Ma hûn dizanin ku Mucîdê kompûterê yê yekem kurd e?..
 
 
A. BALΠ
 
 
 
 
Li Kurdistanê pir herêm hene ku di dîroka kurdan û ya cîhanê de rolekî mezin leyistine. Botan di dîroka kurdan de bi nav û deng e. Dema navê Botan hat gotin jî, mîrên Botan tên pêþ çavên mirov. Navê mîran hat gotin, hema bûyerên mîrên xedar û zordar têt bîra mirovan! Di dîroka Kurdistanê de mîrên Botan ji wana gelekan bi dadmendî û qenciya xwe nav û dengê xwe dane bihîstinê. Di dema mîrên zana û welatperwer de pîþekar (sinetkar) hatine parastin, xwendin û zanist gelek pêþ de çûye.
 
Di sedsala XII û XIII an de li Kurdistanê dema zanist û pîþe (sinet) hebû, dinya hîn di xew de bû! Di mîtolojiya olên cîhanê de navê peyamberê mezin Nuh bi tofana xwe têt nasîn. Ew îro li Kurdistanê li bajarê Cizîrê di hewþa bi navê xwe têt nasîn de, hatiye binaxkirin. Di wê goristana mizgeftê de li rex gora Nuh Peyamber gorek din heye, ku ew jî gora (mezelê) El Cezîrî ye.
 
Dema ez behsa karên El Cezîrî bikim, dixwazim bi çend gotinan wî bidim nasandin.
 
Ew kurdekî gelek mezin û bi qedr û qiymet e. Ew li Cizîra Botan di sala 1153 an de hatiye dinê û di sala 1233 an de çûyê ser heqiya xwe. Ew lawê têcîrekî kurd e. Di zaroktiya xwe de perwedehiyeke baþ dîtiye û zanîna xwe gelek pêþ da biriye. Di xortaniya xwe de li Amedê ketiye xizmeta hikumdarên artukiyan. Artukiyan (1101 1409) li navçeya Eskîfê (Hesenkêf), Amed, Mêrdîn û li Xarpêtê wek sê dewletên piçûk li rex hevdu hebûna xwe parastine. Ji aliyê karakoyuniyan ve di sala 1409 an ji holê hatine rakirin. Di seraya artukiyan de Cezîrî pir salan wek endezyar (muhendis) dixebite. Bi kurtenavê xwe El Cezîrî têt nasîn. Navê wî yê rast Bedî-ûz Zaman Ebûl –Îz Îsmaîl bîn er-Razaz El Cezîrî ye. Belku navê wî ji aliyê pir kesan ve nehatibe bîhistin. Lê karên wî yên di dema xwe de afirandin û bikaranîn, ewna ji bo îro jî pir girîng û pîroz in.
 
Ji wan karan çend mînakan ez dixwazim bidim diyarkirin. El Cezîrî ji aliyê zanyarên cîhanê ve bi navê fîzîknasê yekem bi wateya nûjen ya dîroka zanist têt nasîn. Bes payebilindiya wî ew tenê jî nîn e. Cara yekemîn li cîhanê bingeha robot û kêvjimar (kompûter) ji aliyê El Cezîrî ve hatiye avêtin. Ji bo vê jî ew di nav dahênerên (mucîd) dinê yên girîng de têye binavkirin.
 
Di dîroka dinê de El Cezîrî „mekanîkarê yekemîn yê bi makîneyên otomatîk re mijûl dibe“ têt nasîn û navkirin. Dahênanên (îcat) wî yên di dema xwe de çêkirî, ewna di roja me de bingeha zanista mekanîk û sîbernetîkê pêk tînin.
 
Berhema xwe ya bi navê „ Kîtab-ûl Camiî Beyn-el Îlmî vel-amel En Nafi-î fî SînaatîlHiyel“ bala zanyarên cîhanê yên wê demê kiþandiye ser xwe û Teoriya Katjimarên Mekanîk di wê demê de daye nasandin. Wî dahênanên xwe di berhema xwe ya di þeþ beþan de afirandî de bi 50 þiklî xêz kiriye. Ew berhema girîng heya çapxanê hatiye avakirin, pir caran bi destnivîsandin hatiye zêdekirin. Ji van destnivîsan çi mixabin heya dema em tê de, bes 11 nusxe mane. Ji van nusxan yek jî li Stenbolê di Mûzeya Seraya Topkapi de têye parastin.
 
Ew berhema giranbiha di sala 1973 an de li USA li bajarê Bostonê bi navê “AlJazarî’s Book of Knowledge of Ingenious Mechanical Devices” bi zimanê Îngîlîzkî hate weþandin. Di pirtûka dahênerên cîhanê de ew berhem, berhema yekemîn ya di qada otomasyon û sîbernetîkê de ye, têt gotin. Ew berhema pîroz heþt sed sal berê di ew mercên teng de bi rengan hatiye amadekirin û rengên wê heya îro hebûna xwe ya otantîk parastine. Ew girîngiya rengan, hebûn û qiymeta pirtûkê hîn jî zêdetir dike. Ew 50 þiklên di pirtûkê de heyî her yek dahênanekê (îcatekê) niman (temsîl) dikin, ku ewna jî El Cezîrî di nav nemirên cîhanê de bi rêz û cih dikin.
 
Di dema xwe de bingeha kompûterê bi teorî û pratikê ve avakirin, cara yekemîn di qesra hikumdar de li pêþ çavan raxistiye. Dîsa li ciyê avdestê de, av bi sîfon jor de berdayîn, paþê dest þuþtin û destmal bi þiklekî mekanîk dirêj hikumdar kirin hemî ji aliyê El Cezîrî ve hatine çêkirin û li cîhanê ewna hatine belav kirin. Di gotarek wisa de mirov nikare hemî îcatên wî bi nav bike û li ser raweste. Lê belê ez dikarim, bêjim ew 50 îcat her yek ji ya dîn hêjatir e. Çi mixabin pirtûka mucîdên dinê de navê El Cezîrî çiqas di nav rêza serenavan de be jî, di nav kurdan de û li Kurdistanê navê wî nebîhîstin mirov re dibe derd û kul! Bi vê rastiyê jî mirov çiqas xemgîn dibe. Dema tu bike û çêke, xelk jî, ji xwe re bibe û jê derfet bigire! Tu di dema xwe de þehristaniyê ava bike û îro jî di bin nîrê zorê de bi jiyanek bindest û paþdamayî bijît! Ew jiyana perîþan û derbeder, ne jiyanek layîqî kurdan e! Ji bo vê jî dîlîtî (koletî) çiqas dijwar e, jiyanek bindest jî, ji kurdan re ewqas tehl e!.. Lê em kurd dîsa bi dahênanên El Cezîrî serbilind in. Wî bi karûbarên xwe navê kurdan li cîhanê daye nasandin. Ji bo ew karûbarên girîng û pîroz, em bejna xwe li ber wî ditewînin.
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org