C.Talabanî, M. Barzanî, A. Ocalan) Leyla Zana re bû sedema doza ceza vekirinê.

Siyaset, bi hev re (bitûnek) ye. Di ciyekî de kêmasî çêbibe yê tesîrê xwe bide her aliyên dîn. Kêmasiyên di siyasetê Bakurê welat de heyî pir salin ku serast nabine. Li dijî Kurdan rêbir(r)îna siyasetê gelê serdest, em Kurd nikarine wê vala derxînin. Di hilbijartina dawî de îstatîstîkên Tirkan bi zanîna xwe rêyên partiya Kurdan kirin sedî duwanzdeh. Paþê di hilbijartinê de ew daket bû sedî heftan hindiktir!. Ji bo ku sedî heft bûna yê li gor wê ji dewletê alîkarî bigirtana. Lê wan nexwestin, ku Kurd sedî heftan jî bigirin. Hilbijartin nêzîk dibin, Tirkan dîsa dest bi îstatîstîkên xwe kirye! Çawa bikin ku Kurdan carek dîn biþehîtînin û dervayî parlamena Tirkiyê bihêlin!

Ji bîst mîlyon zêdetir Kurd li nav sînorên Tirkiyê de dijîn. Ewqas rêy hindik derketin, têkçûn û þikestine! Lê bi rastiya xwe sedî duwanzdeh bûna jî, qelem di dest Tirkan de ye. Çawa bixwazin ew ûsa dinivîsînin! Bi lîstika burjuwaziya Tirk, ew çend hilbijartinên dawî de ne partiyên Kurd ketin parlamena Tirkiyê, ne jî kesên bi serê xwe hatin hilbijartin. Yên li Kurdewatiya xwe xwedî derdikevin, Tirk tu caran naxwazin kesên ûsa bibin mebus û bikevin parlamena Tirkiyê. Bi gotinek dîn Kurd nikarine xwe di parlamena Tirkiyê de temsîl bikin... Dewleta Tirk, rê nade ku hebûnê Kurdan bi fermî bêye pejirandin! Ewna bi Kurdan dileyhîzin û dema xwe diborînin. Ma ew bê mafya (bê heqiya) yê heya gîngê berdewam ke? Gelo li ku ma, ew mafê çarenûsiya gelan û ya gelê Kurdistan?..

 

     11.04.07  /A.BALÎ

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org