A. Balî
(1903 – 1984)
Mîhrîcana Cegerxwîn
 û ciyê Cegerxwîn di Wêjeya Kurdî de   
  
 
Xwendekar û welatparêzên hêja!
Di meha Sibata 2008 an de Festîvala Cegerxwîn pêk hat. Biryara festîvalê dayîn û ew bi þahiyan pîroz kirin, ew bi serê xwe tenê þahnaziyek gelek mezin e. Di nav helbestvanên Kurdistanê de ciyekî Cegerxwîn teybetî heye. Dema di salên 1980 yî de Cegerxwîn  derketî dervayî welat pir kesên siyasetmedar ew rexne kirin. Ji wana yek jî helbestvan û siyasetmedarê Kurd têkoþerê nemir Osman Sebrî bû. Dema sedema wê rexneya wê demê min ji Osman Sebrî pirsî, wisa bersiva min dayî bû: ”Ma þerm nîn e, ku mirovekî wek Cegerxwîn bi ew salên xwe ji nav têkoþîna gelê xwe derkeve û biçe dervayî welat?!. Li wir di nav rehetiya xwe de ji gelê xwe dûr bijî!..“ Di navbeynê de çend meh borî bûn. Min ew gotinên Osman Sebrî ji Cegerxwîn re gotin. Osman Sebrî wê demê ji Cegerxwîn ne razî bû. Lê bersiva Seyda Cegerxwîn gelek nerm û hêja bû. Got: ”Osman Sebrî her dem rast gotiye û ew mirovekî camêr e. Ew camêra ji bo hatina min a dervayî welat jî dîsa rastiya xwe gotiye û dibêje. Lê rastiya min jî heye. Min gelek berhem nivîsîne. Bes ji wana çend dîwan û pirtûk hatine weþandin. Yên mayî wek çil berhem destnivîs û reþbelek in!.. Min xwest di xweþiya xwe de wana sererast bikim û bidim weþandin. Ez bawer dikim ku Osman Sebrî ew rastiya bizanî bûya, wî ewqas ez rexne nadikirim!..“
 
Ya herî rast ew bû ku hatina wî ya dervayî welat, ji wî re û ji tevgera Kurd a dervayî welat re bû nefesek xweþik. Wî qasî bîst herhemên xwe dane weþandin. Beþdarî bi dehan konferans, panel û þevên çandî jî bû. Kurdistaniyan jê gelek hezkirin...
Di çend hevpeyvînan de ji bo Kurdistanê weha digot: ”Ez jî dizanim dê Kurdistan çê bibe!. Lê min dixwest, ez jî wê bibînim! Ez niha dibînim ku avabûna wê dê hîn dirêj bikiþîne. Belku jî ez nebînim!..“ Xwesteka dilê Cegerxwîn bi vê festîvalê bi cîh hat. Yên ku vê festîvalê li dar xistin bila baþ bizanin ku xwesteka dilê wî pêk anîne... Bila mala wan hezar car ava be!..
Ji bo Cegerxwîn bi minasebeta festîvalê ez dixwazim çend gotinan binivîsînim. Cihê Cegerxwîn di wêjeya Kurdî de pir gîrîng e. Lê dema mirov li ser wêjeya Kurdî raweste Cegerxwîn di sedsala 20an de jiya ye. Li pêþ wî dîrok, ziman û wêjeya Kurd gelek kevn e. Li gor nivîsên dîrokî yên di dest me de heyî, nivîsên wêjeya Kurd, li pêþ Îsa sedsala heftan heya îro tên. Dema mirov bala xwe bidê, ev tarîxa jî ne hindik e. Lê em dizanin ku diroka wêjeya Kurd a destanên devkî hîn jî kevn e.
 
Berhema dîrokî ya dîroknivîskarê Yewnanî Ksenofon bi navê "Anabasis" an jî bi navê xwe yê din "'Þûnde Vêgerîna Deh Hezaran" de li ser Kurdan agahiyên dîrokî hene. Þerên ku di dîrokê de li ser axa Kurdistanê bûne, bajar û gund xerab kirine, berhem û destnivîsên dirokî hin hatine þewitandin û hin jî wenda bûne. Wêje, sinet û sinetkar dema di bin sêwana dewletekê de bin baþtirîn berhem û sinetê xwe pêþda dibin, berhemên giranbiha jî tên afirandin. Çi mixabin ku di dîrokê de hin caran em qet rastî tu berhemên Kurdî yên nivîskî nayên. Hin caran di bin baskên mîrên Kurd de ku bi wêje û sinet re mijul dibin, sinetkar hatine parastin û alîkarî hatiye kirin. Gelek berhemên îro di destên me de mane, di mercên wisa de hatine nivîsin. Di dîroka Kurdistanê de cara yekem di sala 1639 an de bi Peymana Qasri Þîrîn Kurdistan hate dabeþkirin. Kurdistana Rojhilat kete bin destê Farisan, a Rojava, Bakûr û Baþûr jî hemî ket bin qontrola Osmaniyan. Paytexta Osmaniyan Stenbol ji bo Kurdan bû navenda çand û hevdîtina rewþenbîrên Kurd. Ew hevdîtîn bingeha Kurdayetî û netewayetiya Kurd e. Rewþenbîrên Kurd di dema Osmaniyan ya dawî de dîtîn û zanînên xwe li ser welatên Ewrûpa û wêjeya wan pêþda birin. Wêjeya Kurd di wê demê de tovên xwe yên nû avêtin. Her çiqas bi fermî dewletê rê neda be jî, bi dizî û hin caran jî bi serlêdanan kovar, pirtûk, rojname, gotarên Kurdî hatin weþandin. Di þerê cîhanê yê yekemîn de dema dewleta Elman wenda kir, piþtgirê wan dewleta Osmanî jî wenda kir û ber bi rûxandinê ve çû. Paytexta Osmaniyan Stenbol ji aliyê dewletên Rojava ve hate dagerkirin. Di wê demê de rêxistinên Kurd ên welatparêz li mafên xwe yên netewî xwedî derdiketin û welatekî aza jî di doza wan de hebû. Piþtî Dewleta Osmaniyan rûxiya, Komara Tirkiyê saz bû. Ew karên dema Osmaniyan de bûyîn jî hatin qedexekirin. Kurdên ji Baþûrê Kurdistanê di nav sînorên dewleta nû ya Îraqê de man. Rewþenbîrên ji Bakurê Kurdistanê  piraniya wan hatin kuþtin, hinek avêtin zindanan, yên mayî jî derbasî binxetê bûn, çûn Suriyê. Wê demê Komara Suriyê ya nû sazbûyî di bin kontrola Fransizan de bû. Her çiqas serbestiyek rasteqîn ji bo Kurdan nîn be jî, di warê çapemeniyê de derfetên biçûk di destê Kurdan de hebûn. Li Îraqê jî ew derfetên heyî Kurdan jê parmendî digirtin. Ew mercên heyî ji bo wêjeyek hemdemî ne bes bûn. Ji bo vê jî di ew sedsala dawî de wêjeya Kurd derbeyên mezin girtin. Di nav tunebûyîn û wêrankirinek hov de hîmê wêjeya Kurdî ya nûjen jî hate avêtin. Bingeha Alfabeya Kurdî bi tîpen Latînî di sala 1930î de ji aliyê Celadet Bedîrxan ve hate danîn. Þoreþa li Welatên Sovyetê bûyî bi tipên Krilî ji xwendin û nivîsandina Kurdî re, rê vekiriye. Piþtî salên 1930 bingeha Kurdolojiya nûjen hatiye avêtin. Kongra Kurdolojiyê ya yekemîn çêbûye. Van guhartinên nû bi xwe re ronesansa Kurd û dema ronahiya Kurd jî anî. Lê belê mercên neyînî, bila alîkariya dewletekê li alîkî be, dewletên Kurdistan di nav xwe de dabeþkirine, ji ronesans û dema ronahiya Kurdan re gelek astengî derxistin. Îro jî hîn Kurd negihîþtine mafên xwe yên netewî û demokratîk. Þoreþa hemdemî ku þewqa xwe avêt ser Kurdan zû ne be jî, hêdî hêdî dimeþe.
 
Cigerxwîn di zarokatiya xwe de, di nav civateke paþdamayî de, bi zagon û motîfên kevn, bi perwerdeya olî û hîn ser vê de jî bê bav û bê dayîk mezin bûbû. Bi gotina xwe " Min 1924 an de dest bi nivîsandina helbestan kir." dibêje. Wê salê tevlî wêjeya kurdî dibe. Berdewam dike û dibêje: "Ew sal, bû sala min a niþtîmanperwer. Li pêþ vê salê helbestên min nivîsandi, giranî li ser xwestekên netewî û niþtîmanperwerî bûn. Di navbera salên 1945 û 1946 an de, di helbestên min de giranî derbasî ramana þoreþgerî û çînayetî (sinifî) bû."
 
Ew piþtî sala 1930 û pê ve êdî dikeve nav wêjevanên Kurdistanê. Ew bi hevalên xwe yên wê demê re ku bi hev re kar dikirin, di wêjeya Kurd a nûjen de deriyekî nû jî vekirin. Ji wana Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrî - Can, Nûredîn Zaza, Cegerxwîn û yên din karên wan tu caran nayê jibîrkirin. Her yek ji wan xwedî ciyekî taybet û mezin e. Yek nikare ku ciyê yekî din bigire. Lê belê di dîroka wêjeya Kurd de ciyê Cegerxwîn bi berhemên wî afirandin, tu caran nayê jibîrkirin. Wêje ne tenê helbest in. Di wêjeyê de pexþan, roman, çîrok, þano, dîrok, biyografî, lêkolîn û folklor jî hene. Cegerxwîn bi hemî tewrên wêjeyê berhem afirandine ku jimara wana gelek in. Di nav ew tewrên wêjeyê de, aliyê wî yê helbestvanî ji aliyên wî yên din pêþdatir e. Lê mirov nikare wan ji hev cuda bigire. Ew aliyên wî, yek, yekî din temam dikin. Mamhostetî, zimannasî, dîrokvanî, lêkolînêrî, siyasetmedarî û rewþenbîriya wî, Cegerxwînê nemir anîbûn holê.
 
Ji zarokan re hevalekî pir qenc bû. Ciyê wî, di wekheviya navbeyna mêr û jinan de, di nav perwerdevanên Kurd ên ku cara yekemîn xwendina qîz û xortan di dibistanekê de bi hev re kar anîn de bû. Di despêkê de heya roja dawî ew endamê rêxirabek Kurd bû. Lê xwe ji rêxirabên din cûda nedidît. Xwe nêzîkî her Kurdekî welatparêz didît. Ji bo vê jî ji aliyê her Kurdî ve dihat hezkirin û jê re hurmetek mezin dihat nîþandayîn. Wî yekîtî û serxwebûna Kurdan dixwest. Ew xwesteka wî, xwesteka dilê her Kurdî bû.
 
Dema Kovara Hawar li Þamê dest bi veþana xwe kir, welatparêzên Kurd jî li dor xwe kom kirin. Ji wan kesan yek jî Cegerxwîn bû. Mercên din û bûyerên li ser xaka Kurdistanê bûyîn heya nîvê sedsala bîstan rê nedaye ku wêjeyek Kurdî bi zimanê nivîsandinê pêþda biçe. Di aliyê din de wêjeya devkî ku di nav Kurdan de heyî, di nav tu gelên din de nîn e. Stranên gelerî, destanên mêrxasiyê, serpêhatiyên dîrokî hezar salan vir de, di nav gelê Kurd de dijîn. Ew bi rêya dengbêjên Kurd  heya îro jî tên gotin. Dengbêjên Kurd bi gotin û awazên xwe yên xweþik, tova wêjeya Kurd bi ava kanîya dîroka Kurdistanê avdane. Di xortaniya xwe de Cegerxwîn li pirr ciyên Kurdistanê geriyaye, ji her hebûna Kurdan parmendî girtiye. Ji ava bengiya Kurdistanê vexwariye, awaza xwe tevî awaza dengbêjên Kurd kiriye. Wê demê þûnda wî, þev û roj nivîsiye, nivîsiye heya ku roja ji nav me barkir û çû wê dinê. Di saxiya xwe de bi gotina xwe ya ji min re gotî "Wek çil pirtûkên min çap bibin hene. Derketina min a dervayî welat jî, ji bo çapkirina wan e."  Ji xeynî van hin berhem û nivîsên wî yên wendabûyî jî hene. Cegerxwîn bi qasî neh dîwanan þî'ir nivîsîne. Ji wan heþt dîwan çap bûne.
 
      Navê dîwanên Cigerxwîn ew in:
 
1. Dîwana Yekem: Prîsk û Pêtî, Þam, 1945
2. Dîwana Duwem: Sewra Azadî, Þam, 1954
3. Dîwana Sêyem: Kî Me Ez, Bêyrûd, 1973
4. Dîwana Çaran: Ronak, Stockholm, 1980
5. Dîwana Pêncan: Zend-Avista, Stockholm, 1981
6. Dîwana Þeþan: Þefeq, Stockholm, 1982
7. Dîwana Heftan: Hêvî, Stockholm, 1983
8. Dîwana Heþtan: Aþtî, Stockholm, 1985 
 
     Berhemên Cegerxwîn ên din Çapbûyî:
 
1. Cîn û Gulperî, çîroka yekem, Þam, 1948
2. Reþoyê Darê, çiroka duwem, Þam, 1956
3. Gotinên Pêþiyan, Þam, 1957
4. Destûra Zimanê Kurdî, Bexda, 1961
5. Ferheng, perçe yekem, Bexda, 1962
6. Ferheng, perçe duwem, Bexda, 1962
7. Salar û Medya, Bêyrûd, 1973
8. Tarîxa Kurdistan - I, Stockholm, 1985
9. Tarîxa Kurdistan – II, Stockholm, 1987
10. Folklora Kurdî, Stockholm, 1988
11. Jîneîgariya Min, Stockholm, 1995
12. Nivîsarek Li Ser Dîbaca Ehmedê Xanî, Stockholm, 1995   
 
Li gor jimara pirtûkên li jor hatî nivîsîn anca hîn niyê berhemên Cegerxwîn çapbûyîne. Ji bo amadekirina çapê navê hin pirtûkên din ew in:
 
1. Çapa Dîwana Nehan
2. Tarîxa Kurdistan, bergên 3 û 4
3. Folklora Kurdî, bergên 2 û 3
4. Çîroka Jîndariya Min, weku çend bergên din, 2 û 3
5. Navdar û Hozanên Kurdistan
6. Þerha Dîwana Melayê Cizîrî
7. Hesenê Mûsê, çîrok ûhw. yên din
 
Cegerxwîn bi her berhemek xwe hêja ye. Ez dixazim li ser aliyê wî yê helbesvanî rawestim. Bi dehan helbestên wî ji aliyê hozanên Kurd ve hatine bestekirin. Li her ciyên Kurdistan û dervayî welat li hemî cîhanê helbestên wî di nav lêvên welatparêzên Kurd de tên gotin. Ew bi helbestên destpêkê klasîk û bi yên nûjen ve wêjeya Kurdî dixemilîne. Tesîra Feqiyê Teyra, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî li ser wî hebe jî, gelek klasîken Kurd ên din jî xwendine. Di aliyê helbesta Kurd a nûjen de ew jî wek Ebdula Goran, Þêx Nûrî Þêx Salîh, Qedrî – Can avakarê helbesta Kurd ya nû ye. Di aliyê navnetewî de wî bi helbestên xwe pireyek ava kiriye û bi gelên cîhanê re çûye û hatiye. Destê xwe dirêjî hemî gelên cîhanê kiriye û gazî karkeran kiriye. Ew dibêje:
 
                        Ta Kengî ?
 
Ey karker û cotkar bes e, dem hatiye rabin!
Ta kengî em ê karkerê axa û began bin?
Ta kengî em ê hestiyê ber lîngê sega bin?
Ey karker û cotkar bes e, dem hatiye rabin!
Ta kengî em ê zindana bibin hepsî û girtî?
Ey karker û cotkar bes e, dem hatiye rabin!
Ta kengî em ê hestiyê ber lingê sega bin,
Ta kengî em ê karkerê axa û bega bin?
                              Sewra Azadî – 1954
 
 
Di wêjeyê Kurdî de ji bo "Azadiya Kurdistan" û Þervanên Azadiyê" ciyê helbestên Cegerxwîn naye jibîrkirin. Di helbesta xwe ya bi navê "Em Azadîxwaz in" de azadiyê wek darek þîn, jiyan û þînbûna wê jî bê xwîn nabe, dibêjê û berdewam dike:
 
Carek metirsin ji hok û fantom,
   De rabe
          Ser xwe,
                Kurê min
                         Rabe!
Dibî bavê te di þer de bimrî,
Zînhar, kurê min nebî tu bigrî!
Em têne kuþtin ji bo tu nemrî!
   De rabe
         Ser xwe,
                Kurê min
                         Rabe!
                     .....................
Þîn dibe bi xwînê dara serbestî,
Îdî naxwazin dîlî, bindestî,
Ne olperestî, ne êlperestî,
   De rabe
         Ser xwe,
                Kurê min
                         Rabe!
 
 
Di helbesta Cegerxwîn de welatê wî Kurdistan wek bûkek tê xemilandin. Bi dîtina Seyda Kurdistan:
 
Kurdistan sertaca Selhedînê Kurd e.
Eniya wê roj e, di birca asmanî de ye.
Her du birûyê wê mîna kevanê Rostemê Zal in.
Her du zulfên wê tîrên qehremanî ne.
Rûyên wê agirê Zerdeþt û Mazdek e.
Her du çavên wê mîna dara Hurmizê ne.
Her du lêvên wê mîna kitêba Hecî Qadir in.
Zimanê wê mîna bendeke Ehmedê Xanî ye.
Çena wê çiyayê Cûdî ye...
Ew bûk e, bûkeke rû bi xêlî ye.
 
Ew e welatê Kurdan, ew e, cîh û warê merdan. Çi mixabin ew kirine çar parçan. Her parçek ji yekî re bûye talan, bi çewsandinê ew kirine wêran. Ma gelo ew e, qedera Kurdan?  Cegerxwîn li dijî qederek weha derdikeve û bi hostatiya xwe Kurdan di dîroka dinê de wisa teswîr dike:
 
                          Kîme Ez?
 
  Ez im ew Kardox Xaldêwê kevnar,
  Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar.
  Ez im ew Lolo,
  Kardox û Kudî,
  Ez im Med û Goþ,
  Horî û Gudî.
  Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor,
  Ez im, ez Kurd im li jêr û jor.
  Çend hezar salin
  Kurdistana min
  Perçe perçe ma
  Bindestê dijmin,
  Kîme ez?
 
  Ez im ev milet, ez im ejdeha,
  Ji xewa dîlî þiyarbûm niha!
  Dixwazim wek mêr,
  Dixwazim wek þêr
  Serê xwe hildim,
  Çi ser bilind im
                          ...
  Bijî Kurdistan,
  Bimrî koledar!..
 
Di helbestên Cegerxwîn de hece û kafiye ewqas bi hostatî di ciyê xwe de bi kar tên ku ew jî ji bo çêkirina muzîkê ji stranbêjan re astengan dernaxîne. 
 
 Karên li ser Cegerxwîn bûyî:
 
Bi qasî ku Cigerxwîn di nav Kurdan de hatiye nasîn, li dinê nehatiye nasandin. Gelek sedemên vê hene. Sedema yekemîn wêjeyek Kurdî li cîhanê bête nasîn hîn nîn e. Sedema din jî Kurd bi dewleta xwe hîn di nav dewletên  cîhanê de cîh negirtine. Tu kemasiya Cegerxwîn di aliyê helbestvanî de ji Lorca, Paplo Neruda, Bertolt Brecht û ji Nazim Hikmet hindiktir nîn e. Ji bo nasandina navnetewî û lêkolînên netewî karên li ser Cegerxwîn bûyî ne bes in. Ji wan karan çend mînak:
 
1.Di sala 1966an de Ordîxanê Celîl li Erîvanê li ser helbestên   Cegerxwîn bi navê "Poeziya Cegerxwîn Bajarvaniyê" pirtûkek veþand.
2.Di sala 1969an de Þamîlê Esker li Bakû doktoreya xwe ya zanistî li ser kar û barên Cegerxwîn bi zimanê Rûsî amade kir.
3.Belçîq, Holand û hin welatên din di zanîngehan de karên doktora.
4.Di sala 1987an de li Elmanyê Dr. Gundî Dilberz bi zimanê Elmanî Cigerxwîn dayê nasandin û hin helbestên wî hatine vergerandin zimanê Elmanî.
5.Þahînê Soreklî li Awustralyayê li bajarê Sydney bi zimanê Îngîlîzî li ser jiyan û helbestên wî pirtûkek weþandiye.
6.Ganî Bozaslan li Stenbolê bi navê "Þafaqa Lenîn" di sala 1975 an de helbestên Kurdî û bi wergerandina zimanê Tirkî bi hev re hatine weþandin.
7.Di sala 1992an de li Stenbolê karê A. Balî ku ji heþt dîwanên Cegerxwîn bijarte kirî Kurdî û wergerandina helbestan a zimanê Tirkî, du caran li pey hev çap bû. Heya roja îro gelek berhemên din li ser Cegerxwîn hatin weþandin ên din jî hene. Di aliyê din de gotarên li ser Cegerxwîn di rojname û kovarên Ereb, Faris û Tirk de hatin weþandin jî jimara wan ne kêm e...
 
Navaroka Helbest û Ramanên Cegerxwîn:
 
Navaroka helbest û ramanên Cegerxwîn pir kûr e. Ji bo têgîhiþtina helbest û berhemên Cegerxwîn, Qanatê Kurdo di gotara xwe ya pêþgotina dîwana pêncan Zend-Avesta de weha nivîsiye: "Cegerxwîn bi berhema xwe, bi raman û tewrên xwe wek bahrek bê dawî ye. Ketina mirovan a nav vê bahrê û têgihiþtina naveroka wê gelek dijwar e. Ji bo vê sedemê, berî her tiþtî pêwist e ku mirov niqirvanekî herî baþ be û bi zanist jî xemilandî be ku jê fehm bike. Ez di xwe de vê hêzê û têgîhîþtiyê nabînim." dibêje. Dema mirov bala xwe bide Profesor. Dr. Qanatê Kurdo, mirovekî wek wî pisporê ziman û wêjeya Kurdî ji bo Seyda Cegerxwîn wisa bêje, tê wê wateyê ku ciyê Cegerxwîn ê di nav Kurdan de heyî zêdetir bi berz dibe.
Ez naxwazim li ser gotinên mamhoste Qanatê Kurdo gotina xwe zêde bikim. Lê Cegerxwîn dost û hevalê Qanatê Kurdo bû. Ji bo vê jî bi bîranîneke Qanat ez dixwazim dawî li vê gotarê bînim. Nivîsên pirtûkên Qanatê Kurdo hinek bi destên hevalan gîhîþtin min. Lê me dît ku ew nivîsana baþ nayên xwendin. Min nûçe jê re rê kir û wisa got. “Mamhoste! Bi nivîsên baþtir berhemên xwe ji me re rê bike.“ Bersiv zû hat ku maþîna tîpkirina wî xirab bûye. Derfet di destê wî de nîn e. Mamhoste wê demê Li Lenîngradê Profesor û serokê beþa Kurdologî bû. Hevalan bi navê Komela Xwendekarên Kurd jê re daktîloyek Olîmpiya mekanîk hilgirtin û bi dest dane Qanatê Kurdo. Ji wê rojê þûn ve nivîsên mamhoste paqij û zelal dihatin.
Ez ji hikûmatê herêma Kurdistanê tika dikim ku îro pê de karên bûyî yên Seyda Cegerxwîn û zanyarên Kurd ên wek Qanatê Kurdo qîmeta wan baþ bizanin û lê bibin xwedî. Di wan mercên tuneyî de wan karê li ser milê xwe pêk anîne. Îro di mercêh heyî de pêwîst e, em Kurd li wan bibin xwedî û wana di nav gelê xwe de bidin nasandin û berhemên wan ên giranbiha bidin weþandin û belavkirin.
Wê demê rih û hestên wan rihet dikin û ew di nav kesên Kurd ên nemir de bêdawî dijîn!..
 
A. BALÎ
18.02.2008
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org