Mûcîdê Kompîturê kurd bû û berpirsyarekî Googleyê jî kurd e!..

 

 A. Balî

 

Wek tê zanîn, îro li seranserê cîhanê ciyekî înternetê teybet heye. Di înternetê de jî maþîna lêgerînê ya herî mezin ”Google“ ye. Her roj bi milyonan kes dikevin Googleê û li bersivên pirsên xwe digerin. Di aliyê din de jî maþîneya ku di borseyê de herî bi lez kar dike dîsa ew e! Ji sala 2006an vir de maþîneya lêgerînê ya fîrmeya Videoportal Youtube jî, Google girtiye nav xwe û dewlemendtir bûye. Di aliyê bazirganiyê de jî, Googleê di sala 2005an de þeþ milyar dolar qezenç kiriye. Di sala 2006an de jî berpirsyarê wê yê Kurd li dinê di nav lîsteya 100 kesên dewlemend de ciyê xwe girtiye...

Di Newroza îsal de yên înterneta xwe vekirin, dîtin ku sembola ”Google“ bi kulîlkan bûye kesk û sor û zer!.. Kêfa gelek Kurdan bi van rengan hat!.. Çawa dibe ku kêfa mirovên Kurdperwer pê nêye?!. Rengên Newroza pîroz li hemî cîhanê bi rêya ”Google“ û bi alîkariya Kurdekî hatiye belav kirin. Bûyer rojane ye û di aliyê nûçevaniyê de jî girîng e.

Kurdên pir bi meraq bi dû vê bûyerê ketin û encamê de dîtin ku Kurdekî ji Kurdistana Rojhilat bi navê Omîd Kurdistanî yek ji berpirsên Googleê ye.
Hemî cîhan ji karê Omîd Kurdistanî sûd werdigire. Di vî alî de ew alîkarê hemî cîhanê ye! Lê ew cîhan, her roj di radiyo û televîzyonên xwe de guhdar û seyrî zulm û zordariya li ser gelê Kurd dikin û li hember vê zulmê bêdeng dimînin.

Dema ew bûyera li jor hatî nivîsîn min xwend, hate aqlê min ku li cînanê cara yekemîn bingeha avakirina kompûterê jî Kurdekî zîrek ava kiriye. Ew bi navê Bedî-ûz Zaman Ebûl-îz Îsmaîl bîn El-Razaz El-Cezîrî di navbeyna salên 1153-1233an de jiyaye. Cezîrî lawê tacîrekî Kurd e. Di xortaniya xwe de li Amedê ketiye bin xizmeta Dewleta Artukiyan. Artukiyan hikmê xwe di navbeyna salên 1101-1409 an de li navçeya Eskîf, Amed, Mêrdîn û Xarpêtê kirine. Ew dewlet di sala 1409an de ji aliyê Dewleta Karakoyunliyan ve ji ortê hatiyê rakirin. Di qesra Artukiyan de El Cezîrî wek endezyar xebitiye.

Wî di berhema xwe ya bi navê ” Kîtab-ûl Camiî Beyn-el Îlmî vel-amel En Nafi-î fî Sînaatî Hiyel“ de behsa 50 dahênên (icatan) nû dike û bi rengan þiklê wana jî di berhema xwe de diyar dike. El Cezîrî ji aliyê zanyarên cîhanê ve bi navê fîzîknasê yekem bi wateya nûjen a dîroka zanist tê nasîn. Wî cara yekem li cîhanê bingeha robot û kêvjimar (kompûter) çêkiriye. Ew bi van dahênên xwe di nav dahenanên (mucîd) dinê yên girîng de tê jimartin û binavkirin.

Ew berhema El-Cezîrî ya ku di navbeyna dawiya sedsala XII an û di destpêka sedsala XIII an de hatî amade kirin, hemî zanyarên dinê pê agahdar. Çi heyf e ku bes em Kurd navê wê berhemê jî nizanin. 11 destnivîsên berhemê, bi tîpên kevin di pirtûkxaneyên cihanê yên girîng de îro jî têne parastin. Ew pirtûk bi rengên xwe yên otantîk hatiye parastin. Berhem bi tîpên Latînî di sala 1973an de li Dewleta Yekbûyî Emerika (USA) li bajarê Bostonê bi navê ”Al Jazarî’s Book of Knowledge of Inceniours Mecchanical Devices“ bi zimanê Îngîlîzî carek din hatiye weþandin.

Di nav me Kurdan de ewqas mirovên mezin derketine, lê çima em Kurd heya roja îro bindest mane?.. Ma azadî ne mafê me Kurdan e jî ?.. Gelo ez ji xwe dipirsim di Newrozan de ewqas gel, bi kêmasî bi sedhezaran Kurd kom dibin û dengê wan çawa dibe ku cîhan nabîze!.. Bi ser de jî serbar, Kurd neheq derdikevin bi navê terorîstî jî têne nîþandayîn!.. Ji xwe dipirsim an ew gelê qehreman bêmecal û bê çare ye? An jî di rêzaniya heyî de þaþîtî heye û rê li pêþiya gel têye girtin. Vê pirsê pêwîst e ku siyasetmedarên Kurdistana Bakur bigên serhev bi dayîn û standinê çareser bikin!..

Di dîroka cîhanê de ji ew du bûyerên mezin li jor hatin nivîsîn þunda gotinên pîtolê Kurd (feylesof) yê nemir Ehmedê Xanî ku 300 sal berê gotin hatin bîra min:

 

Þaþ  mame di hîkmeta Xwedê de

Kurd di hebûn û dewleta dinê de.

Eger hebûya ji bo me padîþahek

Xwedê liyaq bidiya ji bo wî tacek

 

Hevgirtin û yekîtiya me hebûya eger,

Û em hemî li pey hev biçûna eger,

Rom û Ereb û Ecem bi temamî

Hemiyan dê ji me re bikira xulamî...

 

  1. BALÎ,  26.03.2008

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org