MUSA ANTER

      Û

SERBORIYA FERHENGA KURDÎ YA ANSÎKLOPEDÎK

 

 

 

A. BALÎ

 

 

 

 

Þehîdê kurdistanê yê nemir Apê Musa mirovekî ronakbîr, dadnas (hiquqnas) bû. Lê dema sala1963 an wî davêjin girtîgeha Enqerê ya leþkerî Mamakê, ew bi zimanê kurdî re jî mijul dibe. Wê demê di ber destê wî de qet tu çavkanî jî nîn in. Di aliyê zimanasiyê de jî bes kurdiya xwe ya rojane qise dike heye. Dor paþ wî jî di girtîgehê de girtiyên kurd in. Naxwaze dema xwe vala biborîne û dest bi nivîsandina Ferhenga Kurdî dike. Di wan mercên dijwar de bêjeya kurdî jî wek khurdî dinivîsîne. Navê berhema xwe ya giranbiha dike Ferhenga Khurdî-Tirkî. Qasî 11 hezar gotin komî ser hevdu dike û ji girtîgehê derket þunda di sala 1967 an de li Stenbolê wê berhema xwe diweþîne.

Di wan salan de min li zanîngeha Enqerê oryantalîstîk dixwend. Di destpêka salên 1970 yî de dema ez bûm mamhosteyê lîse pirtûka Apê Musa ket destê min. Ji bo ku min zimanasî xwendî bû, min dît ku kêmasî di ferhengê de gelek in. Lê di ew mercên dijwar û di girtîgehê de berhemek ûsa afirandin wek gencîneyek bê serî û bin bû. Li kurdistana bakur ew bû ferhenga yekemîn. Di wan salan de li bakurê welat pirtûkên kurdî dîtin ne mimkun bû. Li ser bingeha ferhenga Apê Musa, min dest bi ferhengek nû kir. Wê demê ferhenga tirkî ya bi destê dewletê hatî komkirin û hatî çêkirin de qasî sî hezar peyvên tirkî hebûn. Piraniya wan peyvan jî gotinên erebî, farisî, kurdî û gotinên ji zimanên welatên Ewrûpe ketî zimanê tirkî bûn. Min dixwest di ferhengê kurdî de, du qatê wan peyvan, yanê ber bi sed hezar bêjeyên kurdî biçim û ewqas gotinên  kurdî kom bikim. Ji bo vê jî karê min pir wext xwest û dirêj bû. Lê pir kesên ku ji salan þunda dest bi nivîsandina ferhengan kirî hemiyan ferhengên xwe weþandin. Her weþandina ferhengekê weþandina ferhenga min dûr xist. Ew ferhenga di dest min de ya li ser bingeha Ferhenga Apê Musa her kî çû zêde bû û paþê jî wek ansîklopedî naveroka xwe guherand. Çawa roj tariyê ronahî dike, ferhenga Apê Musa jî tesîra xwe li ser min kirî bû. Wênê jî ez ronahî kirim. Wê demê vir de ez li ser Ferhenga Kurdî-Tirkî Ya Ansîklopedîk kar dikim. Wî karî sî salî berdewam kir.

Apê Musa bê çavkanî, bê ferheng, bê pirtûk û bê kovarên kurdî berhema xwe amade kirî bû. Di destpêkê de çavkaniya karê min bes berhema Apê Musa bû. Paþê Mem û Zîna Ehmedê Xanî gîhîþt min. Li pêþ ew berhemên girîng berhema mebûsê kurd yê nemir Kemal Badilli ya bi navê Gramera Kurdî bi zimanê tirkî hatî nivîsîn û di sala 1965 an de ya çap bûyî, wan salan ketî bû destê min. Dîsa di wan salan de min bîhîstî bû, ku destnivîsa ferhenga Ziya Gokalp destpêkirî ketiye destê Badilli. Lêgerîna min neçû serî. Li navçê ez gerîm û min destnivîsek ûsa nedît û ne jî bîhîst. Ew berhemên pêþî di aliyê kurdolojiyê de ez gelek ronahî kirim. Paþê asoya (berbang, þefaq) min roj bi roj fireh bû û heya min li Zanîngeha Berlînê dest bi beþê Kurdolojî kir. Dora min fireh bû. Ez di nav behrek bê serî û bê bîhnî de diçûm û  dihatim. Di sala 2003 an de ew berhema min ya ansîklopedîk qediya. Bes qedandina ansîklopediyan nabe û ew ne hêsan e. Ji bo çapa yekem min dawî li karê xwe anî. Bê guman ji bo çapên wê yê zêde bibin, pê re ciltên wê jî yê pir bûna. Di aliyê din de ew ferhenga yê bi kurdî û bi þîrovekirina kurdî jî bihata weþandin. Ew projena hemî weku min hêvî dikir bi kar nehatin. Kurtasî duweroj ew karê min destpêkirî yê bi saziyek zimanan bêtir pêþ de biçe...

Li hemî Ewrupeyê min serlêdana pir weqfên beyanî kir. Dawî de Parlamena Ewrupeyê komîsyona çandî serlêdana min þand Elmanya Federal re. Wana jî bersiva min ûsa dan: Bes em alîkariya zimanên dewletan ya fermî dikin. Ji zimanê kurdî re alîkariya me ne mimkun e! Bi kurtasî min nikarî ku ez vê berhemê biweþînim! Dawî de me xwest em biþînin welat. Berhem li ser navê  Înstîtûya Kurdî ya li Berlînê bi destê mamhoste Çeto me þand Înstîtûya Kurdî ya Stenbolê. Ji me re gotin (serokê Înstîtûyê yê berê Þefîk Beyaz) ha îro, ha sibe emê ferhengê çap bikin! Çend caran jî mamhoste Mulazim re gotin yê di çapê de ye! Di ser van gotinan re çar sal borîn. Ew berhema çap nekirin.

Berhem min þand þûnda di ser teslîm kirina berhema min re salek borî. Berhema min ya di destê wan de û bi pir gotinên xwe wek ferhenga min dayî wana, ferhengek nû derxistin. Min nizanî ku ez çibikim!  Bes min xwest ez ferhenga xwe ya mayî ji destê wan derxînim. Bi navê Înstîtûya Berlînê me ferheng xwest. Çi mixabin gotin emê biþînin, lê heya roja îro jî neþandin!..

Ferhengê Înstîtûya Stenbolê weþandin, ji ferhenga tirkî ya ji wergera ferhenga saziya zimanê tirkî (TDK) ye. Ew tu caran ciyê berhemê min amade kirî nagire. Lê ew karê bûyî jî di aliyê ferhenga kurdî de hêja ye. Hemî karên li ser ziman, çand û ferhenga kurdî dibin yek ji ya din hêjatir e!..

Salekê li ber vê kopiya ferhengê ya li gel min heyî,  min da weþanxaneyek din. Ew jî nêzîkî salek e, li ser kar dikin. Ji bo çapkirinê amade kirine. Lê niha jî di aliyê darayî de rewþa çapxanê rê nade ku wê ofset bi rengîn çap bikin. Mafê çapxanê jî heye. Ji bo ku berhem nêzîkî sê hezar pel e. Di hundirê pirtûkê de bi hezaran weneyên kulîlkan yên rengîn, bi sedan dar û ber, ajalên dirinde û kedî, bi sedan nivîskarên cîhanê û yên kurdistanê cih digirin...

Ez jî naxwazim ew kêda min ya sî salî di nav rûpelên vê berhemê de heyî, zayî bibe û berhewa biçe! Ji bo pesinandina pirtûkê ne, lê pisporên di vî alî de kar dikin vê berhemê pir giranbiha nîþan didin. Rastiya xwe ew e, ku min jî dixwest bi vê berhemê dewlemendiya zimanê kurdî qasî dewlemendiya zimanê tirkî, farisî û erebî nîþan bidim. Di hin ciyan de jî, zimanê kurdî ji pir zimanan dewlemendtir e. Ew ferhenga ansîklopedîk cara yekemîn e, ku di beþê xwe de yê bikeve nav pirtûkxaneya kurdî. Bê guman bi karekî ûsa re mijul bûyîn û bê westîn ew tewaw kirin armanca min ya herî dawî bû. Bi wê jî, ez bi vî karê xwe di xizmeta çanda gelê kurd de wek dilopek be jî alîkarî bikim, ew jî ji min re bes e. 

Dema dewleta mirovan ya netewî nebe, karên ûsa mezin bi hêza pir kesan pêk bên û mirovekî tenê emrê xwe yê sî salî bidê û paþê jî nikare çap bike! Rastî jî mînakên ûsa li cîhanê nayên dîtin. Heke çapxaneya nû astengên darayî (aborî) ji holê rabikê, ew dixwazin di mehên payîzê de vê berhemê biweþînin. Ji bo vê jî çavê weþanxanê li rêya kesên alîkar û welatparêz e! Ez jî pir hêvî dikim, ku berhemek ûsa zûtir çap bibe û bikeve destê kesên jê sûd bigirin...

Li gor baweriya min dewlemendiya herî mezin ji bo mirov bi çanda neteweyê xwe re mijul bûyîne!. Lê rastî pere jî nebin, ew dewlemendî di nav gel de bilav nabe! Bê mafiya nivîskarên welatên bindest ewqas zêde ye, ku bi jimartinê ewna nayên ziman. Berhemek ûsa li dewletek sermeyandar be, pir çapxaneyên bixwazin wê çap bikin. Wê demê nivîskarê berhemê jî yê pê re dewlemend bibûya. Ji bo vê jî nivîskariya welatê bindest ewqas ne hêsan e. Ew ne qenciya çapnekirinê û çapa pirtûkê dereng xistin ne di dest min de ye. Ez hîn jî nikarim baþ bifikirime ku va pirtûka wan çima dereng xistin û çapnekirin? Înstîtûyê çi sûd ji vê çapnekirinê girt?!.  

Di mercên tuneyî de yên kar dikin, berheman diafirînin û di xizmeta gelê xwe de jiyana xwe diborînin wek Apê Musa Anter û kesên wek wî, ez wana tu caran bîrnakim. Ez carek din wana yek bi yek bîra xwe tînim û li ber wana bejna xwe ditewînim!..

 

 

19.05.07

A. BALÎ

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org